Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rostemê Zal û Birzoyê kurê wî

Rostemê Zal û Birzoyê kurê wî

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema şêstûnehan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşeke wê a bi sernavê Rostemê Zal û Birzoyê kurê wî” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

Ji nimûneyên zargotina me – 69

Rostem hebû kurê Zal bû, Zal kurê Al bû, Gêlo, Gêvo, Guhderdî Pîr, Tûsî Nezer, Eylaz, Eyvez, Qeyk, Peyk-ew pelewanê wî bûn.

Zalê go: -Guhderdî Pîr, miqatî Rostem bin, dijminê Rostem hene. Dijminê Rostem usa hene, wekî Rostem ji mala min derkeve, dijminê weyê koka we bîne.

Rojekê Guhderdî Pîr, ew û Rostem dikine şer. Rostem go.

-Guhderdî Pîr, go, ezê ravim te li dîwêrxim, tuyê pêva bivî sîvax bisekinî, bivî cil bisêkinî, ezê te biçelqînim.

Guhderdî Pîr go. -Rostem Zal, ezê gurzekî bidime nav çevê te, texim, tu heft tevekê erdê herî xarê, te batmîş bikim.

Rostem aqil bû, rabû da fikira xwe: “Ez Guhderdî Pîr bikujim, xelqê me bikene”. Rostem ji ber rabû. Xeyîdî ji mal derket, çû şeherê Zeynkerî kafir.

Zeynkerî kafir dijminê bavê wî bû, ewî gazî pelewanê xwe kir.

Go: -Gelî pelewana, go, hûn zanin dijminê me ji mala xwe xeyîdîye, lazime ki, qîzeke min heye, navê wê Zeyneve, ezê bidime Rostem, jêra bive jin. Wextekê kurekê jêra bive, ji qîza min. Hergê kurê wî mezin bû, emê îja ji mala xwe derxin. Kurê wî gihîşt, bû pelewan, mezin bû-şerê me wan heve, ezê îja kurê wî berî wandim, koka wana biqelîne.

Îja wextekê ava şeherê Zalê ji şeherê Zeynkerî kafir dihat. Çûn ava şeherê Zalê birîn. Zeynkerî kafir, pelewanê wî ser birîn. Cav dane Zalê, go:

-Ava şeherê te birîne.

Go. -Guhderdî Pîr, tuyî zefî qoçaxî, here pelewanara şer bike, ava şeherê me bê.

Zeynkerî kafir berî Rostem da, ji mala xwe da derxistinê.

Kurekî Rostem, navê wî Birzo, xwe jî nevîyê Zeynkerî kafir hebû. Birzo binpîya dîwana Zeynkerî kafir sekinî bû. Pelewana cav dane Zeynkerî kafir: “Ji mala Zalê ava şeherê te birîn”.

Birzo go: -Çawa, kaliko, çawa qoçaxin, ava şeherê te birîn, qe pelewanê te tunenin? Kaliko, ezê herim. Ji xwera mereke çil pûtî, merekê çêkim, ji xwera bidim girêdan. Sivê ezê herim ser avê, avê bidim berdan, bînim şeher.

Zeynev diya Birzo bû, qîza Zeynkerî kafir bû. Nevîyê Zalê çû li ser avê, ava şeher ber bi şeherê Zeynkerî kafir berda. Diya Birzo li ber kurê xwe sekinî, go:

-Birzo, ez bi qurba, şûr kalanê xwe nabire.

Birzo jêra go: -Çawa, Zeynev, şûr kalanê xwe nabire?

-Lemak nabire, Rostem bavê teye, Zalê kalikê teye, tê herî tê bi wanara şer bikî. Ew apê tene. Guhderdî Pîr apê teye, Bedih Cemal apê teye, dîsa birê Rosteme, gerekê tu neçî. Tuyê herî apê xwe bikujî.

Birzo got: -Dayê, go, ezê herim, apê xwe bicêrbînim, çika pelewanîya wan çawane?

Guhderî Pîr gihîşte Birzo, jêra da xebera.

Go: -Apo, meke.

Guhderdî Pîr gurzek avîte Birzo, Birzo rabû ser pişta hespê, ew girt, da ber xwe, danî erdê. Peyra Eyvaz hat-birê Guhderdî Pîre. Birzo ew jî girt. Zeynev li ber Birzo sekinî, go:

-Birzo, Zeynkerî kafir wê apê te bikuje, gerek tu cavê bidî Zeynkerî kafir: “Girtîk ez digirim, dengmîş nevî. Ew girtîyê, ku tu dengmîş bivî, ezê koka te û pelewana biqelînim”.

Zeynkerî kafir cav da pelewanê xwe, go:

-Kûçikê xwayê xwe nas kir, usa nas kir, ez heme, ez kurê Rostemim.

Birzo go: -Heta niha Zeynkerî kafir digot, tu kurê minî, min nizanibû ez kurê Rostemim. Ew mabû, min koka apê xwe, pelewanê apê xwe temam biqelanda.

Birzo vegeriya li ser Zeynkerî kafir, go:

-Heta naka te çima negot tu kurê Rostemî, te digot tu kurê minî?

Birzo rabû, apê xwe da berdanê. Ew apê xweva li pelewanê şeherê Zeynkerî kafir xistin, nîvê pelewanê wî kuta kir. Zeynev li ber sekinî, go:

-Ez bi qurbana te, ji bona xatirê min, bavê min-Zeynkerî kafir, gerekê tu bavê min bibaxşînî, nekujî.

Go:- Wekî usanê, min bavê te baxişand.

Rostem xeyîdî bû, hatibû şeherê Anaê, neçûbû malê, ji bona Guhderdî Pîr neçûbû mala xwe. Çû şeherê Anaê, cem Loşî Zalim.

Birzo go: -Apo, -ji Guhderdî Pîrra got, -em çawa bavê xwe bivînin?

Go:- Bavê te çûye şeherê Anaê. Tu zanî em çawa bikin? Emê vira devê çemê ava Reş, emê xiravîyê bikin, merîya qir bikin. Cavê bighîje Loşî Zalim-şeherê Anaêda. Wê bêje: “Çi bûye ?” Wê bêjin: “Cerd derketîye”. Rostemê xwe bide pêşiya wan, wê bê ser cerdê dewê. Li wêderê tu û Rostemê şer bikin. Ezê wî çaxî bavê te nîşanî tedim, tu bavê xwe nas bikî. Me nas kir, emê bêjinê:

-Loşî Zalim, heta niha bavê min xeyîdî bû, çima ew mala te xirav bû, te du merî bidana pêşiya Rostem, te banîya teslîmî Zalê bikira: “Zalê, heta naka Rostem cem min bû, çevê te ronayî, dîsa Rostemê te sax û silamete”.

Birzo bavê xwe nas kir, go.

-Apo, -apê wî Guhderdê Pîr go, zanî, go, ez îro bavê xwe bicêrbînim, we zef salixê bavê min dida, digot: “Zef pelewanekî qoçaxe”.

Ewî Rostemva şer kirin. Gurzek ji gurza avîte Rostem, hesavê çawa meriv kelpetanê bavê diran-nava goşt ji devê mêriv derxe, usa gurzê wî ji Rostem girt.

Rostem gurzê xwe avîte Birzo, hesavê zarokê, çawa ku zarek sêvekê bavê dîwarekîxe. Birzo go:

-Bavo, ez kurê teme, ez ji bona te hatime. Tu hatî cem Loşî Zalim. Şikir min tu dîtî. Gerekê tecîra min bibaxşînî min, çawa ku tu dîtî. Gerekê tecîra min bibaxşînî min, çawa ku tu bavê min, min gurzek li te xist, min tu cêribandî.

Qîrîna Rostem, kûstî-mestîya serê xwe ji bera derxist. Pelewanekî usa qoçax bû.

Ji wê şûnda Rostem bi Birzo û Guhderdî Pîrva tevayî vegeriya, hate mala xwe.

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. bekir yalçın

    hemu nıviskaro dirokzan ez destu piye we maçıdıkım.jıwe tika dıkımş vana bınivisın kı emji bıxinın kı hayame jı dirokame hebe sıpasjı wera.

Şirovekirin hatine girtin.