Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rûsya: Li Helebê 1096 çekdar çekên xwe danîn

Rûsya: Li Helebê 1096 çekdar çekên xwe danîn

Li gorî Ajansa Spûtnîkê ku navenda wê li moskovayê ye, li rojhilatê Helebê ji hezarî zêdetir çekdarên ji muxalifên rejîma Suriyê çekên xwe danîne û xwe radestî hêzên artêşê kirine

Serfermandarê Giştî yê Artêşa Rûsyayê Sergey Rudskoy diyar kiriye ku bi giştî 1.096 çekdar herêmên rojhilatê Helebê terikandine û xwe radestî Artêşa Sûriyeyê kirine.

Rudskoy derbarê rewşa dawî ya Helebê de daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku 953 çekdar hatine efûkirin û lêpirsîna derbarê çekdarên din de jî berdewam dike.

Sergey Rudskoy her wiha eşkere kir ku ji sedî 93-yê Helebê ketiye bin kontrola Artêşa Sûriyê û heta niha 10.500 sivîl jî hatine veguhestin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev