Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rapora McLaren: Ji 1000-î zêdetir sportvanên Rûs doping kirine

Rapora McLaren: Ji 1000-î zêdetir sportvanên Rûs doping kirine

Encama lêkolîna Mclaren eşkere bû. Li gorî vê lêkolînê di navbera salen 2011-2015-ê de ji hezarî zêdetir sportvanên Rûs dopîng kirine ku di nav wan de sportvanên xwediyê madalyayên Olîmpiyadê jî hene.

Li gorî lêkolînê bikaranîna dopîngê bandora xwe li 30 beşên sporê kiriye ku di nav wan de fûtbol jî heye.

Nivîskarê raporê hiqûqzan Richard McLaren diyar kir û got: “Em li vir behsa kaoseke bêkontrol dikin ku bala xwe daye ser standina madalyayan û di vî warî de bûye komployeke rêkûpêk û xwediya dîsîplîneke xurt.”

McLaren diyar dike ku di Olîmpiyadên London 2012-ê de bêrêtiyeke gelekî mezin hatiye kirin ku heta niha nehatiye dîtin.

Rapor dibêje ku bikaranîna dopinê rûmeta Şampiyonaya Atletîzmê ku sala 2013-ê li Moskovayê û Olîmpiyadên Zivistanê ku sala 2014-ê li Soçiyê hatine kirin jî xistiye.

Rûsya di Olimpiyadên Londonê de 21 jê zêr 72, li Soçiyê jî 13 jê zêr 33 madalya standibû.

Li hêla din Rûsya rapora McLaren rexne û şermezar kir. Serokê Federasyona Curlinga Rûsyayê û Parlamenter Dimitri Svişev, ji Ria Novosti-yê re got ku ew li benda van buxtanan bûn. Ne tiştekî nû ye. Ew îdîayên vala ne û li dijî me ne. Gava hûn Rûs bin hemû gunehan li ser we dinivîsin.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev