Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Serokê Parlamentoya Ewropayê ji ber gotinên keça êzidî giriya

Serokê Parlamentoya Ewropayê ji ber gotinên keça êzidî giriya

Strasburg (Rûdaw) – Keça kurda êzidî Lemiya Beşar di dema rêwresma wergirtina xelata Sakharov de behsa serpêhatiya xwe kir û Serokê Parlamentoya Ewropayê Marten Schultz pêşiya 750 parlamenteran nekarî xwe bigre û giriya.

Parlamentoya Ewropayê duh (13.12.2016) li baregeha xwe ya Strasburgê, di merasîmeke taybet de, bi amadebûna 750 parlamenterên ewropî, xelata Sakharov pêşkêşî Nadiye Murad û Lemiya Beşar kir.

Lamiya Beşar di dema wergirtina xelatê de behsa serpêhatiya xwe ya li gel DAIŞê kir û got; “Dema rabûm, herdu çavê min êdî nemabûm. Laşê min dişewitiya. Min bawer nedikir, ku careke din çavê min dinyayê bibînin.”

Li ser van gotinên Lemiyayê Serokê Parlamentoya Ewropayê Marten Schultz, nekarî hestên xwe veşêre û giriya. Parlamentoya Ewropayê jî li ser piyan bi çepikan gotara herdu keçên êzidî pêşwazî kir.

Piştî merasîmê Lemiya Beşar ji Rûdawê re got; “Ez û Nadiye dixwazin bên parastin û vegerin zêdê xwe. Herwiha me divê DAIŞ bê dadgehkirin.”

Serokê Parlamentoya Ewropayê Marten Schultz jî ji Rûdawê re ragihand; “Ev her du keçên kurdên êzidî nûnerê hemû êzidiyan e û ev xelat jî nîşana wê yekê ye, ku em guh didin êşên wan.”

Schultz, herwiha diyar kir, ku pêwîste Ewropa êzidiyan li Iraq û Sûriyê biparêze.

http://rudaw.net/kurmanci/world/14122016

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev