Navenda Giştî Ya HDP-ê rastî êrîşeke çekdarî hat

Navenda Giştî Ya HDP-ê rastî êrîşeke çekdarî hat

Duh êvarê li enqereya paytexta Tirkiyê Navenda Giştî Ya HDP-ê rastî êrîşeke çekdarî hat.

Kesekî bi navê A.T.G duh bi şev li dora saet 23.00-yan bi tivingeke pompeyî gule berda Navenda Giştî Ya HDP-ê. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Doganê kesê êrîşkar piştî gulebarankirinê ji hêla polîsan ve hatiye binçavkirin.

Li gorî ajansê kesê çekdar 4 gule berdaye avahiya partiyê û dîwar û camen avahiyê xisar dîtine û şikestine.

Rêveberiya partiyê piştî êrîşê daxuyaniyek belav kir û got ku di dema êrîkirinê de çend endam û xebatkarên wan di avahiyê de hebûne.

HDP êrîşê bi tundî şermezar kir û rayedarên hikûmetê wekî berpirsiyarê vê êrîşê bi nav kir.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev