“Keştîya Bayê” ya Selîm Temo ji nav Weşanên Lîsê derket

“Keştîya Bayê” ya Selîm Temo ji nav Weşanên Lîsê derket

Helbestvan û nivîskar Selîm Temo ku di gellek warên wêjeyê de berhem dane, bi hemû pirtûkên xwe yên Kurdî ve li Weşanxaneya Lîsê ye. Lîs, du pirtûkên helbestê yên Temoyî çap dike. Yek ji wan, Keştîya Bayê ye. Helbesta “Keştîya Bayê”, bêyî ku li deverekê bê weşandin di nava hezkêrên helbesta Kurdî de belav bû û bû navê pirtûkê bi xwe jî. Pirtûka duyem, çapa nû a Sê Dengê ye ku ji mêj de çapa xwe tunebû.

Keştîya Bayê, pêledanekenû ye di helbesta Kurdîya Kurmancî de. Bi hêmayên xweser û nû limilkê Kurdî difire. Ji helbesta klasik heya stranan, ji peyvên jîndar heya gazinên zinaranher vedije û dilorîne. Serî li ber ruhê Mela û Xanî ditewîne, Kavanagh û Heaney di bîr tîne. Şîn, rik, şik, dil, rih û şev biziman dikevin.Keştîya Bayê rêwîtîyek e, ji Roboskê heya Sinê, ji London heya Tehranê didomîne. Sî ye, li bin ewrên mecazê diçûrise.

Weşanên Lîs, amadekariya çapkirina du berhemên din ên Temoyî dike ku di plansazîya 2017’yan de ne. Yek ji wan, “Dûrecîran: Helbesta Kurdî û Helbesta Tirkî”, ya dî “Kurdên Xoresanê: Dîrok û Wêje” ye. Dîsa Temo hin transkrîpsîyonên weke “Kurdên Tirkmenîstanê” û “Kurd-Azerbaycan Edebî Elegeleri Tarixi” jî ji bo Weşanên Lîsê amade dike.

Keştîya Bayê, Selîm Temo, Helbest, 74 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed

ISBN: 978-605-9295-50-5

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev