Min gelek tişt fêm kir, tenê tiştek fêm ne kir

Min gelek tişt fêm kir, tenê tiştek fêm ne kir

Têmûrê Xelîl

Ez serê sêrî da bêjim, ku ez tirkî nizanim. Ji bo ku tirkî nizanim, lema vê nivîsê dinivîsim. Ango, eger hevpeyvîn kurdî bûya, hewcedarîya vê nivîsê jî tunebû.

Di vê vîdêoyê da rojnamevanekî tirk ji têlêvîzyona tirkî CNN TÜRKê bi hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ra bi tirkî hevpeyvînê dike.

Normal e, ku Selahattin Demirtaş bersîva pirsên bi tirkî, bi tirkî dide.

Selahattin Demirtaş di dema hevpeyvînê bi xanima xwe û zarokên xwe ra jî bi tirkî dipeyive.

Ev jî normal e, ji ber ku belkî xanima wî ne kurd e, an jî kurd e, lê kurdî nizane, belkî zarokên wî jî nizanin. Belkî jî bo xatirê rojnamevan bi tirkî dipeyive. Heta cîyê şanazîyê ye, ku navên keçên wî kurdî ne – Dilda û Delal.

Ji mala Selahattin Demirtaş ne ji wêneyên dîwêr, ne ji xalîçeyên erdê, ne ji xeml û timtêla malê xuya nabe, ku ew maleke kurdan e.

Ev jî normal e. Ma qey ji mala her kurdekî bêhna kurdî difûre?

Piştî hevpeyvînê Selahattin Demirtaş û rojnamevanê tirk bi erebeya wî diçin. Selahattin Demirtaş stiraneke tirkî danîye, him guhdarî dike, him bi dengbêj ra distirê, him jî ji kêfê tilîyên xwe li dîrêksyona erebeyê dixe.

Ev jî normal e. Camêr stiranên tirkî hez dike. Her kurdek ne mecbûr e stiranên kurdî hez bike.

Hinek dikarin bêjin: -Malavao, ca te stiraneke kurdî danîya, xwe niha jî tu nikarî bahaneyan bigirî ku tirk nahêlin!
Lê ez wisa nafikirim, ew karê wî ye. Stiranên kurdî hez nake, yên tirkî hez dike.

Hinek dikarin bêjin: -Camêrî navê kurdan jî neda, navê Kurdistanê jî ne da, ji ber ku em zanin ji bo wan Kurdistan di çopê da ne, ango tune. (Dema hevalê wî Kurdistan avête çopê û wî deng ne kir, jê hesab ne xwest, ango kirina hevalê xwe erê kir, pê ra hemfikir bû).

Xuya ye Selahattin Demirtaş mirovekî paqij e, helekarîyan nizane. Yekî din bûya, wê qestbende li çend cîyan bi milet ra kurdî bipeyivîya, wê welatparêzîya xwe a qelp binperde bikira, veşarta, ku milet dengê xwe bida wî. Lê ew çi difikire, çi heye wê dibêje, an jî çi tune, wê nabêje û nîşan nade. Belkî jî difikire: -Ez çi jî bikim, çi jî nekim, hey milet dengê xwe dide min.

Ev hemû normal in, ez van hemûyan fêm dikim, heta di hinek cîyan da heq jî didim Selahattin Demirtaş. Ji ber ku partîya wan yek ji partîyên Tirkîyê yên opozîsyon e, mecbûr e ji qalibê wê statuyê dernekeve. Lema jî navê kurdan û Kurdistanê nade.

Tiştê bi bawerîya min ne normal e û min fêm ne kir ev e:

Bo çi bi mîlyonan kurd dengê xwe didine wî?

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.