Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Pirsa we û bersîva me – 3

Pirsa we û bersîva me – 3

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşeke nû vekirîye bi navê ”Pirsa we û bersîva me”. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide. Hûn bi xwe jî di wêneyê da dibînin ku kilîta bersîvan di destê Nura Şane da ne.

Pirsa Devliken Kelogirî

-Gelo wexta Xwedê aqil belav dikir û her kes bû xwedî dewlet, kurdan çi xwelî li serê xwe dikirin?

Bersîva Nura Şane

Devliken Kelogirî wek rêvebira vê beşê pirs ji min ra şandîye, lê hîvî ji min kirîye ku karmendê malperê Têmûrê Xelîl bersîva pirsa wî bide. Min jî ev pirs ji wî ra şand û bersîva ha sitend:

Ji bo pirsa birêz Devliken Kelogirî nîv ciddî û nîv henek e, ezê jî bersîva xwe bi awayekî nîv ciddî û nîv henek bi nimûneyeke bi henek bidim, ku para ciddîbûnê di wê da pirtir e.

Qedera kurdan

Berî bi hezaran salan milet hebûne jî, lê erd li wana ne hatibû parevekirin. Bona wî karî Benî Ademek ji bal Xwedê tê, ku axa cihanê li ser wan bela ke. Ji bo wê yekê ji her miletekî nûnerek gazî bal xwe dike, da ku taybetmendîyên gelê wan bizanibe û gorî wê jî parevekirina rast bike, wana bike xwedî erd û dewlet.

Di dîwana Benî Adem da nûnerên her miletekî rûdinên, di nav wan da herwaha nûnerê kurdan jî. Ji miletê çîn ra erdekî pir vediqetîne, ji ber ku ewana pir zarokan tînin. Ji ereban ra çend cî-warên germ hildibijêre, ji ber ku ewana ji germê hiz dikin. Hiş û aqil dide rûsan û erdê wan jî li cîkî usa hildibijêre, ku him germ be, him jî sar be, ji ber ku ewana ber her tiştî bi xurtî ber xwe didin. Ji cihûyan ra axekî biçûk vediqetîne, difikire, ku ewana bi hiş û aqilê xwe yê pir ser axa biçûk jî dikarin pêş bikevin û ji bo gelek miletan bibine nimûne. Gava dor tê ser tirkan, difikire, ku him miletê wan ji miletên mayîn çê bûye, him jî zimanê wan ji zimanên mayîn hatîye çêkirinê, mecbûrî ji axa hinek miletan parçek hildide û dide wan.

Bi vî awahî, pirsa hemû miletan safî dike. Dawî dinihêre, ku yekî ejdaha, wakî qeraseyekî li paşîyê bi tenê rûniştîye, rû-rîdanê wî digihîje heta çokan, bejneke şîşmanî lê ye, ji çavên wî, wek dibêjin, agir dibare.

Jê dipirse:

-Tu nûnerê kîjan miletî yî?

Ew lê vedigerîne, dibêje:

-Ez kurd im!

Tirs û saw dikeve dilê Benî Adem. Dûr û dirêj difikire, ku çawa bi awayekî meseleya kurdan jî hel bike. Dike û dipîve, wek dibêjin, rê ji riya dernaxe. Çarneçar li hemû miletan dişêwire, dibîne, ku tirs û xof ketîye dilê wan jî. Ewana dibêjin, ku kurd bibine dewlet, wê bi xurtbûna xwe zorê bidine wan, xwesma cînarên xwe. Ji ber ku bi salan e şerê hev dikin, hev qir dikin, ango wê êrîşî ser wan jî bikin. Lema jî lazim e ji niha da çarekê bibînin.

Dawî, piştî fikirandineke dirêj, Benî Adem tê ser bawerîyekê û jê ra bersîveke wa dide:

-Ezê axekî mezin bidime we, binerdê we jî wê pir dewlemend be, lê ezê we bikime di navbera miletên usa, ku hûn nikaribin xwe bilpitînin. Qusûrê menêre, ez dixwezim, ku hûn jî bibine xwedî ax û dewlet. Lê tirsa min ji wê ye, ku piştî dewletbûnê hûnê bi xurtbûna xwe bela hemû miletan bidinê. Di hêlekê va jî, dibêjin, ku hûn niha da şerê hevdu dikin û ku bibine dewlet, hûnê bêtir qira hev bînin û wek milet li rûbarê dinê nemînin. Heyfa min li we û zîrekîya we tê. Dema we terka şerê di navbera hev da, di nav we bi xwe da yekîtîyeke neteweyî çê bû, wê demê ezê li we bêm rehmê û pirsa we jî bi awaye kî baş hel bikim.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.