Merkel: Divê rûpoş were qedexekirin

Merkel: Divê rûpoş were qedexekirin

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel diyar kir jin bi riya rûpoşê rûyê xwe diniximînin û ev yek di çanda welatê wî de tuneye.

Merkel li ser vê yekê wiha gotiye: “Divê rûpoş/çarşefa ku rûyê jinê jî digire bi riya yasayî li her derê were qedexekirin.

Heke ev qedexeya ku Merkelê behsa wê dike bikeve pratîkê, wê rûpoşa jinan li zanko, dibistan û dadgehan were qedexekirin.

Lê li hêla din tê ragihandin ku bi tevahî qedexekirina rûpoşê, li dijî makezagona Almanyayê ye.

Thomas de Maiziere-ê Wezîrê Karên Almanyayê jî meha tebaxê pêşniyar kiribû ku çarşef were qedexekirin û rûpoş jî li ber entegrasyonê asteng e.

Nûçegihana BBC yê ya li Berlînê Jenny Hill diyar dike ku cara yekem e Merkel li ser vê meseleyê daxuyaniyeke wiha dide.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev