Heyder Şeşo: Şengal û Şêxan wê di axa Kurdistanê da bimînin

Heyder Şeşo: Şengal û Şêxan wê di axa Kurdistanê da bimînin

Heyder Şeşo: “Em wek nûnerên êzdîyan xwe pareke miletê kurd dihesibînin”

Konfêransa bi têma «Serxwebûna Kurdistanê: rê û firsendên çareserîyê» roja pêncşemê 15ê çileya pêşin li Ûnîversîteya Amêrîkayê ya li Duhokê bi tevgelîya sîyasetmedarên li wir û yên navnetewî û nûnerên ronakbîran dest pê kir.

Qumandarê Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) Heyder Şeşo jî tevî xebata konfêransê bû, yê ku ji Ajansa Nûçeyan ya Rudawê ra got, ku deverên êzdîyan yên Şengalê û Şêxanê wê di axa Kurdistanê da bimînin.

«Em wek nûnerên êzdîyan xwe pareke miletê kurd dihesibînin, lema jî tevî xebata vê konfêransê bûn. Deverên me Şengal û Şêxan, herwiha li wan perçeyên Kurdistanê yên din ku êzdî lê hene, wê di nav axa Kurdistanê da bimînin», Heyder Şeşo got.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev