Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

FLAŞ – Li Hewlêrê xwepêşandan e!

FLAŞ – Li Hewlêrê xwepêşandan e!

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, ji bo protestokirina daxuyaniyên parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd, xwepêşandan tê kirin.

Demjimêr 10:30ê îro danê sibê (10-12-2016), li navenda bajarê Hewlêrê, bi tevlîbûna hejmareke zêde yê hemwelatî û pêşmergeyan, li hember daxuyaniyên parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd, xwepêşandaneke berfireh dest pê kir.

Fermandarê Hêza Taybet a Gulan Mensûr Barzanî, ku di nava xwepêşanderan de bû û ji Rûdawê re got; “Em weke pêşmerge, sivikatiya li hember pêşmerge û malbatên şehîdan qebûl nakin. Daxwaz dikin, ku tenê bi lêborînekê ev parlamenter neyê efûkirin, bê cezakirin.”

Barzanî herwiha got; “Xwîna şehîdan pir giranbuha ye û divê sînor ji bo wan kesan bê dayîn ku sivikatiyê bi vê nirxê gel dikin.

Parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd di bernameyeke televizyonî ya kanala Dîcle ya iraqî de sivikatî bi jinên pêşmergeyên şehîd kiribû û îdia kiribû, ku beşek ji jinên pêşmergeyan, piştî ku hevjînên wan şehîd dibin, ji ber hêjariyê ne çar dibin laşê xwe difiroşin.

Ebdulwahîd herwiha îdia kiribû, ku pêşmerge gundên ereban têk didin.

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/101220164

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev