Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ji qelema Ermenekî biratiya Kurdan û Ermenan

Ji qelema Ermenekî biratiya Kurdan û Ermenan

Welat Agirî

Ev çendeke pirtûka bi navê “Dersîm: Rêwîtî û Erdnîgarî” di destê min de ne ku ev pirtûk 128 sal berê ji aliyê Ermeniyekî hatiyê nivîsandin. Pey re nivîskar Têmûrê Xelîl ev pirtûk ji Ermeniya kevn wergerandiye zimanê Kurdî. Wisa bawer im ku werger bo Kurdan û zimanê Kurdî dewlemendiyeke mezin e.

Pirtûk encama rêwîtiya du zilamên Ermenî ye. Du heval, du Ermen ber bi Dêrsîmê derdikevin rêwîtîyê. Û alîkî ve tiştên ku têne serê wan, aliyê din ve jî bi qal û behsa deyşt û çiyan, gund û bajaran û çand û edetên Kurdan û Ermenan ve gelek tiştên balkêş radixin li ber çavên xwendevanan. Derfet bikeve destê me, em ê gotarên din de bêtir behsa wan serpêhatiyên rêwîtiyê bikin. Di vê gotarê de dixwazim bi bûyereke ku di pirtûkê de derbas dibe behsa biratiya Kurdan û Ermenan bikim.

15416023_1646107088748648_1541835233_nHeta sala tehcîrê (koçbarkirin) yanî heta sala 1915 pirsgirêkeke mezin navbera Kurdan û Ermenan de tunebû, gundî û bajariyên hev bûn û li ser heman xakê jiyana xwe didomandin. Lê bi destpêka tehcîr û koçbarkirina Ermenan re zirareke mezin dighêje hemxakî û hemwelatiya Kurdan û Ermenan. Di wê tehcîrê de hin Kurd jî roleke mezin dileyîzin, gundî û welatiyên xwe ji cîh û warên wan derdixin û berê wan didin Ermenîstanê û Ûristanê. Birastî wek me berê jî got ne bi tenê dijberî Ermenan heman wextî de dijberî Kurdên Êzdî de jî tên xapandin û bêbextiyê li birayên xwe dikin. Lê divê were dubarekirin ku ev xayîntî ne xayintiya hemî Kurda ye. Ew bêbextiya hinek nezanan bû ku bi awayekî hêsan hatibûn xapandin.

Dema meriv pirtûkê dixwîne, tê dîtin ku Miletê Ermen bineciyên Kurdistana Bakûr bûn, û xwesma Dêrsîm cîh û warê Ermenan û Kurdan bû. Me ew qetlîam nedît, em nebûn şahidên wan rojên dîrokî, lêbelê em dikarin tê derxin ka wan rojên reş û tarî de çi qewimî û çi hate serê “Millet-i Sadika”. Erê, em baş zanin ku îro li Kurdistana Bakûr Ermen najîn û heke hebin jî xwe vedişêrin an jî asîmîle bûne, ji eslê xwe dûr ketine. Baş e, hewqas Ermen ka kuda çûn? Ev pirsa me heman wextî de bersîvek e, ji ber ku em tê derdixin ka çi hatiye serê wana.

Lê wek me got, em ê jî bi gotinên Ermenekî ku di sala 1888an de hatine gotin biratiya nav Ermenan û Kurdan pêşkeşê we bikin. Li vir tiştekî balkêş heye ku sala 1888 e. De werin em binhêrin ka navbera Kurdekî û du Ermenan de çi qewimiye.

“Em ji hespan hatine xwarê û me hespên xwe berdan bona ku li wan mêrgan biçêrin, lê em çûn li ber kenarê çêm rûniştin, me destpêkir ser-çavên xwe şûşt û hinekî hêsa bûn, ji ber ku ew riya xilpexaro û bi kevir û kuçikan va tije em ji hal xistibûn. Piştî ku me ser û çavên xwe can kir, em çûn di bin siya dareke bîyê da rûniştin, kenarê gola avê jî di kêlekê da bû û me destpêkir nanê xwe, ku me ji xwe ra hildabû bona rê xwar, ew jî nanê kartû û hinek penêr bû.

-Huşş,- hevalê min got,- yekî kurd ji daristanê derket û bi lezobezo ber bi me tê; gerekê haya me ji me hebe.

Ez vegerîyam, min berê xwe da daristanên Xûtî-Têrêsîyê û min dît ku kurdekî nîvtazî barek li piştê, hêrsketî ji çiya berjêr dibe û rast ber bi me tê. Ew gava gihîşte hespên me, bi darê destê xwe va derbeke xedar gîhande serê hespê min. Hesp xurdilîn. Min bêrdanga xwe hilda û berê xwe da wî kurdî, lê hevalê min îdî rê li ber birîbû. Me dew ji wî kurdî kir ku ew ji me ra bêje ka bona çi li hespê me xist. Ewî bersîveke wa da: “Ji ber ku ev deşta min e û hûn nikarin di erdê min da hespên xwe biçêrînin”. Hevalê min hêrs ket û nizanim çi hate aqilê wî, xwe dewsa karmendekî hukumeta Osmanîyan danî û got: “Ez wek cendirmekî hukumetê şandime vira; hûn bi çi dikarin îzbat bikin ku ev erdê we ye; ka îzbatîyên ku ev axa te ye li ku ne?”. Yê kurd zûr bû li me nihêrî. Piştî ku ji serî heta lingan li me nihêrî, kire gazî: “Hûn osmanî ne û karmendên hukumetê ne, ne wisa ye? Ezê niha nîşanî we bidim ka osmanî û karmendên we çawan in!”.

Mesele giran bû. Ewî dest avîtibû hevsarê hespê me ku em nerevin, berê xwe da wî alîyê ku jê hatibû û dest bi hewar û gazî kir. Ecêbekê bihata serê me. Tu çareya me tune bû; meyê hewara xwe li kê daxista, meyê çi bikira? Min bi ermenî ji hevalê xwe pirsî: (heta wî çaxî xeberdana me bi tirkî bû).

-Welle qet me texmîn nedikir ku di vî derê teng da wê ecêbeke awa bê serê me; lê ji ber ku qewimîye, ezê niha gullekê berî vî dim ku jimara kurdên ku wê bêne ser me, bi yekê va kêmtir be. “Na,- hevalê min got,- hela sebir bike”.

Wî kurdî dara di destê xwe da wê da avêt, gema hespê me berda, bi beşereke xweş ber bi me hat û pirsî: “Axbar (bira.- T.X.), tu ermenî yî?”. “Erê,-min bersîv da”. -“Lê ewê hanê kî ye, ew jî ermenî ye?”. -“Belê, ew jî ermenî ye,- min bersîva wî da”. -“Wey, Xwedê ruhê we bistîne, Îsa mala we wêran bike, lê we çima ji min ra got ku hûn tecîk in”. Paşê berê xwe da hevalê min: -“Tu ermenî yî?”,- ewî bersîv da, got: -“Na, ez kurd im”. -“Lê tu ji ku zmanê ermenkî hîn bûyî?”. –“Ez gelek caran diçûm kilîseya Sûrb Karapêt, li wir keşîş ez hînî ermenî kirim”…

Hela ev gotin di devê wî da bûn, me hew nihêrî ji daristanê 15-20 kurdên çekdar derketin û bi hewar û gazî ber bi me hatin. Ewana li ser dengê Heso da (navê kurdê ku bi me ra ketibû qal û cengê, Heso bû) hatibûn hewara wî. Gava ew gihîştine bal me, ji Heso pirsîn ku çi qewimîye. Heso bersîva wan bi ermenî da – ji ber ku wana jî ermenî zanibûn. -“Îsa mala vana xirab bike, derew li min kirin, gotin ku ew tecîk in, halbûkî (lê) ewana ermenî derketin… Tişt nabe, tişt nabe”.

Kurdan çekên xwe danîn û li rex me rûniştin. Wana nan û penîrê me hildan,- ji ber ku ew hema bêje nikarin penîr bavêjin û penîr li bal wan gelek biha ye,- dewsê da ji bo me nanê ceh anîn û dewsa penîr da jî ji me ra kibabên şîşan çê kirin.

Me nanê xwe xwar. Wana derheqa jiyana xwe ya buhurî û niha da hinek tişt ji me ra gotin, du sehetan jî bi me ra rêwîtî kirin, ku di rê da ecêbek neyê serê me, ji ber ku li ser van riya gelek bela derdikevin pêş merivan.

Gava em gihîştine Qizil Kilîseyê, îdî tarî ketibû erdê”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev