RSF: Li dinyayê ji 3 rojnamegerên girtî 1 jê li Tirkiyê ye

RSF: Li dinyayê ji 3 rojnamegerên girtî 1 jê li Tirkiyê ye

Komîteya Parastina Rojnamegeran RSF-ê diyar kir ku li seranserê dinyayê ji 3 rojnamegeran 1 jê li Tirkiyê di girtîgehê de ye.

Li gorî RSF-ê navê Tirkiyê bi van welatan re derketiye ku wekî dijminên azadiya çapemeniyê derketiye: Çîn, Suriye û Îran.

Rapora RSF-ê eşkere dike ku Tirkiye di warê rojnamegerên di hepsan de ne, li seranserê dinyayê di rêza yekem de ye.

Di raporê de tê gotin ku niha 10 rêveber, nivîskar û rojnamegerên rojnameya Cumhuriyetê di hepsê de ne û girtina rojnamegeran piştî hewldana derbeya 15-ê Tîrmehê ji sedî 22 zêdetir bûye.

Komîteya Parastina Rojnamegeran di rapora xwe de gotiye ku îsal li seranserê dinyayê herî kêm 257 rojnameger ketine heps û zîndanan û ji van 257 kesan 81 jê li Tirkiyê ne.

Di heman raporê de tê gotin ku vê gavê li seranserê dinyayê 348 rojnameger di hepsan de ne û ev rêje li gorî sala par ji sedî 6 zêdetir bûye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev