John Kirby: Divê PKK ji Şingalê derkeve!

John Kirby: Divê PKK ji Şingalê derkeve!

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby di civîneke çapemeniyê de li ser PKK û mayîna wê ya li li Şengalê axivî. Çapemeniya kurdan û biyaniyan ciheke berfireh da vê daxuyaniyê.

Kirby diyar kir ku PKK di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye û wiha berdewam kir:

“Nabe ku tu roleke PKK-ê li Şengalê hebe. Hebûna vê rêxistinê li Şengalê ji bo lihevhatin û vegera xelkê koçber bûye astengiyeke mezin.”

John Kirby li ser penaberan jî axivî û got ku ew li hemû aliyan daxwaz dikin ku di serî de Hikûmeta Kurdistana Federal hêsankariyan ji bo lihevhatina niştîmanî bikin ku ew penaber vegerin cihên xwe û divê ev civak careke din were avedankirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê her wiha li ser hemahengiya hikûmetên Kurdistanê û Îraqê jî got ku ew daxwaza hemahengiyê di navbera herdu aliyan de dikin ku Daiş were têkbirin û kêşeyên di navbera herdu hikûmetan de jî werin çareserkirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev