Kurdistan di salên şerê 80î yên sedsala 19an da – 2

Kurdistan di salên şerê 80î yên sedsala 19an da – 2

Me di 68 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa duduyan a bi sernavê ”Kurdistan di salên şerê 80î yên sedsala 19an da” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

Berhemên kurdzanên me – 69

Li Kurdistana Îranê pevçûnên di navbera eşîretên kurda û dîwana şah hetanî dawîya salên 80î yên sedsala XIXa jî berdewam bûn. Ew xwesma di salên 1886-1887a da gumreh bûn. Welatparêzên kurd wek berê ber daxazên Tehranê, ku xwexwetîya kurda kêmtir bikin, zordarîya aborî li ser wan xurttir bikin, bi mêrxasî ber xwe didan.

Eşîra deşt bi derebegên Îranê ra şerekî giran danî. Sebebê tevrabûna kurdên deştî ew bû, ku hukumdarê Ûrmîyê mîrlaw (pismîr) Cehansuz-mîrza, wek dibêjin, lingê xwe li guhê xwe dixist (ecêb û nenere dianîn serê gel)(30). Serekên kurda Heso beg û Bedir beg, ku lawên serekeşîr Hesen beg bûn, ku zindana Îranê da miribû, desteyên şervanîyê amade kirin û bi mêranî dijî eskerên şah şer dikirin. Pêşmerga bi xwe jî gelek cara êrîş dibirine ser eskerên hukumetê û heta gihîştine ber derê dîwana welîyê Ûrmîyê jî(31).

Di dawîya meha nîsanê sala 1887a da qebîla gewirk jî hat gihîşte pêşmerga, yên ku ji qezeya Serdeştê û wilayeta Soûcbûlakê bûn. Serekê qezayê Izzetulle xan revî Soûcbûlakê. Pêşmerge bi bangekê berbirî welîyê mentîqê Seyfeddîn xan bûn. Wana nivîsî bû, ku ew bona wê yekê rabûne cengê, “ji ber ku hukumdarê Serdeştê zordestîyên nebînayî dike û me bi hovîtî dizêrîne”(32).

Bi vî awayî, hema bêje temamîya Kurdistana Îranê nava tevgera miletîyê-azadarîyê da bû. Niştimanperwerên kurd bi mêranî navçeyên xwe yên çiyayî ji eskerên şah diparastin, ku bi jimara xwe û çek-sîlihên xwe va ser kurda ra bûn. Desteyeke eskerîyê ya mezin weke 2500 sîyarî şandine dijî qebîla gewirka. Lê dîwana Îranê, ku ditirsîya eşîrên kurda yên ji navçeyên mayîn jî bên, bigihîjine wana, macbûr ma berdaxwarina bike. Welîyê Soûcbûlakê Seyfeddîn xan bi daxaza pêşmerga, ku Izzetulle xan ji text bavêjin, razî bû û dewsa wî hukumdarê Serdeştê – kurdê mukrî Ahmed beg kivş kir(33).

Pêşmergên qeza Ûrmîyê jî bi ser ketin û li wir şer hetanî dawîya sala 1887a jî berdewam kir. Hukumeta şah, ku hêvîya xwe ji wê yekê birî, ku wana bi zora çek-sîliha bîne rayê, li wir jî berdaxwerin (kompromîs) kirin û bi serekeşîra ra kete nava pêwendîya. Ewê Cehansuz mîrza ji kar avît, çend qulixên bilind dane serekên kurda(34).

Di nava şerkarîya kurdên Îranê ya azadarîyê da demekê bêdengîyek peyda bû.

Qewmandinên li Kurdistana Tirkîyê û Îranê yên di salên 80î yên sedsala XIXa her dem di bin guhdarîya Rûsîyayê û xwesma, Îngilîs da bûn.

Nûnerên Brîtanîya Mezin îdî gelek cara bi armancên casûsîyê û sîyasî bi seredan berê xwe didane Kurdistanê. Ji bo nimûnê, meha çileya paşin sala 1886a mihandizê eskerîyê yê ordîya Bêngalîyê (Brîtanîya Hindîyê) serhing Bêl hate Wanê. Ew bi riya Îskenderûn-Meletiye-Xarpêt-Dîyarbekir-Bitlîs-Wanê ser temamîya Asîya Biçûk ra derbaz bû. Li Bîtlîsê Bêl dîna xwe da avayê eskera û cebirxanê. Çawîş Trottêr nameyên ku ji mîsîyonêrên Amêrîkayê ra hatibûne şandinê, raberî serhing kirin, yên ku înformasyona fire dane serhing derheqa navça ku ew lê qesidîye(35).

Bêl ji mehekê zêdetir li wilayeta Wanê ma û bi gotina konsûlê Rûsîyayê yê berê li vira A. M. Kolyûbakîn, Îngilîs û Tirkîya kemaleke stratêgî ya mezin didane wê seredanê, “di hêla dakutana li Pişkavkaza Rûsîyayê, eger şerê bi Rûsîyayê ra destpê bibe û bona dûrxistina hêzên dijmin ji xeta Qers-Êrîvanê”(36). Bêl tevî konsûlê Îngilîs yê berê li Wanê Laş û mîsîyonêrên Amêrîkayê materyal berev kirin derheqa rê-dirbên wilayeta Wanê da, gelek wêne û xerît kişandin, dîna xwe da kar û barê eskerên sultan, bala xwe da rewşa eşîretên kurda ya eskerîyê-sîyasî, rastî çend serekeşîra hat.

Serhingê Îngilîs ji Wanê derbazî Kurdistana Îranê bû, paşê dîsa vegerîya Tirkîyê û çû Hekarîyê. Ew çû Cûlemêrgê û bi metranê (keşa) aşûrîya mar-şîmûn ra qise kir, herwiha di nav nêstorîyana da gerîya, li ku, bi gotina A. Kolyûbakîn, binecîya dida bawerkirinê, ku “çeka nedine tirka û kurda û wana dernexine himberî xwe, lê ya sereke, bi rûsa ra nekevine nava pêwendîya”(37). Ji temamîya karkirina Bêl xuya dikir, ku ew sipartina hukumeta Brîtanîyayê ya taybetî diqedîne. Dû çûyîna Bêl li Hindistanê, Laş li Hekarîyê kivş bû, yê ku diçû Mûsilê, ji ber ku wî kivş kiribûn wek konsûl. Ewî di nava binecîya da bi aktîvî propoganda Îngilîs dikir. Hema di wan çaxa dîplomatên brîtanî yên rex dîwana şah – Barnham, Gînes, Raylî û yên mayîn dihatine mentîqên kurda yên Împêratorîya Osmanîyê û Îranê û li wir guhdarîke mezin datanîn li ser nêstorîyana.

Karkirina pîre-pîrekirinê (perçekirinê, hedimandinê, jihevkirinê) ya nûnerên Împêratorîya Brîtanîyayê yên eskerîyê-sîyasî li Kurdistanê dîplomatên Rûsîyayê, yên ku li wir dixebitîn, gelek nerehet dikir. A. M. Kolyûbakîn, mesele, bi hewar-gazî elamî baylozê li Sitembolê A. Nêlîdov kir, ku “ji alîyê sîyasî da înglîs wê nava demeke kurt da bighîjine serketinên mezin. Ewana, ku ber pera nakevin, wê him serekên ruhanîyê (olî-dîndarîyê), him jî piranîya serekên milet, û pey wan ra jî temamîya milet, bînine alîyê xwe”(38).

Li vêderê qesta A. Kolyûbakîn tewlebazîyên înglîsan e di nava binecîyên Kurdistanê yên xaçparêz û nêstorîyana da. Lê casûsên Îngilîs di nava kurda da jî bi aktîvî kar dikirin.

Di dereca propoganda îdêologîk da hevalbendên wan yên ji Dewletên Amêrîkayê bi wan ra ketibûne qoşê. Di dawîya sedsala XIXa jimara mîsîyonêrên Amêrîkayê li Kurdistanê bi carekê va zêde bû. A. Kolyûbakîn, ku demeke dirêj konsûlê Rûsîyayê bû li Wanê, firsenda wî hebû bi xwe dîna xwe bide karê wan. Ewî nivîsîye: “Mîsîyonêr, ku karê xweyî bingehîn propogandayê dihesibandin, wan xorta hetanî dawîyê fêrî kûrsa (hînkirina li dibistana.- N. X.) ne dikirin, yên ku ser dînê xwe diman. Zîrekî û zanebûnên wan xortan bendî tiştekî hesab ne dikirin…”. Nasîya nêzîk bi kar û emelên rêberên Amêrîkayê A. Kolyûbakîn anîne ser wê bawerîyê, ku “propoganda ne tenê armanca mîsîyonêra ya sereke ye, lê herwiha ya tek-tenê ye, lê karê hînkirina di dibistana da, ew tenê perde ye bona bighîjine armanca xwe ya bingehîn”(39).

Hema xût ew xudan dida kivşê, ku rast e, “qulixdarên Îsa” bi durûtî elam dikirin derheqa alîkarîya ji bo merivên xwe yên nêzîk da, lê ewana bi tu awayî alîkarî nadine binecîyan di karê pêşketina malhebûna gundîtîyê, karê sine’tkarîyê û hela pakkirina alîkarîya doxtirîyê ji bo binecîya, “Emirkana (xelqên Amêrîkayê) ewqas xwe dane karê propogandayê, ku karekî usayî giring piş guhê xwe va avîtine, wek ku alîkarîya bizîşkîyê-hemşîrîyê ye. Di temamîya para bakûr-roava Tirkîya Asîyayê tu nexweşxanek, cîyê qenckirinê an jî dermanxane tunene, ku kîsî mîsîyonêra hatibin çêkirin û birêvebirin; mîsîyonêrên doxtir bi xwe jî praktîkê nakin an jî wêya usa dikin, ku alîkarîya wan gelekî hindik dighîje milet”(40).

  1. Kolyûbakîn testîq dikir, ku rûyê tevbûna mîsîyonêra nava karê binecîya yê hundur li bajar û gundên Împêratorîya Osmanîyê û Îranê da nerazîbûn û tevlihevîyên mezin dibin. “Emirkan, ku di nava zeynetê û kêfê da dijîn,- wî berdewam kir,- lezetê ji wê yekê dibînin, ku hukumî li ser binecîya dikin. Ne bi dilê binecîya ye, ku ew li vir in, lê ji bêçarîyê dikevine bin tesîra wan û bi a wan dikin… Lê li vira jî merivên usa hene, ku ber emirkanên sert û berk nerazîbûna xwe eşkere dikin; û jimara merivên usa her diçe, zêde dibe; lê ew jî mînanî dengekî di nav berîyê da ye…”(41).

Sîyaseta bindestkirinê û teslîmîxwekirinê, ya ku ji alîyê mîsîyonêra da dihate xebitandinê, gelekî bi dilê alîgirên sîyaseta dagîrkarîyê bûn, xwesma Îngilîs, û ji ber wê jî wana piştgirîya “terefdarên Îsa” kirin(42). Awa, gava dîwana tirka bi hîvîkirina binecîyên Gebarê zor li emirkana kirin, ku ji wira herin, nûnerê Îngilîs W. Wîlyams di komîsyona sînorkişandina Tirkîyê-Îranê da piştgirîya emirkana kir(43).

Tevbûna mîsîyonêra ya aktîv di nava jîyana sîyasî ya Kurdistanê û navçeyên Tirkîyê û Îranêye mayîn da, gelek cara firsend dida dewletên kapîtalîstîyê bona zordestîyê li ser serokatîya wan welatên Rohilatê bike, bona wana mecbûr bikin bi daxazên dagîrkarîyê ra qayîl bibin.

Çap û hêza emelên propagandîstên Amêrîkayê li Rohilata Nêzîk di dawîya sedsala XIXa himberî dema buhurî gelekî zêde bûn. Derheqa wê yekêda ew jimar şedetîyê didin, ku derheqa Împêratorîya Osmanîyê (piranî derheqa Kurdistanê da) da nin. Di sala 1845a Asîya Biçûk da serhevdu 34 mîsîyonêr-protêstantên emirkan, 12 alîkarên wan yên ji binecîya û 7 dibistan hebûn, li ku weke 135 merî hîn dibûn(44). Ew dibistan li Dîyarbekirê, Mêrdînê, Xarpêtê, Sêrtê û cîyên mayîn hatibûne vekirinê. Di salên 80î yên sedsala XIXa li Tirkîyê îdî 45 hêwirgehên “sereke” û 254 hebên “ser dereca duda” yên mîsîyonêrên emirkan, 98 mizgevt hebûn, lê jimara mîsîyonêra zêde bû û gihîşte 129a(45).

Çend salên dinê şûnda, sala 1890î li Asîya Navîn 177 mîsîyonêr, 791 alîkarên wan yên ji binecîya, 117 mizgevt, 11 709 “lêkolîner”, 464 dibistanên destpêkê, 26 dibistanên xort û mêra, 18 dibistanên keç û jina û 5 kollêc bi 16 990 şagirta va hebûn. “Bi vî awayî, jimara tevayî ya protêstanta dighîşte 28 667a,- serhing Pûtyaga derheqa van reqema da dinivîsî.- Niha (salên 1895-1896.- N. X.) ew diha zêde bûye û hema bêje digihîje 30 hezar kesî, lê paşdemê da propoganda protêstantîyê wê diha bi lez pêş bikeve”.

Pûtyaga dida kivşê, ku dibistanên mîsîyonêrîyê da guhdarîke mezin didan ser fêrbûna zimanê înglîsî, û armanca mîsîyonêra ew e, “ku hukumê xwendevanên wan dibistana di temamîya welêt da bê belavkirinê. Ew jî ji bo wê bû, ku dibistan bela-belayî bûn, ser hev nîbûn û ser temamîya axa Asîya Tirkîyê bûn”(46).

Serokatîya Dewletên Amêrîkayê kemaleke mezin didane karkirina rêxistinên mîsîyonêrê xwe li Împêratorîya Osmanîyê, yê ku her tişt dikirin bona belakirina hukumê Amêrîkayê li vî welatî. Hewaskar e, ku lêkolînerê dîroka sîyaseta der ya DAY û pêwendîyên wan bi dewletên mayîn ra L. Sîrs bi xusûsî dida kivşê, ku “daxazên Amêrîkayê yên bingehîn li Tirkîyê bi mîsîyayên xaçparêzîyê va girêdayî ne”(47).

Bi karkirina karmendên Amêrîkayê yên ruhanîyê-propogandîstîyê ra tevayî ewana derheqa halxweşî û dewlemendbûna xweda jî difikirîn. Mîsîyonêra ji navbenda xwe ya li Bostonê perên mezin distandin û li Kurdistanê erd, mal û milk dikirîn û weşanên xwe yên cihê-cihê difrotin, ku ji Amêrîkayê distandin.

Awa, bi gotina konsûlê Rûsîyayê li Dîyarbekirê M.Yakîmanskîy, di dawîya sala 1879a emirkana tenê li vî bajarî 18 mal kirîn, ku buhayê wan bi tevayî dikir 22 hezar fûnt stêrlîng û di wan da buhayê hezarek fûnt stêrlînga eşîya hebûn. Ji dema sala 1868a hetanî sala 1879a mîsîya li Dîyarbekirê 2700î zêdetir Încîl, weke 300 pirtûkên dîndarîyê û 6300 pirtûkên ruhanîyê firotin, ku cema wan dikir 53 827 pîastir(48).

Rêxistinên Amêrîkayê yên mîsîyonêrîyê yên mayîn jî, ku li Kurdistanê û navçeyên Împêratorîya Osmanîyê û Îranê da bûn, karê vî awayî dikirin. Dagîrkarîya îdêologîyê ya Dewletên Yekbûyî li welatên Rohilata Nêzîk û Navîn gaveke tivdarekdîtinê (amadekirinê, hazirkirinê) ya giring bû bona berdewamkirina dagîrkarîya aborî û eskerî-sîyasî li Asîyayê û Afrîkayê, û DAY di stadîya kapîtalîzmê ya împêrîyalîstîyê da bi êgintî destbi vî karî kiribû.

Şerkarîya dewletên împêrîyalîst bona zevtkirina kolonîya, xwesma di dawîya sedsala XIXa da gumreh bû û di vê rewşê da Almanîya qeyserîyê jî destpê kir Kurdistanê da aktîvî nîşan da. Lê dîsa jî di karê dagîrkarîya van cî û warga da rola sereke ya Împêratorîya Brîtanîyayê bû. Ewê bi her awayî hewil dida di van navçeyên kurda yên bi stratêgî giring da cîyê xwe mehkem bike, ku Tirkîya Rohilatê û Îrana Roava bin kontrola xweda xweyke, û usa jî tirsa li neyarê xwe yê Asîyayê – ango, Rûsîyayê bifirîne, ku piranîya dema sedsala XIXa gelek erd xistibû bin destê xwe.

Lê “problêma kurda” wek faktora pêwendîyên navnetewî di dewrana împêrîyalîzmê da ji goveka vê lêkolîna me der e û ew jî têmake xebateke cihê ye.

Çavkanî:

  1. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke, 1-9, dokûmênt 8, sal, dokûmênt 20, belge 49-50. Malûmatîya serwêrê konsûlxana sereke ya li Azirbêcanê (Îranê) Pêtrov li dêpartamena Asîyayê ya 5ê çirîya paşin sala 1887a.
  2. ASDR, fond 40, dokûmênt 1202, belge 251-254. Malûmatîya serwêrê konsûlxana sereke li Azirbêcanê Ponafîdîn ya 14ê çileya pêşin sala 1886a.
  3. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke, 1-9, dokûmênt 8, belge 15. Malûmatîya Ponafîdîn ji bo Dêpartamênta Asîyayê ya 21ê gulanê sala 1887a.
  4. Dîsa li wir, belge 23. Malûmatîya Ponafîdîn ji bo Dêpartamênta Asîyayê ya 18ê hezîranê sala 1887a.
  5. Dîsa li wir, belge 48-49. Malûmatîya Pêtrov li Dêpartamênta Asîyayê ya 5ê çirîya paşin sala 1887a.
  6. ASDR, fond 30, dokûmênt 1572, belge 1-2. Malûmatîya konsûlê li Wanê Kolyûbakîn ji bo Nêlîdov ya 7ê çileya paşin sala 1886a.
  7. Dîsa li wir, belge 16-17. Malûmatîya A. M. Kolyûbakîn ya 31ê çileya paşin sala 1886a.
  8. Dîsa li wir, belge 74. Malûmatîya A. M. Kolyûbakîn ya 10ê tebaxê sala 1886a.
  9. Dîsa li wir, belge 76.
  10. A. Kolyûbakîn, “Karkirina mîsîyayên protêstantîyê li para bakûr-rohilata Tirkîya Asîyayê”,- “Nûçenameya para Kavkazê ya rêxistina Împêratorîya Rûsîyayê ya erdnîgarîyê”, cild IX, weşan 1, rûpel 120-121
  11. Dîsa li wir, rûpel 125.
  12. Dîsa li wir, rûpel 133.
  13. Binhêre, ji bo nimûne: ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke 1-9, sal 1837, dokûmênt 16, belge 11. Malûmatîya serwêrê konsûlxana sereke li Tewrêzê N. V. Xanîkov li Dêpartamênta Asîyayê ya 12ê çileya pêşin sala 1856a; ASDR, fond 30, dokûmênt 1798, belge 58. Malûmatîya konsûlê li Dîyarbekirê M. Yakîmanskîy ji bo baylozê li Sitembolê A. B. Lobanov-Rostovskî ya 15ê çileya pêşin sala 1879a.
  14. Binhêre D.W. Marsh, The Tennesseeans in Persia and Koordistan, pp. 114-122.
  15. D. V. Pûtyaga, Notên derheqa Asîya Biçûk da,- “Berevoka materîyalên erdnîgarîyê, xerît û wêne kişandinê û statîstîkîyê derheqa Asîyayê da”, weşana 66, rûpel 37-43.
  16. A. Kolyûbakîn, Karkirin...,- “, “Nûçenameya para Kavkazê ya rêxistina Împêratorîya Rûsîyayê ya erdnîgarîyê”, cild IX, weşan 1, rûpel 108.
  17. D. V. Pûtyaga, Notên derheqa Asîya Biçûk da,- “Berevoka matêrîyalên erdnîgarîyê, xerît û wêne kişandinê û statîstîkîyê derheqa Asîyayê da”, weşana 66, rûpel 37-43.
  18. L. M. Sears, A history of American foreign relations, New York, sal 1938, p. 390.
  19. ASDR, fond 30, dokûmênt 1798, belge 54. Malûmatîya M. Yakîmanskî ji bo baylozê li Sitembolê A. B. Lobanov-Rostovskî ya 15ê çileya paşin sala 1879a.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev