Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

DI ÇANDA KURDÎ DE “QEWAQ”

DI ÇANDA KURDÎ DE “QEWAQ”

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Di Çanda Kurdî de dezgeha herî kevnare, QEWAQ bûye. Bi hezarê salan e ku ew dezgeh jiyana xwe domandiye. Herweha dezgeheke herî xurt a qezencê jî bûye. Lê mixabin ew dezgeh di dawiya sedsala bîstî de, bi pêşketina teknîkê wenda bûye.

QEWAQ, dezgeha çêkirina amanên ji axê ye. Tiştên weke cêr, sewîl, kas, dîz, pêşo û gelek cûreyên dî tê de dihatin çêkirin.

Navê hosteyê ku wan amanan çêdike, PIRÛD e. Ev nav ketiye nêv Folklora Kurdî jî û wek meselok weha hatiye gotin: “Diya qîza, bûye pirûda dîza.”

Serpêhatiya vê gotinokê jî weha ye:
– Jinek hebûye, zarûkên wê tev keç bûne, wê ew mezin kirine û tev çûne mêran, jinik jî pîr bûye û bi tenê maye, jar bûye, belengaz bûye, ji bo debara xwe bike, bûye hostayê dîzan.” Îcar tê gotin ku ev gotin, pîrê li ser xwe gotiye.

Cûreyek xwelî li piraniya herêmên Kurdistanê heye ku aman jê çêdibin. Wê xweliyê hûr dikin û dikin herî (gêl). Ew herî çend roj dimîne heta ku mîna hevîr tirş dibe. Ji wê heriyê ew amanên ku li jorê hatin gotin têne çêkirin. Piştî ku li ber siyê ziwa dibin, di kûreya êgir de têne pijandin/qelandin. Piştre ji bo firotanê derdikevin bazarê.

Ew amanên ku ji kûreyê derketine, dema hêj nû ne hetanî salekê, hindik av ji derveyê xwe berdidin, xasma jî cêr û sewîl.
Kurd cêr û sewîlan tenê ji bo ava vexwarinê bi kar tînin.

Di dîzan de her cûre xwarin tê pijandin, lê zêdetir şorbeya sibehê tê çêkirin. Dema şorbe di dîzê de hatibe kelandin, di kasan de jî ew şorbe tê xwarin. Malbata ku dîz û kas bi kar tîne, ji bo her kesekî di malê de kasek jê re amade kiriye û kes di kasa kesî de şorbe naxwo.

Hêjaye bê gotin ku şorbe di Çanda Kurdî de xwarin e, lê di ya tirkî de “vexwarin” tê gotin. Îcar piraniya Kurdên Bakûr, çewa ku ji tirkan bihîztine, hin ji wan jî dibêjin “min şorbe vexwar.”

Dema ez zarûk bûm, kasa min a ji bo xwarina şorbê jî hebû û roja ku taştiya me şorbe bûya, min di wê kasê de dixwar.

Peyvika KASê, gelek car di helbestên Klasîkên Kurdî de jî hatiye bikaranîn. Çi dema ku helbestvanên Kurd dema di nivîsandinê de westiyane, bang li meygêr kirine û jê kaseyek bade yan mey xwestine.

Di wê dezgeha QEWAQê de gelek navên cuda cuda hene, mixabin ew nav tev nayên bîra min. Bi hêviya ku ciwanên me li gundan pirsa wan navan ji kal û pîran bikin û binivîsin. Niha jî dem ne dereng…

Her şad û şadan bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev