Êşa êzdiyan ji cihanê re dibêjim

Êşa êzdiyan ji cihanê re dibêjim

Derya Kılıç

BasNûçe – Dejîn Jamîl li bajarê Duhokê ye.Ew li bajarê xwe yê zarokatiyê dijî. Wê di sala 2013’an de beşa ziman û edebiyata îngilîzî xelas kiriye. Ew niha jî li Humanitarian Organization kar dike. Jamîl niha dest bi karê sînemayê kiriye û care yekemîn e ku di fîlmekî de dilîze. Dejîn Jamîl di fîlmê Mano Xelîl ‘The Swallow’ de lîstiye. Yekem fîlmê wê ye. Lêbelê gelekî dengveda û di Festîvala Fîlman a Navnewletî ya li Duhokê navê wê gelekî derbas bû. Ji ber ku wek yekem lîstîkvana kurdeke êzdî tê binavkirin. Derbarê vê gotinê de got: “Ez nizanim ku yekem lîsîkvana êzdî me yan ne. Lê ez bi vê gotinê gelekî serbilind û gelekî jî kêfxweş dibim.“ Herwiha li gorî Dejînê sedeme kêmbûna lîstikvanên êzdî civak û malbat e.

Jamîl ji ber ku  xeyalê xwe yê zarokatiyê pêk aniye, gelekî kêfxweş e. Dejîn da zanîn ku ew ê vî karî bidomîne. Herwiha dixwaze ji bo hêjmara jinên êzdî di sînemaya cîhanê de zêde bibe, pêşengê û alîkariya wan bike.

Dejîn Jamîl derbarê ezmûna xwe ya sînemayê, jiyana xwe, sînemaya kurd, komkujiya êzîdiyan û kêmbûna listîkvanên êzdî de ji IMPNews’ye re axivî.

-Tu dikarî  xwe ji xwînerên me re bidî nasîn?

Navê min Dejîn Jamîl e. Ez ji Duhokê bajarê Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) me û ez li Duhokê dijîm. Min di sala 2013’an de beşa ziman û edebiyata İngilîsiyê xelas kir. Ez niha jî li Humanitarian Organization kar dikim.

-Tu wek yekem lîstîkvana êzdî tê binavkirin. Tu derbarê vê de çi difikirî? Dema ku ji te re wisa dibêjin, tu çi hîs dikî?

Ez bi vê gotinê gelekî serbilind û gelekî jî kêfxweş dibim. Binavkirina wek yekem listikvana êzdî peywîra min zêdetir dibe. Ez bawer dikim ku ez dê bi vê pêywîrê vî karî bidomînim û ez hewl bidim ku jinên din ên êzdî jî di sînemaya cîhanê de cih bigrin, ez wan teşwîq bikim û ez dê alîkariya wan bikim û rê û rêbaz nîşanê wan bidim. Ez ê ti car dest ji wan fikr û raman û planên xwe bernadim. Ez dixwazim di sînemayê de hêjmara jinên êzdî zêdetir bibin. Herwiha di sînemaya cîhanê de ji bo hejmara jinên nû zêde bibe, ez ê bibim pêşeng.

-Ji bo çi me jînên êzdî di sînemayê de nabînin?

Xanim û jinên êzdî gelekî kêm di sînemayê de cih digrin. Ew mîjar jî vedigere civakê û dema ku di fîlmekê de wek mînak lazim e ku jin rola malbateke din bilîze û bibe hevjîna kesekî din. Malbat û civaka kurd vê yekê ku tiştekî asayî ye, bi hêsanî qebûl nake û bi awayekî baş li vê mijarê nanêre. Ev yek jî tirs û nerehatiyê dixe dilê lîstikvanan ku nikarin beşdarî karê sînemayê bibin. Min gelekî dixwest vî karî bikim û ez niha vî karî dikim. Vê peyama min ji bo hemû jinên êzdî û hemû jina re ye; heger gelekî bixwazin karê sînemayê bikin, bila ji civakê netirsin.

-Dema ku te dest bi vî karî kir, tu çend salî bû? Çend sal e tu vî karî dikî?

Ew fîlmê min yê yekemîn e. Lêbelê hemû xeyalê min fîlm bû û  bibim lîstîkvan û di fîlmmekî de bilîzim.  Ez ji sala 2014’an ve karê sînemayê dikim û di sînemayê de cih digrim. Dema ku ez gihiştî bûm, min dest bi karê sînemayê kir.

Tu heta niha li ser lîstîkvaniyê ti perwedehî dîtiye yan jî tu çûbû zanîngeh yan jîkursekî?

Na, min di vî warî de ti perwedehiyekê nedîtibû. Min tenê bala xwe da ser lîstîkvanên din û çi dikin û çawa tevdigerin, min bala xwe da ser wan hemûyan û dema ku min di fîlmê de lîst jî weke wan tevgeriyam. Wê demê tu jî xwe wekî kesî din hîs dikî û weke wê tevdigerî. Herwiha Mano Xalîl jî di tevahiya fîlmê de gelekî alîkariya min kir.

Heta te di çend û kîjan fîlman de lîstiye? Tu dikari yekbiyek derbarê wan de bi awayekî kurtasî agahî bidî?

Wekî ku min gotibû, min tenê di fîlma ‘The Swallow’ de lîst û derhênerê vî fîlmî  Mano Xalîl e. Lê ez bawer dikim ku ez ê vî karî bidomînim.

-Tu çawa beşdarî kadroya vî fîlmî bû? Te çawa qebûl kir?

Belê, filma Mano Xalîl heta niha yekemîn fîlmê min e ku min te da lîstî ye. Kak Mano Xalîl hevalê min yê gelekî nêzîk e û di fîlmê de rola min zêde nebû. Ez lîstîkvana sereke nebûm; duyem bûm. Kak Mano berê fîlmê derbarê çîroka fîlm de agahiyan bi min re parve kiribû. Di destpêkê de min nizanibû vê qebûl bikim yan red bikim Min hinek şîk kir. Ji ber  ku karekî dijwar bû. Dema ku vê tiştekî wisa qebûl kir, divê hûn karê xwe baş bikin û bersiva xelkê bidin û hewce ye bandoreke baş li ser zarokan bihêlin. Min derbarê vê pêşniyarê de bi mallbata xwe axîvim û min xwest fêrî fikr û ramanên wan bibim. Piştre jî malbata min û bi taybetî diya min ji bo beşdarîbûna min piştevaniya min kirin. Diya ji min re got: “ Tu dikarî hem karê xwe yê Humanitarian Organization bidomîne û hem jî karê sînemayê bikî. Te hertim dixwest lîstîkvan bîbî û di fîlmek de bilîzî. Ew hertim lîstîkvanî xeyalê te bû. Tu niha dikarî vê xeyalî xwe pêk bînî û vê fersenda di destê te de ye.” Piştê gotinên diya xwe min biryara xwe da û min vî fîlmî qebûl kir. Piştre jî ez û Mano Xelîl civiyan û min biryara xwe bi wî re parve kir.

Çîroka The swallow çi ye?

Çîrok li ser keçikeke sêwedî derbas dibe. Keçik li koka xwe dikole. Ew ji Siwêdê tê Kurdistana Başûr û li bavê xwe digere. Ew difikire ku bavê wê Pêşmerge ye û di serdem Saddam da gelek xelkên kurd ji destê Saddamê rizgar kiriye. Lêbelê ew di paşiyê de fêr dibe ku bavê wê yên rast û bavê wê yên xeyalê û fikrê wê wekhev nîne. Bi rastî bavê alîgirê Saddamê û piştevaniya wî kiriye û xelkê xwe kuştiye. Niha jî rewşa jiyana bavê wê gelekî baş e.

-Li Şengalê komkujiyekê pêk hat. Tu wek êzdî û hunermed vê komkujiyê çawa dinirxînî?

Ji bo min wek êzdî û lîstikvanekê, êşekî gelekî mezin e û ez bawer nakim ku dê ti caran baş bibe. Lêbelê divê em qebûl bikin û bi vê êşê re bijîn. Ez dixwazim ku rojekî ew hemû bûyerana bibe fîlm û ez wek lîstîkvanek di vê filmê de cih bigirim û ew hemû bûyer, serpêhatî û ezmûnên tal ên xelkê xwe bidin nîşan kirin. Ez diixwazin ji cîhanê re destnîşaniya hovîtiya DAIŞ’ê û DAIŞ’ê çi hovîtiyan li ser jin û keçîkê me kiriye, bikim.

-Filma Reşabali ser êzîdiyan bû û li ser vî fîlmî nîqaş derketin. Ji bo çi di Festîvala Filman a Navdewletî ya li Duhokê de nehat nîşan dayîn?

Gelek bûyerên ku Reşeba de hatibûn rast bûn û di fîlmê de bûyer û hovîtiyên ku hatine ser civaka êzîdiyan, bi rastî hatibû nîşan dabû. Lêbelê di fîlm de bûyerekê  ku ne rast bû hebû. Di fîlmê de jinekê ji destê DAIŞ’ê tê rizgarkirin û hewl didin ku vê jînê bikujin. Lê tiştekî wisa tuneye û pêk jî nehatiye. Hemû jinên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn, ji aliyê civaka êzîdiyan hatin qebûlkirin. Ji ber vê civaka êzdiyan gelekî xêmgîn bûn û sedama nenîşandayina fîlmê ev bû.

-Ji bo pêşerojê niha ti projekê li ber destê te heye?

Festîvala Filman a Navdewletî li Duhokê ji bo min fersendekê baş bû û min li wê derê gelek mirov û derhêner nas kirin. Ez bawer dikim ku karê min bala gelek kesan kişandiye. Ez nikarim bibêjim li ber min ti projeyekê heye. Lêbelê ez bawer dikim ku di demeke nêzik de projeyeke nû hebe û ez ji niha ve gelekî bi kelecan im.

(M.K)

records Source:http://imp-news.com/ku/news/23610/esa-ezdiyan-ji-cihane-re-dibejim

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev