Rojîyên Êzdîd

Rojîyên Êzdîd

Babayê Keleş (1947–2014)

Rojîyê Êzdîd in, van rojên ezîz,
Şîv û paşîv in, eyd û erefat,
Ax, kor bim, kubira bavê min zîz,
Dengê qewla îsal ber nehat!..

 

Betilîye eşqa dayê û bira,
Va dilûvîne xûşkam dilovan,
Me biryaye dengê qewl-beyta,
Sîyarê Kûvî, malxwê mala giran!..

 

Bira û pismam têne serxweşîyê,
Pîroz dikin eyda mirîya û zêndîya,
Divên, korbin, bona Pîr Keleşê,
Kêm kir nexşekî rewşa me êzdîya!..

 

Rojîyê Êzdîd in, ax rojên ezîz,
Şîv û paşîv in, eyd û erefat,
Lê dilê min ortê da dibe du tîş,
Ax, îsal dengê bavê min nehat!..

 

Ji pirtûka Babayê Keleş, ku zûtirekê wê ronahî bibîne.

Têbînî: «Kûvî» navê hespê mala bavê Baba bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev