Serok Barzanî Cejna Ezî li tevahiya kurdên êzidî pîroz kir

Serok Barzanî Cejna Ezî li tevahiya kurdên êzidî pîroz kir

Malpera Fermî Ya Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Serokê Kurdistana Federal Mesûd Mistefa Barzanî bi peyameke taybet Cejna Ezî li tevahiya kurdên êzidî pîroz kiriye.

Mesûd Barzanî, di daxuyaniya xwe de Cejna Rojiyê ya kurdên êzidî pîroz kiriye û hêvî kiriye ku ev cejn bi aramî û dilxweşî were pîrozkirin.

Cejna Rojiyan di nava civaka kurdên êzîdî de xwedî qedir û qîmeteke mezin e û her sal li seranserê dinyayê li her cihên ku kurdên êzîdî lê hene tê pîrozkirin.

Hêjayê gotinê ye ku Serok Barzanî her sal di tevahiya cejnan de yan serdana kurdên êzîdî dike, yan jî pêşwaziyeke germ li wan dike.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev