Belçîka: ‘Bila mizgeftên tirkan werin girtin’

Belçîka: ‘Bila mizgeftên tirkan werin girtin’

Hikûmeta Tirkiyê ji meleyên tirk ên li Belçîkayê xwestibû ku li ser Cemaeta Gulen hevkariyê bikin. Ev yek di nav rêveberiya Brûkselê de bûye sedema nerazîbûnên dijwar.

Bertek û reaksiyona mezin ji herêma flaman hat. Wezîra Karên Navxweyî Ya Herêma Flaman Liesbeth Homans xwest ku hikûmeta federal derbarê vê yekê de lêkolîneke berfireh bike.

Homans li ser helwesta hikûmeta tirk û meleyên mizgeftan got ku divê Hikûmeta Federal a Belçîkayê mizgeftên tirkan ên li seranserê Bbelçîkayê bigire.

Berdevkê Sefareta Tirkiyê Ya Brûkselê Veysel Filiz piştî hewldana derbeya leşkerî ya li Tirkiyê rêveberiya flmanî bi piştgirîkirina Cemaeta Gulen tawanbar kiribû.

Li aliyê din li Hollandayê Partiya Demokrat a xrîstiyan (CDA) xwest ku Ataşeya Dînî Ya Balyozxaneya Laheyê Yusuf Acar were dersînorkirin. Acar jî li ser daxwaza hikûmeta Tirkiyê derbarê rêxistinkirina Ffethûllahçiyan de lêkolînan dikir.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev