Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nivîskarê Akşamê: DYA şerê PYD û Tirkiyê amade dike

Nivîskarê Akşamê: DYA şerê PYD û Tirkiyê amade dike

Kurtuluş Tayîzê nivîskarê rojnameya Akşamê diyar kir ku Serokê Amerîkayê Barack Obama lez daye biçekirina PYD-yê.

Tayîz di gotara xwe ya îro de wiha dibêje: “Sedema vê lezgîniya Amerîkayê ev e: Obama bi riya biçekirina PYD-ê dixwaze vê rêxistinê xurt bike ku paşê li dijî hev rabin şer. Amerîka dixwaze pêşdeçûna Hêzên Leşkerî Yên Tirkiyê li bakurê Suriyê bi riya PYD-ê asteng bike û bide sekinandin.”

Li gorî gotara Tayîz tekane hevkar û hevalbendê Amerîkayê li Suriyê PYD bixwe ye û ji ber ku Amerîka li Helebê alîkariya çek û cebilxaneyê ji muxalifan re nekiriye, kesên li wir dijîn bi komkujiya Esed re niha rûbirû mane.

Rojnameya Akşamê ku nêzîkî hikûmetê ye, li Stenbolê tê weşandin û li seranserê Tirkiyê tê belavkirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev