Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ROJA ALAYA KURDİSTANÊ PÎROZ BE !

Îro roja Ala Kurdistanê ye. Ala KURDİSTANÊ şan û şerefa milletê Kurd e!

Tiştê ku miletan ji hev cuda dike, welat û ax, ziman û ala ye. Her miletek ax û welatek xwe heye, ziman û alayek xwe heye. Al rûmet û sembola miletan e. Çawa ji bo hemû netewan al cihekî girîng û dirokî digre, ji bo gelê me jî ala me ya ku bi rengê sor, sipî, keske û di navîna wê de rojek zer heye, tê nas kirin. Ji bo netewa me Kurdan jî gelekî girînge û wateya van rengan jî eve: Spî sembola aştiyê ye, Sor ya xwîn û şoreşê ye, rengê Kesk yê bereketa axa Kurdistanê û Mesopotamiyayê ye, her weha Roj jî sembola ola Zerdeştiyê ye ku di dîroka kevnar a Kurdan da bîrewebriya Kurdan bûye.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê di sala 1999’an de biryar girt û vê alayê wek alaya fermî ya hikumeta Herêma Kurdistanê pejirand û 17 meha kanûnê weke roja Ala Kurdistanê hat qebûl kirin. Ji ber wê yekê jî her sal di 17 Meha Kanûnê de li Parlamentoya Kurdistanê û di hemû dem û dezgehên fermî de roja ala netewî ya Kurdan tê pîroz kirin.
Li Başûrê Kurdistanê hemû bajar û bajarok bi ala rengin tên xemilandin. Ev roja ne tenê li Başûrê welatê me, lê li hemû beşên Kurdistanê Kurd weke rojeke girîng û dîrokî bi coşî û şahî vê roja ala Kurdistanê bi şêweyên cûr bi cûr piroz dikin.

Ala Kurdan xwedî dîrokek kevne. Ala Kurdistanê di hemû serhildan û bûyerên netewîyên gelê Kurd de hatine bikaranîn. Dema ku tevgera Şêx Seîd destpêkir û qezaya Gumgumê (Varto) kete destê hêzên Şêx Seîd, wê demê şervanan av alaya rengîn li ser avahîya hikumetê çikandin ku ev weke nîşana serketina Kurdan hate hesibandin. Her wiha di dema Şêx Mehmud de û rêberê serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa jî li gor nivîsên dîrokê ew al hildaye. Li gor zanyariyên siyasetvan û ronakbîrên Kurd ala Kurdî ji aliyê komeleya Xoybûnê di salên 1920`an de hatiye çê kirin. Ev al wek ronîya çavan hatîye parastin û di sala 1946’an de, di dema damezrandina dewleta serbixwe li Rojhilatê Kurdistanê a bi navê Komara Kurdistan a Mehebad de, serokkomar Qazî Mihemmed de, Ala rengîn a ku hetanî îro wek alaya Kurdistanê tê qebûl kirin, cara pêşin li bircên Mahabadê hate çıkandin û vê alayê Qazî jibo parastin û pejirandinê wek rûmeteke bi nirx diyarî Fermanderê giştî yê hêzên Leşkerî yên Kurdistanê Mela Mistefayê Barzanî kir. Ji wê rojê heta roja îro ev ala pîroz li hemû beşên Kurdistanê wek ala netewî ya Kurdistanê tê qebûl kirin. Her weha zimanzanê Kurd Celadet Elî Bedirxan jî ala Kurdî li ser bergê kovara Hawarê çap kiriye, rengên alê her ev rêngên ala niha ya Kurdistanê bûne.

Bi hezaran ciwanên Kurd di ber wê alê de xwîna xwe dane û şehîd bûne. Weke her miletekî li vê dinyayê, Kurd jî bi wê alê hatine naskirin. Bi dehan stran û helbest li ser wê alê hatine çêkirin

Celadet Bedirxan helbestek li ser alê nivîsiye û weha gotiye:

Ala Kurdan di nîvê de roje …
Çendî xweşike û lewende..
Bi çar rengan rengîne
Xîzkek keske û xîzkek sore
Û di nîverastê de spiye û li ser jî zer e

Peyva alê jî di helbestên helbestvanê gevire, klasîkên wêjeya kurdî, wek Melayê Cizîrî û Mela Batê û Ehmedê

Xanê de hatiye bibîrxistin:
Zalimê kuştim şepalê
Nazikê, qencêdelalê
Bûn hîcaba zilf û xalê
Êdek û ala û tox.
(Ji Dîwana Melayê Cizîrî)
Bejn û bala tox û ala
Min kirin vê kramit ala
Çîçeka terhî nîw ala
Dil ji min bir, dilji min.

Helbestvanê kurd ye Sovêta berê, binelyê Qazaxstanê Barîyê Bala helbestek ser Ala Kurdistanê nivîsiye:

ALA MEYE KESK, SOR Û ZER :
Tim bilind bî, bimilmilî, her gav, her dem,
Bê qezya bî, ji te dûrbin keder û xem.
Şûrê tûj bî, qetkî dilê qetilkara,
Serkevtîyê têxî hemû qulca, wara.
Kurdistanê bixemlîne hebûna te,
Şewqê têxe gund-bajara tîrejên te.
Şerqa navîn daynî hîmê aşîtîyê,
Navê Kurda eyan bikî tew dinyayê.
Virha şûnda, pejmûr nebî, neçilmisî,
Bin pîya da pêpez nebî, nebinisî.
Serfinyaz bî, bimilmilî bê qal, bê ceng,
Pêş neyara zexm û zor bî, bibî liheng.

Le ya dilêş ewe ku ji destpêka kirîza Sûriyê ve û heta niha bi dehan caran li Rojavayê Kurdistanê êrişî ser Ala Kurdistanê hatiye kirin û sivkatî pê hatiye kirin, ev çend carin li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî li Herêma Cizîrê, li bajarê Amûdê, li Hesekê, li bajarê Efrînê, li bajarokê Girkê Legê Ala Kurdistanê dibe qurbaniya nakokiyên siyasî yên di navbera ENKSê û PYDê de û berûmetî bi sembola netewî û ala netewî ya kurdan tê kirin, ku herî dawî roja 2ê Kanûna li bajarê Amûdê û 6 meha kanune 2016an agir berdan ofîsa Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ê ya bajarê Tirbespiyê ji aliyê hin kesan ve û hemû kelûpelên têde hatin şewtinandin alaya Kurdistanê û logoyên ENKSê ji nav de. PYDê derbarê bûyerên dawî de tu daxuyaniyeke fermî nedaye.

Bûyera şewitandina alaya rengîn li bajarên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê alîgirên PYDê ve, dengekî mezin li her çar perçeyên Kurdistanê veda û serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bi xwe ev bûyer şermezar kir.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser peyameke piştgirî û spasiyê ji bo xelkê Amûd yê rojavayê Kurdistanê şand. Di peyama xwe de serok Barzanî dibêje, “rêz û spasiyên xwe pêşkêşî xelkê berxwedêr yê bajarê Amûdê dikim, ku bergiriya li niştimanperwerî û hêjayên gelê Kurdistanê ne. Destxweş li we dikim, ku bi sebir û bi berxwedan hûn ala Kurdistanê diparêzin, ew al ku ala xwîna şehîd û nîşana pêkvejiyan û aştiyê ye. Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de ji bo gelê Amûdê dibêje, ez we piştrast dikim ku riya niştimanperwerî, ruhê kurdayetî bi serdikeve û şermezarî ji bo wan kesan dimîne ku ala Kurdistanê dişewitînin û gênc û lawên Kurd îşkence dikin û diêşînin, û li dawiyê ewê baca wan tewanan bidin.”

Bêrêziya li hemberî Ala Kurdistanê ku Rojavayê Kurdistanê hatibû nîşandan, ji aliyê gelek partiyên Bakûrê Kurdistanê ve jî rastî bertekan tên. Partiyên Bakûrê Kurdistanê didin kivşe ku nayê qebûlkirin Ala Kurdistanê ku nirx û rûmeta hemû Kurdên cîhanê ye, rastî helwesteke wiha kirêt were.

Partiyên Kurdistanî dan zanîn ku berpirsiyariya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê jî di êrîşê de heye: “Kesê ku Ala Kurdistanê bîne xwarê û bişewitîne, ew ne Kurd e.”

Belê, êrişa ser Ala Kurdistanê û şewitandina wê rastî bertekên tund û nerazîbûna kesatiyên siyasî, çalakvanan û welatiyên Kurdistanê hat.

Guhdarên delal, îro ji bo roja nav-nişan, Roja Alaya Kurdistanê radyoya Ria taza çend rewşenbîr û karmendên civaka kurd ên pispor û pêşewitîyê gelê xwe, bi rya radyotêlêfonê hatine girêdan. Fermo di bernameyê de guhdarîya pirozbahiyên wan hejayan ji bo Roja Alaya Kurdistanê û nêrînên wan derbarê bêrêziya li hemberî Ala Kurdistanê ku Rojavayê Kurdistanê hatibû nîşandan ji me re gotin.

Mevanê radyoya Ria taza bun: Helbestvan, dramatûrg, nivîskar û doktorê zanyariyê, endamê Yekîtiyên Nivîskarên Ermenistanê û Danîmark Ezîzê Gerdenzerî, karmendê civakî, serokê Yekîtîya kurdên Qirgîzistanê ya bi navê Mîdîya, Şêх Ramazan Sêîdov û Rojnamegerê naskirî, berpirsîyarê ofîsa Kurdistan TV ya Stenbolê birêz Mihemed Sanrî.

Gelê me îro ji bo rizgarkirina welatê xwe li hemû beşên Kurdistanê bi mêrxasî û cangorî di bin vê ala pîroz de li dijî terorîstan û dewletên dagirker tekoşîna xwe dimeşînê.

Em bawer in ku sedsala 21an wê ji bo gelê me bibê sala azadî û serxwebûna Kurdistanê û kes nikarê pêşîya tekoşîna gelê me bigre. Gelê me jî wek her netewan divê li welatê xwe bi azadî, aşîtî û serbilindî bijî. Helbet Ala Kurdistanê piştî şerê DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge di şerê han de zêdetir di cîhanê de hat nasîn û hezkirin.

Divê her Kurdek ji hemû beşên Kurdistanê xwedî li ala pîroz derkevin û biparêzin. Ev ala ya me hamûyan e. Em çiqas serbilind in gava Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî hevdîtin bi berpirsên Dewleten cihane dike ala pîroz ber alaya wan dewletan dimilmile.Radyoguhdaren eziz! Em bi hatina 17 Meha Kanûnê roja ala Kurdistanê li gelê xwe bi dil û can pîroz dikin. Dilxweşîyê, serketinên mezin û serxwebûnê gelê xwe re dixwezin.
Her bijî ala rengîn !

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev