Birano, ez êzîdî me

Birano, ez êzîdî me

Dewrêşê Laleşî

Ez ne nezan û xeşîm me
Xwedîyê tevn û teşî me
Şiyarbin wext dereng dibe
Belê ezî Laleşî me

Fermana de Şengalî me
Di şerran de Kobanî me
Paytext bi min çeleng dibe,
Birano ez Amedî me

Çiyayî û Dêrsimî me
Zozanî me, Serhedî me
Dema germyan reng reng dibe
Mêrxasekî Hewlêrî me

Hevalbendê Şêr Qazî me
Li Mehabadê gazî me
Li Çarçira bîn teng dibe
Bi hêvî û daxwazî me

Ji eslê qedîm, Arî me
Şehadê rojên tarî me
Cî li serê kê teng dibe
Hêvî û alîkarî me

Lawê Dewrêşê Evdî me
Birayê Kurda tevdî me
Rojê qewama ceng dibe
Li pêşîya her kesî me

KURDİNO, EZ ÊZÎDÎ ME….!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev