Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Qulingê deşta Xerzan: Salihê Qubînî

Qulingê deşta Xerzan: Salihê Qubînî

Salihê Kevirbirî 

Salihê Qûbînî yek ji dengbêjên me yên bi nav û deng e ku bi taybetî li Herêma Xerzan, bi giştî jî li seranserê welêt tê naskirin.

Qûbînî sala 1949-ê li gundê Eyndarê (Agaçlîpînar) ya bi ser Misirca (Kurtalan) Sêrtê ve ye, hatiye dinyayê. Ji ber feqîrî û belengaziyê, hêj di zarokatiya xwe de malbata wî li gelek gundan geriyaye. Berê mala wî li gundê ”Girikê Boto” ya bi ser Farqîna  (Silîvan) Diyarbekirê ve ye bû, niha ew li Batmanê bi cih û war e.

Qûbînî ji bilî karê dengbêjiyê, ji bo debara malbata xwe bike, di çêkirina avahî û mizgeftên gundan de karê sewaxê û lêkirina dîwaran dike.

Di gotûbêjeke ku me pê re kiribû de, bersiva pirsa me ya bi rengê: “We çawa, çi çax û bi çi awayî dest bi karê dengbêjiyê kiriye? Ev çend sal in ku hûn stranan dibêjin? Di malbata we de ji xeynî we kesên ku distrên hene gelo?” wisa dabû:

“Hêj di 12-13 saliya xwe de, li poxan û bênderên gund min kilam û stran digotin. Min dênh û bala xwe dida darekî, xaniyekî, mirovekî an jî heywanekî, min digot û li hev dianî. Di malbata me de birayê min ê mezin ku ”Qasimê Dengbêj” jê re digotin, berê stran digotin û îro kêm be jî dibêje. Babê min ”Sofî Hemê” jî dengbêjekî baş bû. Lê dema ez dibim 9-10 salî, êdî ji ber bêtaqetiyê, dest ji kilam û stranan dikişîne. Ev 50 sal in ku ez dibêjim. Hinek kilam û awaz min ji birayê xwe Qasim û hinek ji wan jî min ji bavê xwe Hemê girtine. Gelek kilamên ku min bi xwe çêkirine jî hene…”

Gelo dengbêjên ku herî zêde tesîr li Salihê Qûbînä kirine kî ne? Li gorî gotina wî Teyîboyê Siêrtî ku niha li Gundê Marîbê ya Misircê rûdinê, Şakirê Bedih ango Şakirê Mezin û Rehmetiyê Hiseynê Orginosî yê Mûşî tesîreke mezin lê kirine.

Lê dengbêjek jî heye ku gelek dixwaze li civat û dîwana wî bibe mêvan û pê re dîwaneke ”Xerzanî” pêk bîne. Ew dengbêj jî ”Bermahiyê Komkûjiya Filehan”, ”Qûlîngê Deşta Xerzan”, ”Lejyonerê Artêşa Fransa”, ”Hevalbendê Seîd Axayê Cîzîrî” û ”Xweşawazê Radyoya Yêrevanê” ye. Li gorî gotina wî 5-6 meh berê bi riya telefonê, bi Karapêt re ketine têkiliyê û ji hev re çend bend kilam gotine.

Heta niha bi sedan kasetên Salihê Qûbînî bi awayên amatorî hatine qeydkirin û tomarkirin. Lê bi awayeke profesyonalî ev 10-12 sal in ku nêzîkî 10 sêlik/CD û kasetên wî tomar bûne û ketine mala kilamhezêan kurdî.

Bi kurtasî mirov bibêje; ev ciwanmêrê hanê deng û awazên Deşta Xerzan bi xwe ye. Dema kilamên Metran Îsa, Derwêşê Evdî, Gênc Xelîl û Edûlê, Lawiko Dîno, Hay lo li min (Xêlyeya Farqînî), Koçero Lawikê Silîvanî, Şerê Hethetkê, Kilama Behcetê Dawûd bê gotin Salihê Qûbînî tê bîra mirov.

Her wiha Emê Gozê ku wekî “Rêbirê Posteya Dewletê” tê nasîn, kilameke ku ji hêla Seydayê Cegerxwîn ve jî gelekî hatiye ecibandin, awazeke şêrîn e ji devê Salihê Qûbînî… 

Di wêne da: dengbej Zahiro, Salihê Kevirbirî û Salihê Qubînî

Riataza 

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev