DYA: Heta niha 50 hezar Daişî hatine kuştin

DYA: Heta niha 50 hezar Daişî hatine kuştin

Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê DYA, eşkere kir ku ji destpêkirina operasyonên hêzên hevpeyman heta niha li Îraq û Suriyê 50 hezar Daişî hatine kuştin.

Rayedarê payebilind ê Amerîkî ku nexwest naxê xwe eşkere bike got ku ev hejmar raserî texmîneke normal e.

Heman rayedar dibêje ku bandora êrîşên hewayî yên hêzên hevpeyvan û hêza sînordar a bejayî ya Amerîkayê li ser vê encamê heye.

DYA di daxuyaniyên xwe yên berê de gotibû ku Daiş dema ku çekdarên xwe winda dike, di demeke zû de dikare valahiya wan bi çekdarên nû dagire.

Li hêla din Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê zû bi zû kuştî û miriyên di şeran de eşkere nake.

Lê Ajansa Xeberan a AP-yê di meha Tebaxê de ji devê Korgeneral Sean MacFarland xebereke wiha pêşkêşî şopînerên xwe kiribû: “45 hezar şervanên neyar hatine kuştin.”

Ji sala 2014-ê ve berfirehbûna Daişê sekiniye û roj bi roj ev hêza terorîst herêmên di destê xwe de winda dike.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev