Ji weşanên Avestayê

Ji weşanên Avestayê

Lîlav
Weysel Tirpan (Çîrok)
Yekem kitêba çîrokan a Weysel Tirpan “Lîlav” derket.

Çend mînak ji çîrokên kurt kurmancî:
– Çima helbest û çîrokên xwe wisa kin kin dinivîsî?
– Mirin li ber deriyê me teva ye. Ez naxwazim yek helbest û çîrok jî di nîvî de bimîne. Paşî wê li pişt min bigrîn!

– Ez li pirtûkekê digerim.
– Yeke çawa?
– Bila tê de evîn hebe, şer hebe, kuştin hebe, îxanet hebe, jin hebe, dawet hebe, zilamekî qeşeng, desmal di dest de bila bibe sergovend tew, tew, tew, kî zava, kî paşa…
– Belê. Qasekî bisekine, ez ê binîvîsim û bînim…
Ji navekî nû, Weysel Tirpan; çîrokên kurt, Lîlav…

WEYSEL TIRPAN: Di 1ê Adarê de li Batmanê hatiyee dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Batmanê xwend. Ji Fakulteya Dezgeyî derçû. Di gelek kovar, rojname û malperan de çîrok, helbest û nivîsên wî hatine weşandin.
Bi navê Yarasalar Güneşe Uçar (helbest) berhemeke wî heye.

 

Lîlav
Weysel Tirpan
(Çîrok)
ISBN: 978-605-9082-73-0
13×19.5, 168 rûpel 15 TL

www.avestakitap.com

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev