Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Gotthold Ephraim Lessing (1729-1781) – 1

Gotthold Ephraim Lessing (1729-1781) – 1

Keda Lessing

Werger: Wezîrê Casim

Ev wergera delal Dr. Casimê Wezîr ji almanî kirîye ku kurdekî Gurcistanê ye.

Em jînenîgarîya wî dramatûrg, derhêner û peykersazê kurd li jêr raberî we dikin: 

1964 – Li Tbilisiya paytextê Gurcistan ji dayîk bû.

1971 – Dibistana navîn/bi zimanên Gurcî û Rûsî.

1979 – Xwendegeha Wênekarî û P’eykersazî, (3 sal) wekî pêşekarîyekî.

1984 – Aktîvîstekî komîtêta ciwanên K’urd ya rex Komîtêa Komsomolan ya Navendî,

            ya  Gurcistanê. Pişt ra serokê wê k’omelê.

1987 – Serokê Navenda Çandî û Rewşenbîrî, li Meclîsa Netewî, ya K’urdên

            Gurcistanê.

1987 – Înstîtûta Şano û Sînêma ya Hukumatê. Fakûltêta Çand û Rewşenbîrîyê,

            beşa Rêjîsorîya Şanoa Gelêrî, (4 sal)

1988 – K’armendê Sînêma Stûdîo “Gruzia Film”, alîkarê ronahîdar.

1989 – Şanogerê Şanoa Gelêrî ya k’urdî, li Tilbîsê.

1990 – Fakûltêta Dramatûrgîyê, di Akadêmîya Huneran, (3 sal)

1993 – Şêwirdarê pirsêd Çanda Kurdî li Komîsyona Parlamênta Gurcistanê.

Dîtina Kurdistana Başûr, M.Barzanî, C. Talabanî.  

1997 – Li bajarê Köln-ê; Rêjîsorê Şanoa Koç’er û Botan. Mamostê zimanê k’urdî li 

            Dibistana Almanî da.

2005 – Damezirdarê Hostexana Sênarîo û Fîlmprodûksîona bi navê: Three World

            Midia li Almanya/Köln. Hevdamezirdarê Shekhanfilm ê.

2014 – Destanîna Doktora di Zanista Dramatûrgî da. Profêsorê Fîlmdramatûrgî. 

Zanînêd zimanan; Gurcî, Rûsî, Ermenî, Almanî, K’urdî.

 

Niha jî beşa pêşin a wergerê bixwînin û dewlemendtîya kurdîya wergêr texmîn bikin û werine ser wê bawerîyê, ku bi zimanê me yê şîrin her berhemên edebî û zanyarî bi xweşî têne wergerandin.

(Dûmayîka wergerê emê sibê raberî we bikin).

Keda Lessing

1

N.G.Çêrnîṣêvskî* k’esayetîya Lêssîng wek „Bavê wêje ya Almanî ya nû“ binav kir.

„Wî, ew hêz da wêjeya almanî, da ew bibe navenda ç’evdêrîya jîyana gel û bû nîṣandarê r’ê ya rast. Wî, pêṣveçûna ramana netewî bi lez kir“. Derheqa k’eda dîrokî, di rewṣenbîrîya Lêssîng da, Çêrnîṣêvskî wiha dinivîsand. Wî Lêssîng dida rêza mezintirîn nivîskar û rewṣenbîrên Alman û bi rêzeke mezin, ku ew laîqî Monografîyekî*1 taybet kir.

„ Nivîskarekî k’edmezin, krîtîkêr, t’êorêtîkêrê rêalîzmê li wêje û hunerê, cengvanê bêtirs dij polîtîk û desthilata dêrê ê dema xwe. Lêssîng, qenctirîn t’aybetîyên kûltûra almanî ya hûmanîtar, di xwe da pêkanî, ku ser bingeha wê mîratê hêzên dêmokratî, yên netewa alman xwe spartinê.“

K’armendîya lîtêrarî ya Lêssîng digihê p’arê duê sedasala 18-an. Almanya wî demî di rewṣa binpêkirina polîtîk û netewî da dizêrîya. Ji ṣerê wêranker ê 30 salî, Almanya di nîvê sedsala 17-an da, ewande p’îre-pîreî bibû, ku zêdetir ji 300 mîrtî (Kelatî) jê pêkhatibûn, ku bin desthilata çînên dewlemenda bûn. Ew çînên bûrjûazîya kelan, ṣerên wêrankirinî li hev dikirin û ev bedbextî dibû giranî ser ṣanê gelê alman.

Paṣvemayîneke êkonomîkî ya k’ûr, her usa p‘îrebûna polîtîkî, derfet didane dewletên desthilatdar, wek Fransa û Înglis, bibine xudan-dagirkerên Almanya. Bûrjûazîya alman, gelek zordestî li xelqê xwe yên bindest dikir, ku di kelan da xulamtîya wan dikirin û her wiha ji paṣvemaîna bindestên xwe, ber ç’evên xwe reṣ kiribûn û rêz didane zimanên desthilatdaran, û wek zimanê „mînakî“ ya civata arîstokratî ya s.s.  17-18-an, kiribûn  zimanê fransî.

Burg Herrschaft*,  Burger-ên alman, bi t‘aybet serokantîya çîna bilind ya dewlemend, ku bi awayekî xulamî mezinatîya dagirkeran dinihêrîn, ne jî dikaribûn bergirîya xwe bo yekgirtina Almanya bikirana û her usa rakirina mafê desthilata kelan ra ṣerkirana.

 

N.G.Çêrnîṣêvskî *-

Monografî *1-

Burg Herrschaft*- Burg=(Kela.alm.)-Herrschaft=(Mirtî.Xudantî.alm.)

 

Ew dema ku Înglis û Fransa s.s. 17-18 -an da, lîtêratûra xwe ya netewî zor bi hêz efirandin, wêjeya arîstokratî (burger)î ya almanî ji zor ji gel û edetên netewî ya alman veqetîyay bû û mohra jêwergirtinê, yan ç’evpêkirinê lê hebû.*1

Û dîsa jî, di wê rewṣa terîbûn û wêranî da, daxwazên pêṣketî ên dêmokratî xwe dîyar dikirin. Yek ji roniktir kesayetîyan, wek mînaka viyana werguhartinan, berhemên Lêssîng bi xwe bûn.

Wek nivîskar û krîtîkêr, Lêssîng ala dijberîya Absolûtîzma*almanî hilbirand. Ew bû piṣtgirê îdêalên Hûmanîzm*ê fêrizî û azadîyê. Lêssîng bangdana e‘firandina wêjeya  almanî ya netewî dikir, li ku jî derfeta bi hêz ya hiṣyarkirina hêzên aqilê gel dikare bibe bingeha nûzaîna netewî.

Ew huner û rewṣenbîrîya çînên arîstokratîyên kelan,  ya jêwergirtî, ku hêj di hêza xwe da bû, Lêssîng dikir, ku xwezaîbûna kûltûra almanî rêgehên nû bo xwe veke, li ku jî gel, di rewṣa heyî da, bi  rêgehên dêmokratî, azadîya his û ramanên xwe dîyar dike.  Ew dij veqetîna wêje ji jîyanê rabû. Dij îdêalîzekirina paṣvemaîna almanan, her wisa dij Rêaksîonîzma Nationalizmê. Lêssîng ṣer dikir bo edetên wêje ya tradîsîonêl ya netewî, bo îdêên netewî yên bilind, bo rastîya jîyan di nîṣandanên xwe da, bo bêtirsîya nîṣandana rastîyê, ango rêalîzmê, ku derd û kedera gelê alman dîyar dike.

Dramên Lêssîng, û pêrîodekê pey ra, berhemên Goethe û Schiller, (ku ser rêgeha wî çûn)bûne mînakên cêhbicêkirina îdêalên Lêssîng.

2

Gotthold Ephraim Lessing, li 22.01.1729 li bajaroka Kamens, (Saksonia Almanya) li malbata pastor (k‘eṣa yê katolîkan) jidaykbû. Hê di xortanîya xwe da, Lêssîng dijberîya xwe û zanista mirî  ya sxolastîk* ya dema wî da heyî hest kir. Ji bavê xwe bo xwendina Theologie ṣandîyê Ûnîvêrsîtêta Leipzig, Lêssîngê cahal cêgehê wê berê xwe dide Philosophie, Philologie, Şanogerî.

Nenihêrî hêrsbûna malbata oldar, ew katê xwe yê azad di civaka aktêrên ṣanoa Leipzig derbaz dike, ku bi birêvebirîya Aktrîsa s.s.18 ya zor bi navûdeng, bingehgirta Klasisizmê, Karoline Neiber bû. Sala 1748 k’oma Karoline Neiber, bi serkevtî pyêsa komêdî ya xortanî ya  Lêssîng “Zanyarê ciwan“ danîn, ku qerfan li tîpê zanyarê cihal a wê dema Almanya dike.

Salên xwendina Zanîngeha Leipzig, (1746-1748) Lêssîng dibe dêîstê-azadramanvan. Di vî demî da ew dest bi rojnamavanî dike.

Almanya fêodalî, ya demên Lêssîng da,  nivîskarek ji kelayetîyan, tenê hîngê dikarî rewṣeke nîve da aborîbaṣîyê, heger wî dest ji jîyanazadî bikiṣanda û bik‘eta bin desthilata Mêsênatê wî kelayetîya wî e’rdî, dewlemendekî alman be, yan yekî bîyanî.

*1=

Absolûtîzma*=

Hûmanîzm*=

Heta aqilmendên Almanya ya zor bi xîret ya s.s. 18-an neç’ar bûn ew rewṣa wan binp’ê dike bipejirandana. Lêssîngê cahal dij wê hebûnê serê xwe ra kir. Karyêra professorê Zanîngehê ra, ku hemî bin desthilata xweseran bûn, yan jîyana nanoziko ya poêtekî ber hewṣa dewletîyan, Lêssîng nîvbirçîbûn, lê azadî da jîyana lîtêratorekî profêssîonal hilbijart. 1748 da Lêssîng derbazî bajarê Berlin dibe û bi giṣtî xwe dide xebata wêje û rojnamenivîsînê.

Li Berlin ê Lêssîng helbestan dinivîse, Êpîgraman,* qelîbotkan*û komêdîên ṣanogerî. Di nivîsên xwe yên civakî da, ew rexnevanîyê Gotschied* û Lange û ên din dike. Ew qerfan li wan nivîskaran dike, ku bo nanekî û qulixekî û xelatan, xwe ber desthilatdaran ditewînin. Rexneyan li wan dike bo nedîyarkirin û xemilandina rewṣa gel ya xirab. Ew zanyar û zanyarîbûnên ji „k‘arxaneyên“ yan „hostexaneyên“ bi terefgirtinî ya çînên bilind rexne dike. Wan  Pêdantan* û Pêdantîzmê tewanbar dike, ku berê xwe nadine derd û daxwazên gelê Alman ya dema xwe.

Nenihêrî wê, ku Lêssîng wek qenctirîn rexnegir, rojnemevan  û berhemdarê Almanya tê nasîn, ew her di tengavîya aborî da ye. Xên ji wê, ruhê Lêssîng her berbî gel û xebata praktîk dikiṣîne, ew dixwaze nêzîkî pêlên xelqê be, ew bi karê wêjevanî qaîl ne dibû. Ji ber vê, sala 1760-î, dema ṣerê heft salan, Lêssîng pêṣwazîya gûbêrnator*-ê Schlesie (Şlêzîe) gênêral Tauensin, bibe sêkrêterê wî, dipejirîne. Jîyana derbazkirî di qulixa general Tauensin da li bajarê Breslavl ê, (1760-1765) wî ra bûn dibistana jîyana praktîkî û li gel wê jî, salên xebata bargiran, ya nivîsînên t‘êorî û ramanvanîyê. Di vî demî da Lêssîng du berheman die’firîne, ku bi naverokên xwe berhemên bingehdar bûn bo pêṣxistina wêjeya netewî ya Almanî. Traktat* „Laokoon“ û drama „Minna von Barnhelm“.

Lessing qulxa Tauensin dihêle û vedigere Berlin. Lê jîyana paytexta Prussie dêspot î, wi zor sil dike. „Bila li Berlin ê, kesek bibe xwedî wêrînê û dengê xwe bo alîkarîya xulamên kelayetîyan bilind bike, her usa dij zordarî ya xweserên (despotizm) çînên desthilatdaran, wek Fransa û Danemark ê.“ – Wiha, pey çûna xwe Lêssîng hevalê xwe Nikolay ra dinivîsand, ku zor jî gazî wî dikir, vegere Berlin a pesindayî – „Berê xwe bide vê rastîyê û tu dizanî, ku kîjan dewlet li Europa, heta îro wek Almanya paṣvemaîtir bi xulamîya gel dimîne.“ (25.08.1769) Lêssîng ra nas bû rêjîma tund, ya eskerî û polisî,  ya monarxîa dema Fridrich ê 2-an û qet dilnîyayî pê ne dikir û her usa xîyalên werguhartinên qencbûnê.

Armanca wî, bo xwe trîbûneke civakî ya guncav bibîne, ku berê xwe bide guhên gelekan, ne t‘enê çînê xwenda û perwerdewergirtîyan, 1767 –an da, Lêssîng neç’ar dike derbazî bajarê Hamburg ê be, li ku jî ew dibe birêvebirê Şanoa nû damezirayî. Li gor ramana Lessing, Şanoa Hamburg-ê, ku bi serbixweyî li bajarê azad û ne di Kelayên çînên Desthilatdaran da hate damezirandin, ku bi zincîrên feodalî ya binpêkirina mafên xulamên Kelan hêj didomîne, divîya bibûya sit’ar û hêvîyek bo dijberîya hunera goveka çînên zordarên feodali û qenctirîn hêzên mirovî, yên felsefe û îdeologiya wî ra diguncin, ango hêzên herî qenc ên bilindkirên çanda almanî ya netewî, dora xwe berhevkira. Lê belê, ew destpêka niṣtimanperwerî ya Lessing û hevalên wî, ji alîyê bûrjûazîa Hamburgîyan, rastî piṣtgirîyê ne hat. „Xembarî her bo peredankên xwe dikin.“ Rêzûltata xebata Lessing, bû berhema wî ya dudan, ya gir bi navê „Dramatûrgî ya Hambûrgê“.

Pey têkçûna Şanoa Hambûrg, ku kêmtir ji du salan jîyan kir, Lessîng, da nanekî bixwe û her usa destgirtîya xwe binanke, (1771 Eva König dibe destgirtîya wî) ew neçarbû pêṣwazîya Herzog ê Braunschweigê, bibe birêvebirê Pirtûkxane ya wî li bajarokê Wolfenbüttele da. Ew nana zor tehl bû. Lessing neçar bû azadîya xwe bindest bike, da xizmeta mîrikekî da bijî. Her li 1776 an da, Lessing karî mirazê xwe bi cîh bîne û destgirtîya xwe ra bibe cot. Jina wî Êva, ji astengîya t‘unebûn û derdan, bi bedbextî ya wî ra pey salekî dimire.

Salên t’enêbûnê û bedbextîyan hêza kesayetîya Lêssîng, hestê wî yê neteweperwerî ne ṣkênandin. Ji bajaroka Wolfenbüttel Lêssîng, dijberîya xwe bi Rêaksionîzma Dêra Fêodalîparêz ra didomîne. Lessing berhema rewṣenbîr Reymarus, ku rexne ya pirtûkên Bîblîa, dide weṣandin. Ew bi tenê, tê „meydana cengê“ dij k‘omek k‘eṣayan û „birêvebirên felsefa t’êologî ya Lüthêranî“. Girîngîyeke t’aybet, bo ramanvanîya almanî ya civakî, ew polêmîka* Lessing bi giremêrên Dêrê, rêaksionîstekî nas ya wî demî, Götze hebû. Wan gotûbêjan da Lessing bi dilṣêrî piṣtgirîya azadîya fêrizî dikir, mafê mirovêd zanistê di danistandina gel ra. Li gor ṣikîyatên Götze parêzvanîya desthilatdar yê Braunschweig ê, qedexe ya (1778) „ Anti-Götze Pamflet“ ya Lessing der anîn, ji ber ku rexneyên wî bingeha îdêologîya Dêrê dihilṣand. Ew yeka zor bi kujerî tehsîra xwe dida ser wan dijberên derewkar.

Li Wolfenbüttel ê Lessing her du drama yên xwe yên dawî û giranbuha die’firîne; „Emilia Galotti“ û „Natanê Aqilgiran“ ku di naveroka xwe da rexneyên tund li zordarîya oldaran û politik î dike. Lessing 15.02.1781 dimire.

3

Lessing, girenavdarekî rewṣenbîrîya Bûrjûazî ya Dêmokratîk,  ya Almanya bû, ku xwedî berztirîn mejû û ramanvanîya almanî, ya s.s.18 tê hesabê. Giremêrek, ku bû rûmeta bi alav, di k‘arê  dijberîya „Mafê Kelayetîyan û k’oletîya mirovan bi her cûreyî“, parêzvanê perwerdeê, azadîya mirovan,  mafên jar û desttengan, ṣervanê mafên gelan.

Lessing piṣtovanîya daxwazû întêrêsên berfireh ên gel û p’irgovekîya çînên civata dêmokratîk ya netewa alman bû. Paṣvemaîna  Almanya s.s.18-an, nerêkûpêkbûna polîtîkî ya Bürger-tî ya, (parvekirina desthilatên Kelayatîyan) ku zor ji îdêên ṣoreṣê dûr bûn û zordaran ra diguncîyan. Passîvbûna civata Almanya ya wê demê, mohra xwe ya dîrokî, ser rewṣa giṣtî ya t‘evgera rewṣenbîrîya almanya hîṣt.

Dijberîya xwe li gel Absolutizm-a almanî, Lessing dest pê kir û demeke dirêj ser Çand, Wêje û Huner  rawestîya bû. Parêzvanîya îdêên fêrizî, hûmanîzm û azadîyê da, ew bêwestan, bi bawerî û dilgermî dijberîya çînên oldaran, ku piṣtgirên feodalizm-ê ne radiweste. Ew bo îdêalên jîyana mirov, ya damezirandina kesayetîyek bê tirs.

Di nehevbeṣbûna (cudabûna, ferqa) ṣoreṣgerên demokratiya Russia ya s.s. 19-a, Lessing, bi kirên xwe, ne gîhîṣte asta ṣerê ç’ekdarî dij hebûna rewṣa polîtîkî û sosîalî ya absolutizma wê demê. Her tenê demên dawî ya jîyana xwe, wek Çêrnîṣêvskî binav dike, ku têkoṣîna Lessing bo efirandina literatura netewî û dij olperestên xaçparêzîyê, di warê hiṣyarkirina gelên kole, yên bindestên kelayan, dest bi dana rezê xwe da, li ku jî ramanvan Lessing ji pirsgirêkên Hunerê, zor caran berê xwe dide polemik-a felsefî û problêmên jîyana politik-î û sosîalî.

Cîhandîtinî Lessing, di milmilaneyî li gel Olperwerdeî ya Dêrê damezirî. Temenê xwe yê xortanî da, navbera xwe û rêlîgîon (ol) da birrî, ew salên 40 î da dibe Dêîst* lê pey ra, bi nasdarîya xwebixwe, bi sîmpatîyekê k’ûr diçe Matêrîalîzmê*. Balk‘êṣîya xwe bo felsefa materializm ê Lessing li sala 1780 da dîyar kir. Di hevpeyvînekenas da li gel fîlosof-îdêalîst Jakobi, (evî publikation a wê t‘omara hevpeyvînê, pey mirina Lessing weṣand). Di vê dîalogê da, Lessing digotê, ku her yek felsefe ya rastîn heye, – ew jî, felsefa Matêrîalist Spinoza*, li gor kî jî; ewî, L.g ne ku du Substans*, lê belê yek substans dipejirîne. Ew Xweza (Siruṣt) ye, ku bi yasayên xwe ya hemdem, jîndare, bê ku alîkarîya xudê lê hebe.

Di hêza paṣvemayîna Almanya s.s. 18 a, Lessing ne karî rabe temametîya matêrîalîzma felsefî. Di berhema xwe ya dawî felsefî da „Perwerdekirina cisnê mirovahîyê“* (1777-1780) ew dîrokê di hestekî îdêalîzmê da dinirxîne, wek prosêsa pêṣveçûna têgîhîjtina mirovahîyê, ku ji fehmên nizim, ji ramanvanîya olperestî hilradibe û xwe digihîne hizrên jîr, fêrizî û azadîyê. Nenihêrî hindik pêkolên dîyar, yên ramanvanîya dîalêktîkî*, Lêssîng, wek zor kes rewṣenbîrên s.s. 18-an, di dîrokê da Êvolusyoneke* hêdî û zor bi hemdê xwe pêṣveçûî didît. Ewî pêwîstîya têkelbûna werguhartinên ṣoreṣvanî, ango çekdarî, ne dipejirand û di wê dîtinê da bû, ku destgeha werguhartina, ango werguhartina bi awayê perwerdeguhartina moralî û çaksazî, ango rêformên perwerdeyî, bo tehsîrkirinî ser mirovî, wek destgeha qenc ya serekî girîng didît. Lêbelê, li gel wê jî, dijberîya Lessing ya praktîkî da, beramberî hebûna desthilata çînên fêodalîzma K’oletîya Kelayetîyan da, hewldanên wî yên rexnevanî  da, bînînên wî ên matêrîalîstî jorbûn li ser îdêalîzma wî dikirin.

Yek ji rontirîn taybetmendîya Lessing-merivî û nivîskarî-ruha wî ya ṣervanî bû. „Meriv bo kirinê hatîye e’firandin û ne bo ramanvaniyan“, awiha wî di berhemêd xwe yên fîlosofî ya destpêkê dinivîsand. Nepejirandin û dijberîya zanistîyeke ji jîyan û rastî veqetandî, zanisteke odeyan, armanca anîna huner û zanistê bo sûd û daxwazên jîyanê-wiha bûn t‘aybetîyên cîhandîtin û vîzîonên* rewṣenbîrên alman yê mezin.

Jîyana giṣtî, ya Lêssîng her dijberîyê da buhurî. … „Ew bixwe, krîtîka sax, ya dema xwe bû û jîyana wî her wisa, polêmîk* bi xwe bû“. – a wiha derheqa wî da Heinrich Heine* dibêje. Bingehîntirîn berhemê wî, („Laokoon“, „Dramatûrgî ya Hambûrgê“ û h.w.d.) di formeke polêmîk ya t’und û bi têmpêramênteke (ruhalozî) t‘am ênêrgî*( energy) hatîye nivîsîn. Şerê Lêssîng, bi dijminên wekî serokê Klassîsîzma almanî Gotsched, (Gotṣêd), wergervanê Horasiûs*

pastor (keṣa) Lange, ku yek ji zanistên navûbangtirîn ê Poêzî * ya „Kelayetîyê“ nase, Antikvar* Klotz, Theolog-ê Reaksîonêr*, pesindarê oldarîyê Götze, jîyana ramanvanî ya Almanya hejand, bû yarmetîdarê hiṣyarkirina govekên dêmokratî yên pêṣvebir. Daxwaza ji dilê  germ, bo helwestandina jîndarvan, zanînên hunerî, ku ne bi tenê qulixa* zanistê da bin, lê belê her wisa jî bo bilindkirinî astê jîyan ê vîyanî, ev bûn mebestên hewldanan di berhemên Lêssîng da.

Di nava rewṣenbîrên bûrjûazî, ya s.s.18 î, zor kes hebûn, ku gunên xwe gel dianîn, lê bawarîya wan li fêrizîya govekên civakan da nebû, ji ber ku wan perwerde bo çînên astberz dipejirandin, wek prîvîlêg* ek hilbijartîyan. Lêssîng dûrî wan rewṣenbîran bû. Ewî, ṣerê ne tenê Rêaksionêran û Obskûrantan* dikir, lê belê her usa jî dij wan çînên  bijarte yên bûrjûazî, ên ditirsîyan, ku rexnegirîya Dêr û Desthilatê nekeve destê govekên gelê alman. Hurmeta berz ya Lêssîng goveka k’arkiran ra, vîyana wî ya efirandina poêzîya rastgotinê bo gel, di nama Lessing ya 22.03.1772 –da, bo biraderê wî, poêt L.Glêîm da dîyare.

„Pêṣhatîyên Te, biraderê min, – wiha Lessing dinivîsand- gel wek cisneke mirovahî dinirxandin, ku bi kêmtirîn k’erem û feraset* hatine xelatkirin. Ji ber wê jî wan bi du alî distiran, bo xelqên bijare û nebijare, ango bindestan. Te, wek yekemîn, gel bi qîmet kir û ew goveka k’arkir, ku bi xebatên bedenî va gîro ye, ku wan ne ku nebûnî zanînî heye, lêbelê nebûnî derfetî. Te xwe kire nava wan gelan, ne bi armanca wan ji kar veqetînî, lêbelê kar û cefaên wan siviktir bikî“.

Di „Gelbawarîya“ Lessing da, wek faktoreke girîng, naveroka danîna bingeha dîrokî, yan jî tovên bilindkirina çanda dêmokratîk ya almanî bo peyhatîyan, hatîye danîn.

4

„Heger Alman ser xweda bizivire û berê xwe bide dîroka xwe- s.1842 da, Marksê cahal wiha dinivîse- ew wek wateya serekî, ya pêṣveçûna xwe ya polîtîkî ya lawaz, her usa lîtêratûra jar, ya berî Lêssîng, ew di berhema „Nivîskarên Kompêtênt“* divîne. Zanyarên profêssîonal, yên „k’arxaneyî“, lêkôlînerên „berzkirî“ yên prîvîlêgheyî*, zanyar, doktor, nivîsk‘arên ûnîvêrsîtêtan, yên bêreng, yên sedsalên 17-18 an, bi kezîyên wan ên kulûlkirî, bi pêdantîzma* wane e’silzade-bûnî û bi dîssêrtasyonên* xwe hûrnaverok, di navbera gel û ruha wê rawestîyan, her usa navbera zanist û jîyanê, her wek nevbeyna azadî û merivî. Nivîskarêd nekompêtênt lîtêratûra me pêkanîne. Gotsched û Lêssîng-hilbijêrin, kî ji wan „kompêtênt“ û kî ji wan „nekompêtênte“1.

Lessing ê cahil, yekem li Almanya s.s.18-an, ku bi niṣtecîhê xwe bêjimar mîrtî û kelayan p‘îre-p‘îreyî bûbû, wêra, p’êpelingêd çînan û e’slên fêodalan, di wêje û rexne da, bide alîkî. Ewî bê hurmetdan rexne li zanyar, berhemdarên „Kompêtênt“ dikir, xulamokêd dewlwmend û desthilatdaran dikir, ku di zankoyan da û destgehêd dewletê da bi Mantîyan (xelat) û Parîkan (p’or û kezîyên kulûlokî) da digerîyan, bê ku rêz bide plakêd wan ê zanistî û navê profêssoran.

Ji nîvê salên pêncî da, armanca Lêssîng ya serekî dibe dijberîya têorî û praktîkî Klassîsîzmê ra. Ya dawî, hemandemî da, bibû ṣerê dij destlêdanîna (tehsîra) Çanda Fransî ya Hewṣvanî,* li ser k’omelgeha alman, her usa ser Mîrtî û Kelayetîyên Almanya, ku ber ên dawî bi xulamtî çokdidan, ṣerê bo damezirandina lîtêratûra netewî ya almanî.

(dûmayîka vê berhemê emê sibê çap bikin)

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev