Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Pirsa we û bersîva me – 2

Pirsa we û bersîva me – 2

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşeke nû vekirîye bi navê ”Pirsa we û bersîva me”. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksyonê ra bêne şandin, emê ji Nura delal ra bişînin û ewê bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide. Hûn bi xwe jî di wêneyê da dibînin ku kilîta bersîvan di destê Nura Şane da ne.

Pirsa Ronîyê Reşo û bersîva Nura Şane

Xwendevanên delal, malpera me bo beşa me a nû a bi navê “Pirsa we û bersîva me” pirsek ji Ronîyê Reşo ji bajarê Kurdistana Bakur Îdirê sitendîye. Ew dipirse:

Gelo ji bo çi ji nav çend hezar kurdên Ermenîstanê gelek ronakbîrên mezin derketin, lê ji nav çend mîlyon kurdên bakur ewqas derneketin? Wek her kes zane, elfabeya kurdî a latînî a pêşin, romannivîsê kurd yê pêşin, romana kurdî a pêşin, fîlma kurdî a pêşin “Zerê”, têtaroya kurdî a pêşin, rojnameya kurdî ya here jîyandirêj û radyoya kurdî ya here jîyandirêj ji nav kurdên Ermenîstanê derketine. Ji xwe di hêla stiranbêjîyê da radyoya Ermenîstanê pêşengîya hemû kurdên cihanê dike.

Bersîva redaksyona Riataza

Ji bo bersîva me dirêj nebe, me bersîveke ha dît, ku em bawer in bersîva gelek pirsan dide:

Her kes zane, ku aqilmendîya gelê me, zimanê kurdî, nimûneyên folklorê zêde ji gundên me rind hatine parastin û ji wir derketine, gihîştine cihanê û cihan pê heyrî dimîne, me jî serbilind dike.

Dema mirov berê xwe dide gundekî Kurdistana Bakur, ji dûr va xanîyê herî bedew û herî mezin ku xuya dibe, xanîyê camîyê ye.

Lê dema mirov berê xwe dide gundekî kurdan yê Ermenîstanê xanîyê herî bedew û herî mezin ku xuya dibe, xanîyê dibistanê ye.

Xwendevanên delal, em bikine bîra we, ku hûn dikarin pirsên xwe yekser ji redaksyona malpera me ra bi vê navnîşanê bişînin: info@riataza.com Bira şika we tunebe, ku emê gorî zanebûn û hereketê xwe bersîva hemû pirsên we bidin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Kadir Keten

    Silav û Rêz û hûrmet!
    Bi rastî j Kûrdîya min pir bash nîne.
    Pîrsîyan min eger Kûrd na bûne Misliman û an jî Mislimanîye qabûl nê’kir bûy’nê?
    Wêxte Kûrd û Kurdîstanîyye Kurdaye çawa bûy ye?
    1. Yek Dewleteqe gelek nav û dengen mezin û Cîmanen Xwêde Dewketeqe nimune bûy ye.
    2. Êw Jî bi Kûrd û Kurdîstanîyye Kurdaye bi xwe ol’en, xwe bi ol’en, Êzdîya gredayîne Şhahe êrd û êzmîn bûyîn’e…
    3. Kûrd kenge ji olen Êzdîya de wagarîn, olen Îslamîyye hêr thişten xwe wunda kirin…
    Zor sipas!
    Silav û Rêz û hûrmet!
    Qadîr Keten Jân Zanyar

Şirovekirin hatine girtin.