Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Qeys Xezelî: Piştî Daişê pirsgirêka herî mezin kurd in!

Qeys Xezelî: Piştî Daişê pirsgirêka herî mezin kurd in!

Qeys Xezelî yê yek ji serkirdeyên milîsên şîe li Îraqê daxuyanî da û got ku piştî jiholêrakirina Daişê wê problemeke din derkeve meydanê ku ew jî kurd bixwe ne.

Li gorî ragihandina Tora Ragihandina Rûdawê Qeys Xezelî li ser televîzyoneke Îraqî wiha gotiye: “Piştî nemana Daişê pirsgirêka herî mezin û giring kurd in. Bi taybetî pirsgirêka mezin Mesûd Barzanî ye ku yekalîkirin û lihevkirina pê re zehmet e.”

Xezelî her wiha gotiye ku gelekî zehmet ligel kurdan projeyekê aştiyane bê kirin û wiha berdewam kiriye: “Ji bo lihevkirin çêbe, divê ew vegerin sînorên xwe yên beriya sala 2003-yê. Ji ber ku kurdan axa di bin destê xwe de berfireh kirine û ev yek pirsgirêka herî mezin e.”

Xezelî her wiha gotiye ku ew wekî Îiraqiyekî ereb, bi tu awayî razî nabe ku Kurdistan hinek herêm û navçeyan bi siyaseta sepandinê li sînorên xwe zêde bike.

Li ser van daxuyaniyên Qeys Xezelî, Fermandarê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî gotinên serkirdeyê şîe bi tundî şermezar kiriye û wiha gotiye: “Sînorên axa Kurdistanê diyar in. Ev ax di dema xwe de bi zorî xistine ser sînorên Îraqa erebî. Ji wê demê ve kurd bi rehetî li navçeyên xwe rûneniştine. Herdem rastî enfal, kîmyebaran û tunekirinê hatine.”

Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotiye: “Pêwîst e hemû kes di mala xwe de bijîn. Şîe li Şîîstanê, kurd li Kurdistanê û sunne jî li Sunnestanê. Bi vî awayî emê bibin cîranên baş.”

Kemal Kerkûkî her wiha gotiye ku herçî kesê gefan li kurdan bixwe, ewê bi xwe zirarê bibîne.”

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev