Gothold Ephrahim Lessing (1729-1781) – 2

Gothold Ephrahim Lessing (1729-1781) – 2

Keda Lessing

Werger: Wezîrê Casim

Ev wergera delal Dr. Casimê Wezîr ji almanî kirîye ku kurdekî Gurcistanê ye.

Di cudabûna Brîtanîa û Fransa da, ku Absolûtîzm* bingehdarê hevgirtina dewletî bû, li Almanya s.s.17-18 -an da, Absolûtîzma Mîrekan, hêz dida p’îre-pîrekirina polîtîkî, û ji ber wê wateyê ew hêza rêaksîonî bû, dij dewleta yekgirtî  ya welatê Almanan. A lewma jî lîtêratûra, ku bo wan çînên dewlemend ra qulix dikir, xeyseteke rêaksîonî di xwe da digerand. Propagandîst û t’êorêtîkêrê Klassîsizma Almanî Gotṣêd, bi taybet dema destpêka xebata xwe ya berhemdarî da, qencîyêd nas, „Lîtêratûra Bürger“-î kir. Gotsched ṣerê Fantastîk*a Nîvdeman* kir, dij t’undbûna desthilatdarên hûr, dij k‘ubarî û pozbilindîya Arîstokratan, bo fêrizî û bedîlî ya rastîyê. Di hewldanên xwe da, wêje bike hêzek bo Absolûtîzma desthilatdaran, Gotsched ew di sûdwergirtina  çevpêkirin û wergirtina mînakên çanda bîyanîyan  tîne. Kûmîr*ên (Mêrxas) Gotsched, Kornêl*, Rassîn* û nivîsk’arên klassisizma fransî ne, ji kîjanan jî wî bo xwe û gelê xwe hestên wek îdêalên bajarvanî, yekgirtinî, pafosa polîtîkî, wernegirt, lê belê her pesindanê kesên navdar da ma, ṣertan û têbînîyên wan bo „p’akî“ û „manêrên qenc“.

Dij Gotsched opozîsyona wêjemendan, bi serokantîya „Swîsrîyan“* derket-Lîtêratorên wek Bodmer û Breitinger.  Bodmêr û Braîtînger, her usa hevalên wan jî, dijbera Gotsched da gavekî pêṣda çûn. Wan Îndîvîdûalîtê* ya (t’aybetî) nivîsk’arî dip’arastin, dîyarkirina hestên azad, bangdidan xwezaê û jîyanê venivîsînin. Lê, bînînên „Swîsrîyan“ jî wek ên Gotsched, bi sînor bûn. Ew „Swîsrîyana“ pesindarên poêzîa oldarî ya viyanî bû, ku bilindkirina ruhê mirovî dike, ku ser rêgeha xwenêzîkbûna xudê dike. Xweazadkirina laṣ ji daxwaz û pêwîstîyên e’rdî. Jibervê jî rêgeha Lessing, ne li gel Gotsched her usa ne li gel „Swîsrîyan“ bû. Heger Gotsched hewl dida bo Wêje ya Almanî dergeha Şanogerîya Mîrekan veke û Bodmêr û Braîtînger û hevrêyên wan wêje dibirine ser rêgeha xudênasî, yan bo qulixa çînên desthilatdaran, Lessing dikir lîtêratûra netewî derbîne ser deṣta fire û astê berz û ya herî girîng, ser rêya pêvajoya ramana netewayetî. Ewî bangdarî wêje bû da wê bike ç’ek, bîne qulixa hiṣîyarbûna hemû govekên gelêrî ya bindest, bo wêje bibe rêber berbî civaka dêmokratî ya Almanya.

Roleke mezin û t’aybet li dijberîya Klassisizmê û konsêrvatîzma çînên poêzîa rêlîgîonî, kovara „Nameyên ser nûtirîn wêjeya almanî“ (1759-1765), ku bin rêvebirîya Lêssîng û alîkarîya hevalên wî, rewṣenbîr û xwedîyê çapxane F. Nikolay û fîlosof M. Mendelsohn dihate weṣandin. Di nama 17-an ya „Nama Lîtêratûrî da“, ya bi navbangkirî da (16.02.1759), Lessing lêdaneke bi hêz li Gotsched û nandarên wî, endamên klassisizma fransî kir. Tragêdîên Kornêl û Rassîn ra Lessing, wek kontraargûmênt* (altêrnatîv) drama rêalistî ya W.Shakespeare û tradisyonên ṣanoa almanî, di dilqê mînaka pyêsa gelêrî, ya Faust raber kir.

Têkoṣîna bo rêalîzmê, di „Nameyên wêjeya almanî ya nûjen“ da, Lêssîng di du xebatên xwe yên t‘êorîên wejeyî, berhemên wî yên serekî û astbilind; „Laokoon“ û „ Dramatûrgîya Hambûrgê“ da domand. Ev her du berhemên Lêssîng, bandora xwe dane ser pêṣveçûna ramanvanîya wêjeî ya progrêssîv, ne tenê li Almanya, her usa dervay sînorên wê. Ew digihêne astberztirîn berheman, di mîrata êstêtîka Bûrjûaz-Dêmokratîyê, ya s.s. 18 li Rojava Europa bi giṣtî.

 

„Laokoon“ ê da, (1766) Lêssîng dij nirxandina têorêtîkêrên klassîsîzmê derket, ku poêzî         „Şêwek‘arîya bi zar e“. Nivîskar û t’êorêtîkêrên klassîsîzmê ser radiwestîyan, ku erk‘ê poêzî, ya serekî, nîṣankirineke plastîkî, awayê ṣêwaî ye bo nirxandin û dîyarkirina „siruṣta“ ciwane. Poêzî, (Helbestvanî) divê rastîya hebûna siruṣtê „rengîn“ bike, ne dîyarkirina rastîya matêrîalîstî, lê belê dinya xîyalî, wek ya xudaên mît’ologîyan, mîran, qeyser û mêrxasan, ku serpêhatîyên wan, ên bêguhêr, her teze û nemir in. Erk’ê Poêtan*- nivîsîn-wênekirina „kesayetîyên“ e’silzade, arîstokrat, bi awayekî „berzkirî“, her usa, hewildan, ne bo rastîyên hûr-hûr, lê belê bo nîṣandana ciwanîya wî di îdêalên ṣêwekarîya hestbilind da. Bînîna poezîê, wek nirxandin, dîyrkirina ṣêwek’arîa „xweza nazik“, ew ramanvanî dikire alîkarê destgeheke têkôṣînî û pêṣveçûna ruhanî, dikire xemleke dêkoratîv, ya hunerî bo „hewṣên“ çînên dewlemend.

Di dijberîya têorêtîkêrên klassisizma s.s. 18 -da, Spênsî û Pop ên Brîtanîyan ra, her usa Keylüs ê Fransî ra, Lêssing p’erwerdeyên cudabûna  yasayan di navbera hunerên ciwan û poêzîê danî. Hunerên Ciwan û Poêzî di „Ç’evpêkirin“ li xwezaê dikin, dibêje Lêssîng. Erk’ê wan her du huneran, dîyarkirina sirûṣtê ye. Lê, her yek beṣa hunerê ek’ê xwe bi awayekî xwe dîyar dike, bi destgehên t’aybetîya xwe, ku ew derfet da ye bide. P‘eykersazî û Şêwekarî, xwe digihînine -hunerên Hewayî. (prostranstvennim) Poêzî – hunera Demî ye.  Tiṣtên hunera yekem û duyem da hene – “Laṣ“  in. Tiṣtên hunera Poêzî da heye – „Bûyere“. Ku ber Peykersazî û Şêwek’arî, bi ronbûn û berbiç’evbûnê da dadixwe, xwedagirtina dilqan (oblik) di tiṣtan da, Poêzî, warên din da, ser wan her du beṣên huneran ra rawestîya ye. Poêzî dikare pêṣveçûna jîyan dîyar bike, bûyer û alôzîya hestan bi awayekî ewande berfihre û pirrengînî, bi awayekî çûneke k’ûrbûnî di nava hebûnên vîyan û hisên  veṣartî di nava ruhan da, ku Peykersazî û Şêwekarî wê nikare.

Poêzî hunereke zêdetir berfire ye, – dinivîse Lêssîng – ewê ra ciwanîyên usa destgihîjin, ku Şêwekarî nabe xudanê wan destgihîjan. (dostijeniya)

Nihêrîna ji Lêssîng pêṣwazîkirî, xwedî mbest û têbînî bû, di Lîtêratûrê pêdivîyeke lêpîvan û dîyarkirina rastîyê,  bi awayekî berfire heye. Pêdivîya diyârkirina rêalîzma dewlemend heye, Dînamîka* wê ya sax, Dramatîzmê. Şêwekar, – dinivîse Lessing – dikare yek momêntek, (kurtedemek) her yek lipitîn, ji jîyana guhêrkar bîne ser perçê sipî, ew jî her ji yekalî be, yanê ji xala lêpîvanekê be. Dijberîya wê da, hebûnerk’a (naznachenie) poêzîê, nîṣandana jîyanê ya ji werguhartina wê pêṣveçûna wê da hildayî, dîyarkirina alozîyên hestî da, rûdaw û hereketên mirovan da, poêt dikare wan mijaran da xwe di wî demî da k’ûr bike, gava peykersaz yan ṣêwek’ar her bi yekalîyane, wan mîmîk û gêstîkên fîgûrên xwe, wek xulekekê t’omar dike.

Lessing nîṣan dide, ku di cudabûna hunerên dîtinî da, poêzî zêdetir derfetî t‘aybetmendîkirina kesayetîyan, xeysetên mirovan dide. Ew ne het tenê derfetê nîṣandana hestên pêwîst dide, lê belê her usa yên hevbeṣîyên kêm girîng, hestên sivik û ne giranbuha, ku berhem berfihre dike.

Peykersazî û Şêwekarî, dikarin heyok, tiṣtek bi ruh, yan bêruh (emirx.predmet) ne kêm ne zêde bi ewandeyî nîṣan bidin, bi çendî ew gîhîṣtîye asta t’ambûn, ango gîhîjtin, yan k‘utabûna xwe, li gor kîjanê jî ew yeka gîhîjtîye dîyarbûna xetên xwe yên berbiç’ev.  (nîvê rûp.13) Lê Poêzî, dikare bi xwe prosêsa e’firandin û dîyarbûn,  yan  werguhartina heyokê,  yanê obyêktê, ew xetên wê ya îndîvûdûal, yên di prosêya werguhartinê tên û unda dibin, rapêṣke. Îndîvîdûalîzekirina sîlûetekî, heyokekî, ruhekî, rapêṣkirina wêneyên giṣtî, berbiç’evî, lê belê her usa jî xweberê, (amirx.) tiṣtên, xetên duemast, rapêṣkirina milmilaneyî di k’araktêr û t’aybetmendî k‘esayetî da, nikarin ne wan zêde bikin û ne jî wan bihilṣînin. A li vir, bi dîtina Lêssîng, cudabûneke prînsîpîal di navbera hunerên poêzî û ṣêwekarî da heye.

Hunerên rapêjkirinî (izobrazitelnie) berê xwe didine dîtinê; lewma jî ṣêwekar çendîjî dûrî pîvandinên îdêala ciwanîya merivî nebe, ew ji sînorên hebûna rastîyê, ango wan pîvanan zor dûr nakeve. Ev sînorpîvan, (p’ergaldanan) Lêssîng bi îlûstrasyonên* analîza peykersazî ya grûpa Laokoon* dike. Damezirdarên vê grûpê Laokoon di rewṣa zor ya bedenî da rapêj kirin. Lê belê li gel vê jî, wan ne xwest ser sînorên ciwanîyê bibuhurin, ser formên bedewbûna bedena mirovî û ew bedewbûna meriv ra nagunce, formên ciwanîya xwe unda û diltengbûna neciwanî dirust dike. Ji ber vê jî wan Laokoon ne di rewṣa qêrîn da rapêj kirin , lê belê nahlînekê da. E’firdarên Laokoon hewil didan “Rapêjkirina bedewîya astberz bi êṣa bedenî va girêdin“. „Hene alavhestî (strast) û rapêjkirina wan“ dinivîse Lêssîng, ku ew bedewbûna bedena merivan e’lewat, neṣîrin dikin, li gor wê rêwṣê rûê mirovî ewande forma xwe ya ciwanî dûr dikeve, ku beden ji qaliba xwe ya êst’êtikberz dertê û dûrî rastîya form û xetên ciwanîya cem mirovî heyî dibe. Peykersaz û ṣêwekarên kevin, yên demên antîk xwe dûrî alavhestîyên usa dikirin, ku rû û bedena meriv xwar û neciwan dikir, yanê jî hewil didan wan rapêjkirinan heta astekî nerm û êst’êtîk bikirana, da ew ligor felsefa ciwanîya wan, ya laṣê mêr yan jin bihîṣtana.

Di cudabûna peykersazî û ṣêwekarî da, mak (utverjdenie) dike Lêssîng, poêzî berê xwe dide ne tenê dîtinîyê. Ew di bandorhesta yekgirtî ya nehêsan da, pirnifṣîya (raznorodnie) xetên heyok girêdide, ku hozan helbestvan xwedî desthilate, hevgirêdan û colandinek li gel dinya dor xwe bi form û awazên taybet rapêj bike. Lewma jî poêzî dikare zor azadtir û berfirehtir ji ṣêwekarî bi rapêjkirina neciwanî da, e’lewatî da, ku silbûnê hiṣîyar dike, heger rapêjkirin ne armanca xwesere, lê belê armanca gîhîjtina nîṣandana rastîya jîyanî ye, gîhîjtina zêdetir hestên k’ûr û hestbendora (vpechatlenie) giranaste.  „Têrsît“* cem Homêros*, „Êdmûnd û Rîçard*3, cem Şêkspîr, „Ûgolîno“ cem Dantê*, sêhnên komîk cem Arîstofan*… Mînakên klasîkî, ku Lêssîng ser bingeha wan îlûstrasyona firehbûna dîapazoneke* bêsînor dide, ku rapêjkirina rêalîzma jîyanê poêzî ra bi desthilate.

Parastina rêalîzmê di wêje û hûner da, Lêssîng di „Laokoon“ da, ne tenê prênsîpên giṣtî ya êst’êtîka klassisizmê dide bin lêdanên rexneyan, lê belê her usa jî xetên konkrêt ya stîl û zimanê hunera arîstokratîya hewṣê dike. Bi wî awayî, ew tîrê rexna xwe diavêje ne sirûṣtîbûna, ango hunerîkirin, yan „rengandina“ Poêzîa Salonên* Arîstokratî, ku bi atrîbûtên

Alêgorîan* û di navbera da, bi qelîbotkên mît’ologîyan hûnandî bûn. Ne navheyîya hunerṣêweyî (vneshnyaya jivopisnost) ya rapêjkirinê, lê belê dîyarkirina rûdawê ya giṣtî, cûleya (livandin, hereket) heyokê ya der û hindur û dîyarkirina her livandinî di xetan da, bi xetnivîsên tima da – awiha ye taybetîya rastîya stîla êpîk* ya Lêssîng ser mînaka Homêros bik‘artîne.

Lessing di „Laokoon„ da, ne t‘enê dijberîya poêzîa çîna arîstokratî (T‘orinan) dike.  Di redkirina bînîna ew forma poêzîa jorvegotî, wek „Şêwekarîya Gotinî“ ew bînîna xwe,  ku naveroka poêzî divê bûyer be, (rûdaw) mak dike bi ramana xwe, ku helbestvanîya xîyal-dîdaktîkî* berhemên kûltîvîzekirina poêtên almanên kelayetîyan (bürger) sedsala 18-a ne. Rexnegirtina helbestvanîya xemilandî, „pêkanînî“ da (opisatelnaya) Lêssîng, ser bingeha rêzeke mînakan dijberîyeke prînsîpîal di navbera vegotina hebûna heyî û rapêjkirina bûyer da, ji xala bînîna hestbandora (vpechatlenie) hebûna bûyerê  vedike.  Katê Arîosto vegotina bedewbûna Alsîna dike, xwendevan nealoz dimîne, ji ber ku hindik rapêkkirina xeysetê wê bi hev ra nagunce bi dilqê* wê ya sax ra. Berevajîya wê; katê Homêros di vegotina ciwanîya Êlênê ra, qala bandora wê ser pîremêrên Troya dike, xwendevan hestbandoreke sax pê dîyar dibe, wek xudan desthilata ciwanî. Dewsa vegotina Skîpêtra* Agamêmnon*, yan mert‘ala Axîllês*, Homêros dîroka dîharbûna wan vedibêje, bi çi jî xwendevan dike ṣehedên zaîna wan. Dema hûnandinê, e’firkar, Poêt û xwendekar pozîsyona (sozercanie) xîyalkirinê nahêlin. Pêwendîya wan bi rastîya wergirtinê ra dimîne di hindurê wan da. Her ew hêdî bi hêdî, bi her alî heyoka vegotî ji her alî va dinirxînin, li gel wê jî ew bi xwe di kêlekekê da dimînin. Dijberî da, rapêjkirina aktê da (rûdaw, cûle) poêt (hozan) û xwendevan li gel wî, pozîsyona xîyalkarî dihêlin. Ew dibine ṣehede-t’evkarê bûyera rapêjkirî, bi aktîvî têkelî bûyerê dibin û ew dramatîzma hêdî-hêdî vegotî, di nava hestên xwe ra derbaz dikin. Lewma jî, wekî Lêssîng mak dike, ne vegotin, lê belê rapêjkirina bûyerê hinav û  r’ûê poêzî ya rastî ye. Bi rûbirûbûna vegotinê ra, bûyer di poêzî da, balkêṣîya hozanî bo vekirinî wêneyî rastîgotinî bûyer hiṣîyar dike, milmilaneyî kir û bûyeran, dijberîya mirovan. Cîhê ku rudaw lê nîne-jîanî lê nîne, pêwndîyeke jîyanî, ya aktîvî lê nîne û li gor wêjî poezî lê nîne.

Cenga bo rizgarkirina wêje ji girêdana klasîsîzmê û nêzîkkirina wê bi jîyanê va, Lessing di Laokoon da,  cenga efirandina îdêala mirovahî ya nû va girêdide. Di van xalên bînînan da, polêmîka* Lessing tev Vînkêlman, (Winkelmann) damezirdarê kûlta* bûrjûazîya-dêmokratî, ya antîkî li Almanya,  xwedî girîngîyeke zore. Di berhema xwe ya „Dîroka hunera kevnar“, ya (1764) ku derheqa hunera împêratorî ya Roma da ye û dibe mînak bo t’êorêtîkêrên klassisizmê, Vînkêlman wek dijberîyek mînaka îdêalên hunerî ya At’îna dêmokratîk bik’artîne. Ser wê mînaka antîkî wî mak dikir, ku ne mêtsênatîya* monarxên* „xwenda“, wek August* yan Lüdovîkê 14 a, – lê belê azadîya ramîyarî* bingehên gulvedana hunera dike. Lê bînînên Vînkêlman da her ramanên îdêalîstî hebûn. Lê Vînkêlman, ne bangawazîya cenga rastîxwazî ya azadî ya matêrîalîzmî dikir, lê belê banga lêgerîna azadîya „navxweyî“ û „derûnî“ bi çi jî

 

alozîxweṣîkirina têndênsên* rêaksîonî* ya fîlosofîya îdêalîstî ya alman, ya dawîya s.s.18 û destpêka s.s. 19 an, hiṣîyar dikir. Ewî, xasmezinbûna rastî di nehêrsbûna stoîkî* hesetên mirovî da, ku bin zêrandin û bindestîyê da bêdeng dimîne, di xwe da diçe û ji wir, ji hindurê xwe bi wan  dik’ene. Nehêrsbûna  bi vî awayî, mînakeke rapêjkirina hunûra neṣkestinî ya xîretî ye, ku dijberîya êṣ û azarên evjîyanî dike, Vînkêlman di berhema Laokoon da didît.

Dijberîya Lêssîng bi ew awayî ramanên Vînkêlman bi grûpa Laokoon ra, xwedî naverokeke ṣoreṣî ya kûr bû. Di rexnegirtina Vînkêlman da, Lêssîng ṣerê pêwendîya  passîv li jîyaneke xîyalkirinî dike, ew wêneya merivekî wêrek, netirs diefirîne, ku ji astengîyên werguhartina jîyana k‘oledarî natirse. Îdêala Lessing- ne mirovên bêaloz, „gladiatorê“ xemsare, ku bi mêrxasî ber zulim û zorîya çînên dewlemend dadixwe, lê belê merivekî mêrxase, ku li gel merivbûna xwezayî, bi hestên wekhevîya mirovan, ku xudan bawerîyên xwe  ne û bêtirs dikevine cenga neheqîya dij hest û daxwazên mirovane.

Hunera klassîsizmê, wek li her gav zorpêkera  û binpêkera daxwazên mirovî yên xwezayî, bo xwatirê mak’îna hukumatî ya Absolütizmê*, bo navê êtîkêtên hewṣî û îdêalên ṣertî ya arîstokratî, perwerdekirina wiha, li gor Lêssîng ne ku merivekî azad diefirîne, lê belê k’oleyekî. Erk’ê hunera nû, ya dêmokratîk, Lêssîng di perwerdekirina merivê bi rastî azad da dibîne. Lê mêrxasîya merivê azad ne xwebêdengkirin û berdaxwarina ber zulim û zorîya dewlemendan, ji mirovî dixwazin û ne berdaxwarina ber nebûna daxwazên wî yên sirûṣtî. Merivê bi rastî azad ewe, ku bi hestên gelê xwe dijî û bo mafên wan berxwedan dike, bê ku zor li xwe bike, ango li gor dilnîyabûna xwe bike. „Hestberzîya  yasamorala Yünanên kevin, li evîna wan li beranberî hevalînîyê jî, wek nehizkirina wan bo dijminan bû. Fîloktêt (Philoktet) di hemî azarên xwe da evê hestberzîyê dîyar dike… êṣ û azaran ew ewande sist ne kirin, ku bo xwe ji wan rizgar bike, wî birîyar da dijminan bibuhurîne û rê da wan xwe bi berjewendîyên wan da bide bik‘aranîn.“ Eve îdêala  rastî, ya r’ûê merivê berxwedar, ku Lêssîng dijberî îdêalên stoîkî*, (xwegir, bêaloz, tehmûlker) ya Winkelman û tragêdîya fransî ya klassîk rapêj dike. „ Axînên  Fîloktêt, axînên mirovane, lê kirên wî yên e’gîtane“. Ji wê ramanê û her usa ji ya din, wêneya merivê mêrxas pêk tê, yê ku ne nazik bûye û ne jî bêhis bûye, lê belê bûye yan yek, yan ê din, û ew ber mercên xwezaê dadixwe, yan guhi dide fêrizîya xwe û li gor dilnîyabûnî raman û erk’ê xwe dike.“ (L.koon.serî-4) Eva nêwarakirina (razreṣenie) problêma egîtê qenc, ku Laokoon da tê rapêjkirin, bi berzkirineke berbiçev, Lêssîng ser astî giṣtî ya êstêtîka ronakbîrîya bûrjûazî dema wî ra  bi nirx dike.

5

 

Wek hemî ronakbîrên bûrjûazî ya s.s.18, Lêssîng girîngîyeke t’aybet dide theatr ê. Wî di theatr da, ku berê xwe dide gelek astên civakê, derfeta herî xurt po propagandekirina îdêên ronakbîrî didît.

(Blagodarya) Şêkirdarîa Înglîs û Fransa s.s. 16-17, ku heta wî demî bibûne dewlêtên netewî yên yekgirtî, di wan da hê ji dema ronakbîrîya bûrjûazî ṣanoên netwî hatin damezirandin û her usa edetên theatral hatin e‘firandin. Înglîs, pêra gîhand, s.s. 16-17 da, ser xwe ra dema Şêkspîr (Shakespeare) û dramaên Êlîzabetî (Jinqiral) buhurand. Li Fransaê, dema klassîsîzmê ya s.s. 17 a, bû dema gulvedaneke berbiç’ev ya Theatre pêkhat. Li Almanya, di nîve ya s.s. 18 da di cewazbûna Înglîs, Frans û Spania da, hela drama netewî wan ne bû û her usa theatreke herdemî wan nebû. Her grûpên wan ên dageran hebûn. Li Bêrlîn û „payt‘extên din“ di hewṣên desthilatdaran da aktêrên fransî û îtalî komêdî û dramaên xwe rapêj dikirin, wexta aktêrên alman  jîyaneke nanoziko dibihurandin û belkî li heyvê çend spêktakl didan.

Li „Dramatûrgîa Hambûrg“ ê da (1767-1769) Lêssîng t’êorî xwe ya rêalîzmê ava kir û bingeha t‘êorî ya net‘ewî ya hunera netewî ya drama rêalîstî û ṣano danî.

Xwe ser Arîstotêlês spartî, Lêssîng „prînsîpa hunerê“ wek „ç’evpêkirina xwezaê“ dinirxîne. Lê belê, wek Lêssîng qenc jê têdigihê, huner ne bo ç’evpêkirinê ye, yanê bi (kopîkirin) jêwergirtinâ mêkanîkî ya passîv ji xwezaê. „Ç’evpêkirina t’am li xwezaê“ di k’ar da, tîne bêformbûn û nepey-hevhatinê. Di hewildana prînsîpa „ç’evpêkirina wekhevkirinî“ da „huner hew dimîne huner yanê ji wan huneran bilindtir nabe, ku ser peykerên mermerî, hewil dide rengên tamaran rapêjke“.

„Di xwezaê da her tiṣt zor bi hêz hev va girêdaî ne, her tiṣt bi hev ra dibe xaçer’ê, di hev da tê guhartin û bi hev tên dagirtin“- dinivîse Lêssîng. Ev (raznoobrazie) „dilqcudabûna bêdawî“ ya hevgirêdanan, bi merivî  nabe bi bînînî bête hingavtin, yan bi hestan bê wergirtin. Divê raman  bê hewara hestan, abstraksion. Bê ramanvanî meriv, çi di jîyan, çi di huner da, dibû „qurbanîya hestbandorên xulekî“, wî ne dikarî heyîên pêdivî û girîngîyan ji hev cuda bike, tiṣtên kêmbuha, ji jîyanbahane cuda bike.

 Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev