SILAV LI QEWETÊ, QEWET LI BEREKETÊ

SILAV LI QEWETÊ, QEWET LI BEREKETÊ

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner/nivîskar

Pêşiyên me gotine:
“Silav li qewetê ye, qewet jî li ba bereketê ye.”
Wate û naveroka van peyvan weha ye:

SILAV:
Ev peyv çendî ku peyveke erebî ye, lê ev e 1.400 sal in ku bûye malê gelek ziman û çandên neteweyên cuda. Naveroka silavê piştrastî, desthilanîn, bizav, êminatî, aramî, xwenasî û çeknasî ye. Ev her heft peyv jî, ji zanistê afirîne. Zanist bi perwerdehiyê derdikeve holê. Perwerde jî, bi lêkolîn û lêgerînê xurt dibe.

QEWET: Ev peyv jî çendî ku erebî ye, lê bi fonetîkeke guhêrbar ketiye nêv Zimanê Kurdî û wateya xwe birî, weşî û hêz e. Hêz jî, bi xwedîkirin û lêmêzekirineke bi rûkûpêk çêdibe. Ew çêbûn jî, bi zanîn û zanistiyê derdikeve holê. Radeya yekemîn, divê derfetên aborî digel mercên serbestiyê hebin. Hingê, hêza xurt û adanwar, dikare karekî rind ji “qewet”ê re bike û wê têxe tevgerê.

BEREKET: Çendî ku ji erebî hatiye, lê ev bêje li Kurdistanê rojane tê bikaranîn û bi wateya zêdeyî û zêdebûn e. Bêguman zêdebûn jî, bi van herdu xalên pêşî derdikeve holê.

Yanî bi kurtî ger bête gotin mesele ev e: EGER TU NEKÎ, TU NE DIXWÎ Û NE JÎ DIBÎNÎ.

Nexwe karê herî girîng ev e ku ciwanên nûhatî giringî bidin ser xwendinê û di zanistiyê de berepêş herin. Xwendineke çarsale piştî ya lîseyê jî, êdî sûdeke zêde nade meriv. Lê xwendina Teknolojî û Hiqûqa Nevnetewî, hemû deriyên radayî li meriv vedikin. Piştî vekirinê îcar meriv dikare ji xwe re tiştê ku dixwaze hilbijêre û sûdeke mezin bibîne. Piştî hilbijartin û serkeftinê, meriv jî digîje wê armanca pîroz ku ev e bi sedê salan e em tev li bendê ne.

Ciwanê Hêja!
Ciwana Dilovan!
Ger tu hogiç î, yan beran î, belkî gamêş î yan jî mêrxasekî fîlan î. Piştî ku tu bibî xwedanê hêzekê û ku tu silava xwe bi hêz bidî, wê bereketa Yezdanê Mezin jî bi dilovanî birije ser sifre û qada welatê te, hindê wê her tiştê te şên bibe.

Xwedayê mezin her destegîr û piştevanê we bit…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev