
Nivîskarê Suriyeyî Husnu Mahalliyê ku li Stenbolê dijî, bi hinceta kuli ser hesabên xwe yên tora medyayî ya civakî heqaretê li serkarên dewletê kiriye, li stenbolê hate binçavkirin.
Li gorî ragihandina çapemeniya tirk Tîmên Mîdûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijterorê ya Stenbolê avêtine ser mala Mahallî û piştre ev bi xwe re birine Emniyeta Stenbolê.
Husnu Mahallî yek ji wan rojnamegeran e ku piştgirî dide rêveberiya Beşar Esed, li dijî hêzên îslamîst ên çekdar dinivîse û di vî warî de polîtîkayên rêveberiya Tirkiyê rexne dike.
Piştî binçavkirinê çend parlamenterên CHP-ê û rojnameger serdana mala husnu Mahallî kirine û piştevaniya xwe jê re diyar kirine.