Komîsyona Venedîgê: Tirkiye bi tasfiyeyan hiqûqa navneteweyî binpê dike

Komîsyona Venedîgê: Tirkiye bi tasfiyeyan hiqûqa navneteweyî binpê dike

‘Komîsyona Demokrasiya Ewropayê Ya Bi Riya Hiqûqê’ ku di warê makezagonan de organa şêwirmendiya Konseya Ewropayê ye, eşkere kir ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15-ê Tîrmehê bi hezaran mamoste, polîs, leşker û mamûrên dewletê hatine tasfiyekirin, avêtin û girtin.

Li gorî vê komîsyonê ev yek tê wê wateyê ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Komîsyon roja înê li Konseya Ewropayê civiya û daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê hikûmeta Tirkiyê bi tevgerên xwe, sînorên makezagona tirk û hiqûqa navneteweyî bi têra xwe derbas kiriye.

Komîsyona ku Tirkiye jî endama wê ye dibêje ku di van tevgeran de keyfiyetek heye û ev yek bi zelalî eşkere dibe.

Li hêla din Tora Lijneyên Darizandina Ewropayê ENCJ, statuya çavdêriyê ya Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran HSYK-yê betal kir. HSYK dezgeha herî bilind a endamên dadgehên Tirkiyê ye ku Wezareta Edaletê serokatiya wê dike.

ENCJ sedema biryara xwe wiha eşkere kiriye: “HSYK ji hikûmeta Tirkiyê ne serbixwe ye.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev