Khalilzad: Kurdistaneke serbixwe wê bandorê li tevahiya cîhanê bike

Khalilzad: Kurdistaneke serbixwe wê bandorê li tevahiya cîhanê bike

Balyozê Berê yê Amerîkayê li Îraqê Zalmay Khalilzad (Xelîlzad) eşkere kir ku mijara serxwebûna Kurdistanê li Rojhilata Navîn êdî bûye mijareke sereke û pêwîst e li ser gotûbêj bêne kirin.

Khalilzad di Konferansa bi navê “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfetê” de axivî ku duh li Zankoya Amerîkayê Ya li Dihokê pêk hat.

Di konferansa ku gelek kesên navdar tê de beşdar bûn de, Zalmay Khalilzad jî axaftinek kir. Li gorî Tora Ragihandina Rûdawê Balyozê Berê Yê Amerîkayê wiha gotiye:

“Îro li herêmeke berfereh şer heye. Li Îraq, Sûriye û hinek welatên din teror bûye tirs û gefeke mezin. Lê belê Pêşmergeyên Kurdistanê di vî şerî de bi navê hemû dinyayê bi mêrxasî û qehremanî şer kiriye û vê terorê têk biriye û têk dibe.”

Li gorî Khalilzad tiştê giring ew e ku piştî têkbirina Daişê wê pêşeroja herêmê çawa be. Dîplomatê navdar ê dostê kurdan wiha gotiye:

“Divê welatên mezin rûnin û li ser vê mijarê biaxivin, biryar bidin bê ka wê çawa li ser vê rewşa nû danûstandinan bikin.”

Zalmay Khalilzad li ser serxwebûna Kurdistanê axiviye û gotiye:

“Li herêmê guhertin û pêşketinên nû çêdibin. Divê welatên mezin jî xwe ligel vê rewşê amade bikin û nexşerêyên nû amade bikin. Hemû kurd dixwazin bibin xwedî dewlet û gumana kesî ji vê yekê nîne. Bi nêrîna min biryara serxwebûna Kurdistanê biryareke giring, giran û çarenûsaz e. Wê serxwebûna Kurdistanê bandorê li seranserê dinyayê bike. Divê ji bo kurdan serxwebûn bibe armanca sereke. Herwiha divê di navbera kurdan de lihevkirinek hebe û paşê jî dive kurd tevî Îraqê danûstandin û lihevkirinê bikin.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev