Ji qelema Ermenekî mal, malbet û comerdiya Kurda

Ji qelema Ermenekî mal, malbet û comerdiya Kurda

Welat Agirî

Xwendevanên delal, em ê bi vê gotarê berê xwe bidin sala 1888a û bibin mêvanê maleke Kurd. Bi qiyaseke piçûk, rewşa çand û kultura me ya wê rojê û ya îro dê bi hêsanî were dîtin. Wek me gotara heftê borî de jî anî ziman, di sala 1888an de du Ermen ber bi Dêrsîmê derdikevin rêwîtiyê û di wê rêwitiyê de ji erdnîgariyê bigre heta karekterên mirovên wê heremê, ji şerê nav eşîreta bigre heta şerê navbera Osmanî û Ûris, ji xwarin û vexwarinê bigre heta cil û bergên jin û mêran gelek tiştên balkêş pêşkeşî xwendevana dike. Pey re nivîskarê Kurd ê ji Ermenîstanê Têmûrê Xelîl ev pirtûk wergerandiye zimanê me û em îro agahiyên dîrokî û giranbiha ji vê pirtûkê destdixin.

Bi alîkariya vê pirtûkê dixwazim îro li ser du mijaran bisekinim ku bawerim ev herdu mijar jî wek zimanê me ketine ber lehiya asîmîlasyonê û roj bi roj ji eslê xwe dûr dikevin.

Mijara yekemîn a roj bi roj ji eslê xwe dûr dikeve xanûman, mal û malbet, dem û dezgehên me ne. Divê di serî de em du tişta ji hev cuda bikin. Dûrketina ji esil û modernîte ne heman tişt in. Dîtina em îro dibînin aliyê war û wargehan de Kurd ketine pey teqlîdkeriyê û nizanin bi ku de diçin. Rabûn û rûniştina me, xwarin û vexwarina me roj bi roj diguhere. Xwasma tv yên Tirka ji bilî ziman ziyaneke mezin didin çand û edetên me jî. Helbet dinya îro global e yanî em dikarin bêjin dinya bi saya serê teknolojîyê bûye wek gundekî. Lêbelê em dikarin di nava vî gundî de hin malbetan nîşan bikin ku ji aliyê teknolojîyê ve gelek pêşketine û eynî wextî de çand û kultura xwe diparêzin nakevin şevereşa teqlîdê. Heke mînak dixwazin yek ji wera Çîn û ya duyemîn jî Japonya.

Mijara duyemîn jî derbarî mêvandariyê de ye. Gelê Kurd gelekî mêvanperwer e. Ew mêvanperweriya me îro jî berdewam e. Divê ev xûy û xeysetê mezinên mê ên derbarî comerdî û mêrxasiyê were bibîranîn.

De ka em binhêrin 128 sal berê nivîskarê Ermenî şikl û şemalê mal û dezgehên Kurda çawa radixe li ber çavan û derheq mêvandarî û comerdiya Kurdan de kîjan agahî û malûmatan dighîne roja me.

Em ji hespan peya bûn, xulaman ew destkêş kirin, ber bi odeya mêran  birin. Pêşî em ketine heyateke sergirtî, alîyekî wê axora (tewle) hespan bû, lê alîyê dinê nerdewanên ji daran çêkirî bûn. Em bi wan nerdewanan va hilkişîyane jor û ketine odeya pêşin. Li wir 15-20 xulam û xizmetkar hazir li benda me bûn. Ev odeya han ji bo merivên sade bû. Doralîyên wê da gelek derîyên mezin û biçûk hebûn, ew ji bo mêvanên cuda-cuda bûn. Hema pêşberî wê odeyê derîkî mezin hebû. Em ji wî derîyî ketine hundur. Ew serayeke mezin û ronahî bû. Bi xalîçeyên here baş, dem û dezgehên roavayê û rohilatê va hatibû xemilandin. Di her çar alîyên wê serayê da kursîyên bi qedîfeyên sor û maseyên ji darên gûzan çêkirî danîbûn. Dîwarên serayê bi kilsa sipî hatibûne sîwaxkirinê, li ser wan wêneyên hêşinayan, teyredeyan, terewilan (teyr û tû, heywanet) û merivan hatibûn neqişandin. Li ser dîwaran şûr, mertalên avzîvkirî û zîvkildayî, qirme, bêrdang û tivingên cûrbecûr hebûn. Hema di orta serayê da ji ban şemdaneke mezin dardakirî bû. Pêşberî wê, alîyê roavayê eyneke mezin hebû, li ber wê kursîyeke mezin danîbûn. Şah Huseyn Begê b. li ser wê kursîyê xwe gupeve kiribû. Ew yekî 45-48 salî bû, bi rîyê reş, bi bejineke şîşmanî. Du xulam hip û hazir li ber wî sekinîbûn û li benda her fermaneke wî bûn, her yek ji wana te digot qey ruhistînek e.

Şah Huseyn Begê b. em qebûl kirin. Em pêş da çûn. Hevalê min silavek lê kir û bi teglîfa wî li alîyekî serayê da rûnişt, lê ez li ser kursîya beg mêl bûm û çûme destê wî. Ew bi awayekî li bejin û bala min û wergirtina min nihêrî, paşê kursî nîşanî min da, ez rûniştim. Xulaman wek edet pêşî şerbet anîn, paşê qahwe û hela pênc deqe jî derbaz nebûbû, şîveke sivik anîn, ji ber ku îdî ro diçû ava. Di wê şîvê da nanê loş (lewaş), to, hingiv, rûnê nivîşkî û mast hebûn. Piştî şîvê Abas Beg bi birayê xwe va ji serayê derketin, em bi Şah Huseyn Beg ra tevayî bi tenê man. Ewî destpêkir derheqa pirsên cuda da pirs li hevalê min kirin. Rast e, wî bi hewas û heyecan pirs û pirsyar dikir û dipeyivî, lê xuya bû ku kêfa wî ne di cî da ye, ji ber ku teze ji Yêrzinkayê vegerîya bû. Li wir ew di destê karmendên tirkan da ketibû belayê û hema bêje pirranîya hebûna xwe bertîl dabû wana.

Îdî tarî ketibû erdê. Xulam û xizmetkaran şemdana serayê vêxistin û textê şîvê danîn. Bi me ra Şah Huseyn Begê b. bi du kurên xwe – Heyder Beg û Mistefa Beg û Abas Beg bi birayê xwe – Şah Huseyn Beg va rûniştin. Textekî têr û tije danîbûn; li ser maseyê berxeke qelandî (biraştî), pelawa birinc û pêxwarinên bi pincarê va danîbûn û di her pêxwarinekê da zerikên hêkên qîçik hebûn.

Me nanê xwe xwar, nanê li ser texte berev kirin. Ez bi Heyder Begê b. ra ji serayê derketim odeya ortê û min dît ku li wir sê cîyan mase hebûn, dor maseyekê 20-25 xulam û xizmetkarên bijare yên dest û pê sekinîbûn û 6-7 mêvanên sade jî hebûn, ku ji gundên nêzîk hatibûn. Li dor maseyeke din 18-20 xulam û xizmetkarên sade hebûn, lê li dora maseya sisîyan 35-40 xulam û xizmetkarên bi dereca nimiz hebûn, bi wan ra 5-6 seyên bînê yên gurxenêq jî hebûn. Mase têr û tije bûn, xwarinên li ser bi tem û xweş bûn, gişkan jî bi hewaseke mezin va nanê xwe dixwarin. Gava min ji Heyder Beg derheqa wan maseyan da pirs û pirsyar kir, ewî weha bersîv da: “Rojê di mala me da weke 35-40 kîlo nan, 3-4 pez an jî du mî û dewarek, 15-20 kîlo birinc û bilxur bi pêxwarinên xwe va tê xwarinê. Mala me ji mêvanan xalî nabe, bê mêvanan roja me ne roj e”. Paşê di ser da zêde kir, got: “dema zewaca min da bavê min weke 200 ermenî û tecîkên bi nav û deng dewat kiribûn û weke du hezar kes jî bi xwe hatibûn. Ewana weke meh û nîvekê li mala me man. Bona wextê wan şa û hewaskar derbaz bibe, bavê min gazî 55-60 sazbendan kiribû ku dikir çend komikên muzîkê. Û dema ku mêvan gerek biçûna, bavê min gorî nav û dengbûna wan ji wan ra hedîya hazir kiribûn û dema ku bi rê ketin, ew pêşkêşî wan kirin.

P.S. Ev pirtûka bi zimanê ermenî ku berî 116 salan derketîye, ji alîyê nivîskar Têmûrê Xelîl va hatîye wergerandin. Dû ra du nivîskarên gelekî bi nav û deng Kemal Burkay û Malmîsanij redaktorî li wergerê kirine, ku herwiha zaneyên devok û zaravayê kurdên Dêrsimê ne, him zaravê kurmancî, him jî zaravê dimilkî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev