Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Civîna ”Kurmancî”yê a 59an

Civîna ”Kurmancî”yê a 59an

Renas Awdal

Civîna Kurmancîyê ya 59an di navbera rojên 10 meha çileya pêşin heta 17 çileya pêşin de li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê tê li darxistin. Beşdarên di vê civînê de ev kes in: Mustafa Aydogan (Mêrdîn), Têmûrê Xelîl (Rewan), Rojen Barnas (Farqîn), Michael Chyet (Amerika), Reşo Zîlan (Agirî), Ziya Avci (Wan), Zinar Soran (Dêrik), Selam Numan (Qamişlo), Hemîd Kilicaslan (Mêrdîn), Newzad Hirorî (Dihok), Rênas Awdal (Zaxo), Mehmûd Lewendî (Qerejdax), Emîn Narozî (Batman).

Kurmancî zaravayê piraniya Kurdên Kurdistanê û yên dervayî welêt e. Ji Çiyayê Kurmancan li ser kendava Îskenderûnê ta cemaetên kurd ên Xorasana Îranê, Ermenîstanê, Qazaxistanê, Turkmenistanê û Qafqasyayê, li Kurdistana Tirkiyê û Sûriye, li navçeyên bakur ên Kurdistana Îran û Iraqê tê peyivîn.

Weha di pêşgotina pirtûka Kurmancî ku ji hejmar 1-40 pêk tê, birêz Kendal Nezan serekê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de hatiye gotin: Wekî piranîya zimanên dunyayê di kurmancî de jî gelek devok hene. Her devokek ji ya din cihê ye û sexlet û taybetmendîyên xwe hene. Ew li gor jiyana civakî ya xelkê li dever û navçeyên xwe tên cihê kirin. Lê di eynî wextî de girêdan bi zimanên cîran re heye. Lê herçend ku kurmancî di xwendingehan de jî nayê xwandin û kurmanc dikarin bê problem (asteng) ji hevûdu tê bigehin. Birêz Kendal Nezan di pêşgotina xwe ya hejmar 1-40 ji kurmancîyê ku hatîye weşandin weke pirtûk dibêje: ”Ev bi xwe, li gora hin zimannasan, «mûcîze» ye: çawa zimanekî bê dewlet, bê xwendegeh û bê medya karibûye di hoyên siyasî yên pirr dijwar de xwe ewqas biparêze?”

Kar û xebata Kurmancîyê li ser van mijaran e: berhevkirina devokan, zelalkrina bingehên rastnivîsîna ziman, çêkirin û sazkirina peyvên nû û ya ji hemîyê giringtir jî pêşîgirtina lawazbûn û wundabûna kurmancîyê ye. Kurmancî ji komek/grupek zimanewan û zimanzan û roşinbîrên kurd ji deverên cihê yê Kurdistanê û dervayî welêt pêk tê. Piranîya wan ji ber gelek egeran/sedeman ji derveyî Kurdistanê jîyana xwe derbaz dikin. Gelek ji wan li Swêdê rûdinin.

Heta niha 58 hejmarên Kurmancîyê hatine weşandin. Hejmar 1-40 wek pirtûk hatîye weşandin. Hejmara yekem û duyem di sala 1987:an li Barselona, paytexa Katalonya bi alîkarîya hikûmeta Katalonyayê çêbû. Civîn her şeş mehan carekê çê dibe. Li gor şîyanên abûrî carek li Swêd û carek li welatek din tê çêkirin. Lê cardin jî koma Kurmancîyê bi hîvî ye ku bi her awayî karê xwe bidomîne.

Bernameya babetên me yên civînê ev in:
1. Ji ferhenga Birîfkanî (Emîn Narozî)
2. Peyvên ji dîwana Nalbendî (Newzad Hirorî)
3. Peyvên Berrîyê (Hemîd Kilicaslan)
4. Ji ferhenga revendan ya Jaba (Ziya Avci)
5. Peyvên ji hêla Wanê (Elîşêr)
6. Tesîra zimanên asûrî/siryanî/kildanî/nastorî li ser kurmancî (Michael Chyet)
7. Peyvên kêmnas/nenas (Reşo Zîlan)
8. Hin peyv ji ”Kurdên Rêwî” (Reşo Zîlan)

Civîn di roja 17ê çileya pêşin de dawî pê tê û ked û berhemê vê xebatê di hejmara 59:an ya rojnameya “Kurmancî”yê de tê weşandin. Çaverê bin!

Riataza

1 2 3 4 5

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev