Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nîjerya dîsa bû gola xwînê: 56 mirî, 57 birîndar

Nîjerya dîsa bû gola xwînê: 56 mirî, 57 birîndar

Nîjerya dîsa bû gola xwînê. Di du êrişên xwekujî de herî kêm 56 kes mirin. Berpirsên Nijeryayî diyar dikin ku gumana wan li ser Boko Harama terorîst e.

Yusuf Mûhammedê yek ji serkarên herêma teqîn pêk hatiye, encama herdu teqînan ji raya giştî re eşkere kiriye û metirsiya li ser welatê xwe eşkere kiriye.

Serkarên leşkerî jî diyar kirine ku herdu êrîş bi awayeke plankirî pêk hatine.

Terorîstên Boko Haramê ji sala 2009-ê ve li herêmê bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi hezaran kesan.

Piştî çalakiyên xwekujî li herêmê operasyon hatin destpêkirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev