Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Xewna penaberiyê

Xewna penaberiyê

Reşad Şeref

Rebeno, nema çavên wî bi jina wî ve dirabûn! Jinê digot: Xwelî li serê min be, ma min jî mêr heye? Mala minê! Mêr jî hene û mêrkok jî hene, hevalên min yek jî li vî welatê gemar nemaye. Eyşo keça şivên bû wa li Swêsra ye, Gurcê li Elmanya ye, Şefê li Swêde.. bi pera dilîzin!

Ev çîroka Gewrê bû, sibe, nîvro û êvarî. Mêrê wê got: Gewrê ez destên te maç dikim, lingên te maç dikim, ez gorî û qurbana te me, bes van çîrokan bibêje. Keçê ev xaka bav û bapîrên me, kevir bi kevir, kuç bi kuç bi xwîna xwe paqijkirîn û axa bi xwêdana xwe strayîn. Ez dest jê bernadim. Keçê, ewên çûyîn Oripayê vira dikin, derewan dikin. Nanê belaş nadin tu kesî, ew nanê hîzîtiyê dixun, serpêl in. Eger tu dev ji war û meskenên xwe berdî, rûmeta te namîne, namûsa te namîne.

Mêr bi dilşewatî ev gotin gotin. Gewrê serê xwe hişk kir û got: Mala minê! Ha..ha..ha.. de rabe axa xwe bixwe, bila axa te sûdê bide te.

Mêr bê çare ma, bi dilekî kul û keserên şewat erd, xanî û hertişt bişûn xwe ve hişt û çû. Ji Gewrê ew bû ku li firokxaneyê dakevin û bêjin em kurd in, penaber in, ewê bêjin wey hûn li ser ser û çavên me û bavên me hatin. Wê di cî de mafê penaberiyê bidin wan tevlî xanî û pêkhatiyên wî.

Di balefirê de pasportên xwe pîç û pîç kirin û xistin kepînê. Rûpela ko wêneyê wan, nav û nîşan li ser daqurçandin ji bo yek carî derfeta vegerê nemîne. Dema daketin, polîs kelebçe xistin destên wan. Ji xwe re digotin: Evê poşman bibin bi vê kiryara xwe. Bi wan re ingilîzî, fransî û almanî diaxivîn, lê ew tê nedigihan, tenê digotin: Em kurd in kurd, bi xwedê hûnê poşman bibin.

Rojekê di wê odeya qerisî de man. Tenê destûra du tiştan ji wan re hebû, çûna kepînê û vexwarina avê. Zehferan li ser ûrên wan tirş bibû û qurênî diket rûviyê zikên wan. Bi derengî şev tûrên reş xistin serê wan. Li turimpêlek leşkerî siwar kirin û bi rê ketin.

Bi hilata rojê re zanîn ko hildikşin jor. Xwuhdanek qerisî di eniya wan re da der. Ji xwe re gotin: wê me li serê çiyakî li nav dehl û devîkî deynin, ji sarma û birçîbûnê emê bimrin û bibin êmê cinawerên çolê. Li cihekî danîn, tûrên reş rakirin ji tîrêja rojê û berfa sipî çavên wan nedivebûn. Li serê wî çiyayî ji bilî avahiyek sipî û hewşek mezin hîç tiştek tunebû. Kelepçe ji destên wan vekirin û derbasî wî avahiyê sipî kirin.

Ew xelkên li wir ji hemî welatên cîhanê hebûn. Ewrên reş hin bi hin li ser çavên wan diferikîn. Ji hev re gotin: Mane kurd li her cihî hene, hetanî gihane Hindistan û Çînê, texmîn kirin ko wê kurdekî bibînin lê bawer nedikirin ko jin û mêran ji hev veqetînin û ne di gumana wan de bû. Gewrê birin aliyê jinan.

Karmendekî destê wî girt û bire odeyekê ku du text lê hebûn. Bi eşaretan lê da nasîn ev textê te ye. Li ser textê din zilamekî reş wekî qîr navserî xwe bû, pora wî ya kizirî û xelxelok, hinek xelekên sipî tê de xuya dikir, û awirên çavên wî ne li bayê hev bûn. Dema li te dinerî te digot qey li kesekî li pişt te dinêre. Dev li ken jê re got: (Welcome)! Dema keniya dît ko diranekî wî yê pêş şkestîye, li ber xwe de got: Hema ev ji bavê min kêm bû!

Sê heyv qediyan di wê odê û wê kampa penaberan de. Derfet tunebû ji derveyî hewşê derkevin. Bû demê dadweriyê, wergêrekî kurd anîn dadwer jê pirsî: Ka çi derdê te heye? Ji bo çi te welatê xwe li pişt xwe hiştiye û penaber bûyî?

Herdu destên xwe xistin hevde bi tûj li dadwer nerî û got: Hema ez kurd im bes e! Û êzidî me ji başûrê Kurdistanê me, nasnama me nîne, mafê xwendinê nîne, ez nikarim bê nasname karekî bikim. Dewlet yek lîre nade me, ma emê çewa xwedî bibin! Tiştekî din kurdên musilman xwarina destê me naxun û bi çavekî piçûk li me dinerin tevlî ko em jî kurd in. Heftê û sê ferman bi serê me hatine, Seddam Husên gundên me wêran kirin, perestgehên me hilweşandin, kesek bi hewara me nehat, kesek bi destê me nagire. Seyda, te rastî divê we jî tiştek ji me re nekiriye, ev sê meh in em li serê vî çiyayî bila dilê gawiran bi me bişewite! Ma ji vî pêve ezê çi bêjim!

Li benda dadwer ma ka wê çi bêje. Du tiştan bala dadwer kişand, yek kurdên başûr tevlî kuştin, talankirin û wêrankirinê, ne bê nasname ne. Didu, pereyên Iraq ê dînar in!

Dadwer got ezê du pirsan ji te bikim eger te bi rastî bersiva min da, ezê mafê penaberiyê bidim te.

Dadwer pirsî: Tu dibêjî tu êzidî yî, mîrê te kî ye?

Got: seyda, xwedê hema her kes mîrê mala xwe ye.

Dadwer pirsa dudiyan kir û got: teyrek ji teyran li cem êzidiyan pîroz e, ew çi teyr e?

Got: Bi wî xudayê ez û tu dayîn li cem êzidiyan hemî cenawer pîroz in û tu cudahî di navbera wan de nînin.

Dadwer got: Jina te gotiye hûn ji beşên kurdistana Sûrî ne, bersiva te çi ye?

Zanîbû ku hertişt têkçû, got: Ji xwe ewê mala min wêran kir!.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev