QALIMAYA DARÊ PIŞTÎ BIRRÎNÊ TÊ XANÊ

QALIMAYA DARÊ PIŞTÎ BIRRÎNÊ TÊ XANÊ

Ji bo bîranîna Elîxanê Memê

Helbestvanê ermenîyayî mezin Parûyr Sêvak nivîsîye, ku qalimaya darê piştî birrînê tê xanê. Lê gelê me jî dibêje: «Şêr dimire – çerm dimîne, mêr dimire – nav dimîne!». Û tê bêjî piştî mirina mirovekî navdar, xweyşuret û zane hêja naverok û kûraya van gotinan em derc dikin û tînine li ser zarê xwe.

Mixabin, gelek caran usa qewimîye, gava bilindaya çîyê nêzîk va texmîn nakî, lê gava dûr dikevî, hêja heçê wî baş dibînî…

Sed heyf, ku di jîyanê da gelek caran usa dibe, gava hevalekî teyî jîr û zane li rex te dike gale-gal, lê tu deng û seda wî nabihêyî. Gava ew pişta xwe dide te û diçe, hêja dengê wî ji te tesele dibe; tê bêjî ew deng ji gelîkî kûr derdikeve…

Hema heval û hogirekî usa bû helbestvan û rojnamevanê kurdî naskirî, xebatkarê civakêyî berbiçav, serokê para kurdî ya Şêwra nivîskarên Ermenîstanê, berpirsyarê sereke yê rojnama «Zagros»-ê ELÎXANÊ MEMÊ MÛSOYAN, yê ku 12-ê kanûna sala 2016-an li paytextê Ermenîstanê–Yêrêvanê piştî nexweşîya giran di 69-salîya temênê xwe da konê xwe ji nava konan bar kir û çû li ber dilovanîya Xwedê.

Elîxanê Memê 6-ê tîrmehê sala 1948-an li gundê Koşê (qeza Aragasotnê li Komara Ermenistanê) ji dayîkê bûye. Xwendina navîn li dibistana gundê xwe dest anîye. Sala 1973-an li para rojnamevanîyê ya fakûltêta fîlolojîyê li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê xwendîye û li ser hevda anîye. Mijara dîploma wî ev bû: «Name di rojnama «Rya teze» da».

Piştî xwendina Ûnîvêrsîtêtê di rojnama «Pîonêr kanç»-ê (Dengê pîonêran), kovara «Hayastanî aşxatavorûhî» (Xebatkara Ermenîstanê), weşanxana «Sovêtakan grox»-ê (weşanxana «Nivîskarê Sovîyîtê») kar kirîye. Di dema hemcîvîna Şêwra Ermenîstanêye tewrebilind da bûye pispor-endemê komîsyona pirsên netewaye herdemî. Ew usan jî bîblîografê pirtûkxana Ermenistanê ya netewî bûye.

Elîxanê Memê, Elîxanê Memê!..

Elîxanê Memê li gundê ermenîya, di nav civaka ermenîya da mezin bûbû. Ji bo wê yekê jî bêtir bi ermenî dinivîsî. Hela li salên dibistanê helbestên wî di rojneme û kovarên komara Ermenîstanêye dewletê da diweşîyan û wek helbestvanê nûgihîştî û xweyşuret ew hatibû naskirinê.

Di helbesteke xweye pêşin ya bi zimanê ermenî da ew dinvîse:

Ez zengilekî ermenî me,
Lê zimanê min bi kurdî ye,
Gere herdem bikim zingîn,
Divê Masîs veke dilê min!…

Ev helbest di gelek rojname û kovarên dewra Sovyêtê da li Ermînîstanê hatîye çapkirinê, lê mixabin û mixabin, van salên dawîyê hinek «zaneyên wêjeyî» xetên vê helbesta Elîxanê Memê guhartine û nivîsîne: 

Ez zengilekî ermenî me,
Lê zimanê min êzîdîkî ye…

Em ne dîjî êzdîyatîyê–ronaya çavên xwe ne! Lê gelo çima usa dikin? Ne, axir evê helbestê 40 salî berê we kubar û rûhdar kirîye, lê van dehsalên dawî, piştî hilweşbûna Sovêtê hûn ji bo çi reş û feş dkin? Ne heye nivîsar, pirtûk û dîrok: lê gelo şerm nîne, ku Elîxanê Memê bi akil û kubra xweye miletîyê we serfiraz dike, lê «zaneyên wêjeyî» xet û bangên wî feş û reş dikin?..

Paşê helbestên Elîxanê Memê bi kurdî hatin wergerandin, wî jî hewil da bi zimanê dê binivîse. Ewî di dawîyê da bi herdu zimanan jî dinivîsî. Lê gelek nivîskarên meye xudanşuret dikaribûn bi ermenî binvîsyana, em bêjin: Fêrîkê Ûsiv! Fêrîkê Ûsiv talipê talipan bû! Lê feqet, ewî nenivisî bi ermenî û rûsî!

Tenê Mîkayêlê Reşîd, Nadoyê Xudo Maxmûdov û Elîxanê Memê dinvîsîn bi ermenî…
Lê gava wana jî bi ermenî dinvîsîn, xweş dinvîsîn…

Elîxan dinivîse:

Gava ew çemê ji kenara dertê,
Ew dayîka mine digrî tev berfê,
Zarotîya mine, ku îske-îske,
Lê ez jî çawa çem
Îdî nikarim pajda vegerim,
Çem leme-leme,
Dikşe û rast tê, dikeve bedana min,
Pêl dide, pêl dide
Û dibe behra hisreta mine mezin…

De, here hisrata mezin ya behra dilê Elîxanê Memê fem bike?
Elîxanê Memê xwe mukur tê: «Wek kurd, nivîsandina kurdî min ji xwe ra wek wezîfeya sereke didît. Lê ji ber ku di gundê ermenîya da mezin bibûm, kurdîya min zêde ne baş bû, ez bi hewldaneke xurt, di demeke kin da fêrî ziman û helbestvanîya kurdî bûm»…

Û rastî jî usa bû. Nîveka salên 1980-î ew herdem dihate rêdaksyona rojnama «Rya teze». Çend helbestên wî cara yekemîn wergervanê rojnamê Prîskê Mihoyî ji ermenî kire li «ser qam û qanatê kurdî». Dû ra Elîxan kubar û firnax bû…

Pirtûkên wî yên helbestan: destana «Kênas sov» («Behra jîyanê» bi ermenî) li sala 1983-an derket, sala 1987-an destana wî ya bi navê «Kar» («Kevir» bi ermenî) ronayî dît. Lê sala 2004-an pirtûka wî ya «Ax û nan» bi kurdî derket. Sala 2008-an berhema wî ya bi navê «Nûra Zagrosê» bi kurdî gihîşte li ber destê xwendevanan. Dû ra li sala 2010-an berevoka wî ya bi navê «Nûranî» bi kurdî ronayî dît. Berî hingê berevoka wî ya helbestan «Arêvî Yêrkîr» (Welatê Royê) ketibû destê xwendevanan. Lê gelek helbestên wî di cildên berevokên helbestvan û nivîskarê me ya bi navê «Bahara teze» da diweşîyan.

Helbestên Elîxanê Memê bi gurcî, rûsî, îngilîsî, ûkrayînî û zimanên din hatine wergerandinê. Bi hereketê wî pirtûkên dersan yên ziman û wêjeya kurdî ji bo dersxanên 2-a, 3-a, 4-a û heya dersxana 8-an jî hatine amedekirinê û çap bûne. Pirtûkeke wî ya cihê ya gotar û şiroveyên wîye şexsî jî derketîye.

Dema xwendevan helbesten Elîxanê Memê dixwînin, li bin her xetekê, her peyveke wî da kurdîtîya wî texmîn dikin: xeyset, nîgar, ruh, hest, hesîn, felsefa netewî dişopînin. Dilê Elîxan da hisret û evîna berbi gel û weletê kal-bavan heye.

Di helbesteke xweye dinê da ya bi zimanê ermenî ew dinivîse:

Hevalên min binav dibin,
Giva bîhna xwe digirin:
Yek, dudu, sisê û çar dibên,
Lê nefesên wan teyax nekin!

Ax, ez eva çiqas salin,
Binav bûme û binav dibim
Û bîhna xwe digrim û digrim,
Dîsa bîhna mine–ew evîna min!…

…Û feqet, feqet, bêy evînê û bi zûlelûlîyê, li ber derê teng, talî û tengasîyê, bê mal û hal, marûm û belangaz çû li ser dilovanîya xwe Elîxanê Memê!..

Rehma Xwedê lê be!..

Ji navê rewşenbîr û hogirên wîye qelemê yên ji Sovyêta berê û dervayî Ermenîstanê:

Eskerê Boyîk

Tosinê Reşîd
Kinyazê Îbrahîm

Feyzoyê Egît
Prîskê Mihoyî

Têmûrê Xelîl,
Aslîka Qadir

Nûra Cewarî
Ezîzê Gerdenzerî

Sûrênê Fêro
Rzganê Recevî

Hesenê Qeşeng

Barîyê Bala
Delala Recevî

Îşxanê Eslan

Cemalê Husêyn
Cemalê Ûsiv

Artûrê Şekroyê Mihoyî
Ferxedînê Elîyê Evdilrehman
Zadeyê Babayê Keleş

û gelekên mayîn.

P.S. Kê dixweze here dem-xatirê xwe ji Elîxanê Memê bixweze, bila îro here gundê Koşê (qeza Aragasotnê, li Ermenîstanê), lê sibê wê meytê rehmetî li gundê Şamîramê bispêrine axê. 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Şîrove 4

  1. Delala Memé Recevî

    Bira r’ehma Xwedé Élixané Memé helbestvan û shayîré h’izkirîbe!
    K’eda qekemz wîye efirandiné nava xezina édebyeta miletiyéda wé cîyé xweyke layîq bigire !

  2. Cemale Usiv

    Priske Mihoyi, zor spas bona wan xeted teye zerin, weki te bona Elixane Meme nivisiye. Telebextra iro ji rewsenbired meye Ermenistane hindik meriv mane,weki dereca edebyet u medenyet, canda cimeta meda dinvisin, niviskar u peciriayed nivisandine, wesandina pirtuke miletiye, sureta efrandariya saled buhuri u nuh fikir u mitale xwe, e’nenekirina wan dinvisin. Le bele,Xwede pistovane tebe, tu dinvisi u bir tini.her tisti arzru diki u wek literaturzaneki, filologeki-zaniyareki tini ber caven xwendevana,,,
    Ez bi te firnax u dilbaristan dibim, weki tu ne ku t’ene hevl u pismame mini,tu ne ku tene cirane kal u bavayi,le bele bi xuna tamare xweva, bi ruhe xweva mayi cewa ezdiki temiz u beqelp! Rehme ruhe ape Binbasbe,weki te terbe-tore xwe wi hildaye,ji met’a min, amojn min, xnima kurmanciye,dayka xweye sirhelal hildaye.
    Zor spas,weki te bona E’lixane kurape min miqaleke usa dilsewat, keder u bi k’uraya dil nivisiye… Pismam-lezimed min,nasa- hevala ew xwendin u gista ji gotin: ” Sire Pirisk li wi helalbe”…

Şirovekirin hatine girtin.