Pêşmerge li dijî neyaran e!

Pêşmerge li dijî neyaran e!

Mehmed Salih Bedirxan

Axaftinên kirêt ê parlementera Tevgera Goranê Sirwe Abdûlwahid, li Herêma Kurdistanê bûye rojeva sereke. Bi tenê ne li Herêma Kurdistanê li parçeyên din ê Kurdistanê jî rayagiştî û derûdora siyasî jî bi vê meseleyê daketine. Ji bilî partiya wê nûnerên hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê nerazîbûna xwe anîn ziman. Herwiha Wezareta Pêşmerge û malbatên Pêşmergeyên şehîd jî dijî wê parlementerê doz dane vekirin, alimên olî di nimêjên înê de ew yek bi tûndî şermezar kirin.

Ligel nerazîbûna aliyên siyasî û olî, xelkê Herêma Kurdistanê jî di 12ê mehê de li Duhok û Hewlêrê daketin kolanan û xwestin ew parlementer bê darizandin da ku careke din bûyereke wiha rû nede û sivikatî bi nirxên netewî neyên kirin. Di 13ê mehê jî de bi hezaran Pêşmerge li Hewlêrê daketin kolanan. Pêşmergeyan bêhurmetiya li hember malbat û xêzanên xwe, êrîşên li dijî îradeya zarokên xwe qebûl nekirin. Bi nezera min wateyeke din a meşa Pêşmergeyan hebû. Pêşmerge li dijî neyar û “dijminên xwemalî” meşiyan û bersiveke tarîxî dane wan.

Îro bi awayekî eşkere xwiya dibe, serkeftinên Pêşmerge, yên li dijî DAIŞê, dîplomasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ligel YE û Amerîkayê, xebata wî ya li ser dewleta kurdî, nerazîbûn bi dijminên xwemalî re çêkiriye. Wisa xwiya ye ku gotinên Sirwe Abdûlwahid jî perçeyek in ji konetiya wê û partiya wê. Herwiha wê partiya wê beriya Bexda, Tehran û Enqerê dijayetiya dewleta kurdî û nirxên kurdîniyê bikin. Dixwazin hêma û sembolên netewa kurd jinav bibin û îdeolojiyên desthilatdarên xwe li ser rayagiştî ya Kurdistanê ferz bikin. Ji 22ê Çileya 1946ê (Roja damezrandina Komara Kurdistanê) heta niha Pêşmerge sembola Kurdistanê ye. Ji wê rojê heta niha Pêşmergeyan li dijî neyaran bi sedan destan tomarkirine. Destana Hindirîn, Şerê Zozik, Raperîna Ranyayê û serkeftinên din ê Pêşmerge hertim bûne cihê şanaziyê, şerê Pêşmerge yê îro li dijî DAIŞê jî Pêşmerge li seranserê cihanê kiriye sembol.

Piştî Şerê Gulanê bi hezaran Pêşmerge ligel malbatên xwe derbasî Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bibûn. Cemedanên wan ê sor, awirbaziya çavên wan ê hingivîn, şûtikê wan ê ji cawê şînqemer, weke xewnekê tê bîra min. Hinek Pêşmergeyên PDKê û YNKê ligel malbatên xwe hatibûn deşta Qoserê jî, li gund û bajarê Qoserê jî bi cih bibûn. Piştî arambûna rewşa Kurdistanê vegeriyabûn Kurdistanê, hin ji wan salekê, hin ji wan jî 6 mehan mabûn. Îro hîn jî li gelek gundên Qoserê behsa başî, zîrekî û fedakariya Pêşmergeyan tê kirin, nexasim jî dema di televîzyonan de Pêşmergeyên dêrîn tên dîtin, behsa wan vedibe.

Di hafizeya milletê kurd de Pêşmerge pîroz e, malbata Pêşmerge malbateke fedaker e, jin û dayika Pêşmerge şahnaziyê bi Pêşmergeyên xwe dikin. Weke mêr, bira yan jî kurê xwe yê Pêşmerge, roleke mezin wergirtine ser xwe. Li çiyan gelek caran mil bi mil li gel wan rahiştine çekan û xencer xistine ber xwe.

Ji rayagiştî ya Kurdistanê jî xwiya ye ew kesên êrîşê dibin ser Pêşmerge, jinên Pêşmerge, Ala Kurdistanê, sivikatiyê bi şehîdan dikin û nexwediyê ajandeyeke kurdî ne û ew ê jî temenkurt bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev