Firîda Hecî Cewarî, 82 saliya te pîroz be!

Firîda Hecî Cewarî, 82 saliya te pîroz be!

Salihê Kevirbirî

Matematîkzan, fizîkzan, pedagog, rewşenbîr û nivîskar Firîda Hecî Cewarî | Frida Jawari 82 salî ye. Pîroz û bimbarek be!

 

Firîdeya Hecîyê Cindî (Firîda Hacîyêvna) şayan û layîqê kitebên mezin e ku mirov li ser wê binivîse. Lê ji bo xatirê 82 saliya wê dixwazim derbarê wê de çend tiştan li vê derê binivîsim.

 

50 salan bû ronahî û rê nîşanê şagirtan kir

Firîda Hecîyê Cindî mamosteyeke wisa mezin û qedirbilind e ku gelek şagirtên wê bi dereceyên bilind ve hatine rewakirin û xelatkirinê. Meta Firîdeyê bi qasî 50 salan mamostetî kiriye û hezaran şagirtên kurd, ermenî û ji miletên cuda li ber destê wê fêrî ilm û zanyariyê bûne. Wê li Yêrêvanê li dibistana 34an bi qasî 5 salan, li dibistana 122yan salen dûvedirêj, di dawiyê de jî li kolejeke li Yêrêvanê mamostetî kiriye.

 

Firîda Hecîyê Cindî di 50 salên mamostetiya xwe de, 30 salan serokatiya beşê fizîk-matematîkê kiriye. Meta Firîdeyê di kitêba xwe ya “Bîranînên min” de li ser zîrekî û serkeftina şagirt/xwendekarên xwe de wiha dinivîse: “Xwendekarên min pir caran di Olîpiyadayên Matematîkê de ne tenê li Ermenistanê, her wiha li temamiya welatên Sovyetê de cihên bilind û bi rûmet digirtin.” Şagirteke kurd – Mîdîya Têmûr, ku li dibistana Firîdeyê xwendîye û xilaz kirîye, keça kurdan a yekemîn e, ku fakûlteya rojnamegerîyê ya Ûnîvêrsîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov xilaz kirîye.

 

Xwediya gelek ordên û madalyayên mezin

Firîda Heciyê Cindî xizmetên wisa mezin ji welatê Ermenistan û Sovyeta berê re kirine ku beramberî van xizmetan bi xelat û medalyayên mezin ve hatiye xelatkirin û rewakirinê. Çend xelatên ku Meta Firîdeyê wergirtine ev in:

 

  • “Hûrmetnameya Wezareta Ermenistanê Ya Ronkahiyê” (1962)
  • Madalyaya “Ji bo karê Efatiyê” Bi minasebeta 100 saliya Lenîn (1970)
  • Nîşana “Serkeftiya Pêşvana Sosyalîstiyê” (1975)
  • Navê “Mamoste-Mêtodîst” werdigire (1979)
  • Sê caran wekî “Endama Şêwra Navçeya bajarê Yêrevanê ya bi navê Şahûmyanê tê hilbijartin (1971, 1982, 1984)
  • Ordêna “Ala Karkirinê Ya Sor” (1981)

 

Meta Firîdeyê hê dema 22-23 salî bûye, tevî rehmetiyê bavê xwe Heciyê Cindî tevli xebata “Elîfba” û “Zimanê Kurdî” dibe ku wekî kitebên hazirkirina dersên kurdî têne naskirin.

 

Piştî wefata bavê xwe Heciyê Cindî û helaliyê xwe Şaîrê kurdê eyan Fêrîkê Ûsiv, piştî temenê 60-70 saliya xwe, dest bi karekî pir hêja û girîng dike. Meta Firîdeyê di van salên dawî de gelek kitebên her du ewledên gelê kurd ji nûve amade kir, da çapkirin û pêşkêşî kitebxaneya kurdî kirin.

 

Ez bixwe gelek şanaz û serfiraz im ku li mala wan a Ermenistanê çend caran li Meta Firîdeyê qesidî me. Cara yekem dema bûm mêvanê wan, dayîka wê Zeyneba Îbo (Xanima Heciyê Cindî) li heyatê bû û min derfet û mecal dît ku pê re sohbeteke xweş bikim. Lê mixabin di saxiya wî de ez rastî Mamosteyê mezin Heciyê cindî nehatime.

 

Keça ‘Bavê Zargotina Kurdî’, mamoste û nivîskarê mezin Heciyê Cindî, Firîda Hecî Cewarî 10ê Berfanbara 1934ê li Yêrevana paytexta Ermenistanê hatiye dinyayê.

 

Meta hêja û dilsoz Frîde;

Canê sax û emrê dirêj ji bo te dixwazim…

Bi hêviya ku emê hê gelek caran rastî hev bên û 100 salî, 110 salî û 120 saliya te jî pîroz bikin…

 

Desteya Rêvebir ya malpera Riataza jî bi dil û can rojbûna Firîde xanimê pîroz dike, jê ra tundurustîyeke baş û jîyaneke bextewar dixweze.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) – Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. EFANE EMIN

    Моя семья от всей души поздравляет дочь великого курдского фольклориста и ученого АджиеДжнди дорогую Фриду Джавари с 82-летием, желаем ей здоровья и спокойствия в этом совсем неспокойном мире. .

Şirovekirin hatine girtin.