Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Eve rewşa me Li gel lobiya bêhişên Kurdistanê

Eve rewşa me  Li gel lobiya bêhişên Kurdistanê

15401320_1648546228504734_2034172584_nErdnîgariya tiştên seyr û bi elawet!

Kurdistan welatê tiştên seyr û bi elawete.

Di vî welatî da qehremaniyên gewre rûdan û herwisa îxanetên here kûtî jî.

Vî welatî pir lekên hişmendan peydakirin û herwisa jî pir komên gêj û bêhişan.

Ji lew ra, li cihê ku em têda bi aştî û bextewarî bijîn, vaye em hên êş û azaran dikişînin.

Faşîstên Farisan li jêr durişma Îslama Şî’î li me siwar dibin, diajon ser namûs û rûmeta me, ciwanên me li pêş zarok û dayîkên wan diajon bin sêpiyên darvekirinê, kengî bixwazin war û gundên me kavil dikin û çekên nûklêar amade dikin daku em ta ebed di bin pença wan da bindest bimînin.

Faşîstên Turkan jî li jêr durişma Îslama Sunnî li me siwar dibin, diajon ser namûs û rûmeta me, me dikujin, kîjan gund û bajarên me bixwazin kavil dikin. Heya Kurdên ku baweriya wan bi “demokratiya turkî” heye jî digirin û diavêjin zîndan û girtîgehan; wan dihetikînin, bi sûcê terorê tawanbar dikin û zagonên nû datînin ku wan bi darvebikin.

Û tiştên ku faşîstên erebbûyî yên îraqî û sûrî jî li başûr û rojavayê Kurdistanê anîn serê me nayên ji bîrkirin (seferberiyên enfalan, gorên komkujê di bin qûmê da, bobelata Helebce, erebkirina gund û bajaran, standina hemwelatiyê, şarederkirin, avakirina warên erebkirinê û hwd.).

Eve rewşa me li gel bêhişên Kurdistanê!

Di nava vê tirajediya dîrokî da, vaye hûn rewşa me li gel bêhişên Kurdistanê dibînin. Ji demekê heya demekê hin kiryarên provokatur li dijî vê partiyê yan jî yeka din pêktînin û wisa zûka coqên kavilkirinê sergerm dibin (mebesta me komên gêj û Beko-Ewanane) û bi rola xwe dilîzin; heşer-meşer radibe (nûçe bêyî ku bêne piştrastkirin zûka belav dibin, hişê gelê me bi derew û hêlehêlan li hev dixin, rûyê wî çepel dikin, dest bi dijûnan dikin û bi her tiştê pîroz sond dixwin û hwd.).

Di wê demê bi xwe da jî yên sergerm û sînornenas ji partiyên Kurdan li gor durişma êlîtiyê “li gel birayê xwe be, çi zordar be, çi zorlêkirî be” tevdigerin û li pey coqên kavilkirinê diçin. Hîngê êriş û êrişên dijber, sûc û tawanbarî, dijûn û vekolana tiştên kevin destpêdikin. Bi vî awayî Kurdan ber bi daxwaza dagîrkerên Kurdistanê va diajon (Kurd bi Kurd bikuje, hesin bi hesin bikute), daku ew li me şabibin û cîhan qerf û henekên xwe bi me bike.

Gelo “xêza germ” ya Kurdistanî li kû ye?

Di rewşeka wisa da diviyabû rêveberên partiyan wek mendel û kilîta aramiyê li pêş gelê me bana; diviyabû yekser û bê perwa evên bêhiş û sergerm bidana aliyekî û biryarên tund li dij kesên sergerm di nav partiyên xwe da bidana, daku nekevin nava pirojeya kavilkirinê, ya ku gelê me belav û şerpeze dike û armanca wê pêxistina agirê şerê navxweyî ye.

Tiştê tê xwastin ewe ku çiqas cudahiya bîr û bawer di navbera rêveberên partiyên Kurdan da hebe, divêt “xêzeka germ” di navbera wan da hebe ku li gor pêwîstiyê di wê rêyê ra bi hev ra li rastiyê bigerin gelo ew çi ye? Û wê bidin pêşiya gel. Bi taybetî jî dema ku mijar bi sembol û durişmên neteweyî û hestiyar va girêdayî be. Divêt ew yên bêhiş û sergerm li cihê wan rawestînin; kî dibin bila bibin, û gelê me ji van xem û barên giran vehesînin. Xem û barên giran ji dest dagîrkeran berê têra me ye û bêhtirî hêz û şiyana me ye.

Ev tiştê ku li ser zemînê pêktê bêhêviyê peyda dike û her bi tirs û sawe. Em nizanin çi di serê rêveberên partiyên Kurdan da digere û dizîvire? Ew hin caran li gel van mijarên xeternak bi dîtineka partîtî pir teng dinihêrin û tevdigerin; bi giyanê zelalkirina hesabên kevin, ne bi giyanê çareserkirina kêşeyan, û di encamê da kesên bêhiş û sergerm têvedidin ku hên bi berfirehî tiştan kavil bikin.

Wisa tê xuyakirin ku ev bêhiş û sergermên Kurdistanê hin bi hin dibin lobiyekî bi hêz û êdî destpêkirine ku – bi awayekî neyekser be jî – bandorê li helwesta partiyan dikin û ew di van tewrên xwe da serkeftî dibin ku aliyekî li dijî yê din têxin helwesteka dijminane û wisa Kurdistanê di navbera partiyên Kurdan da bikin tirad û meydana dijberiyên xwînî.

Gelî partiyên Kurdistanê!

Ey gelê qehreman û hên jî bindest!

Rûmeta gelan kesên hişmend avadikin û ne kesên bêhiş û sergerm.

Çi diba bila bibe, divêt Kurdistan her rizgar bibe!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev