Çend nimûneyên zargotina me ji “Cewahirên kurdî”

Çend nimûneyên zargotina me ji “Cewahirên kurdî”

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 70î ye. Ev nimûneyên zargotinê yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Cewahirên kurdî” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

Ji nimûneyên zargotina me – 70 

Sebir heye, sikan e

Wextekê merîkî belengaz diçe welatekî dûrî-derez, dibê ezê ji xwe ra bixebitim, risqekî ji zarên xwe ra dest bixim û vegerim, bêm. Wextekî ew dixebite, rojekê dinihêre wê bazirganbaşîk ji welatê wan hatîye wî şeherî. Heta wî çaxî ew çend qurûş xebitîbûn. Ew dinihêre, ku bi pênc qurûşên wî tişt pê nayê, ew dide pişîkekê dikire, dike qutîyekê, ji bazirganbaşî hîvî dike, ku bibin bidine jin û zarên wî.

Bazirganbaşî ji xulamên xwe ra dibêje, ku wê pişîkê daynine ser devekê, miqatîyê lê bikin, bibin, bidine jina xort.

Ewana hûr-mûrên xwe difiroşin û dîsa berê xwe didine welatê xwe.

Rê va li gundekî rast pê tên, dibên: emê îşev li vira hêsa bin, sibê rabin, herin.  Êvarê, wextê nan didine ber mêvanan, çend xort dar di dest wan da, li ser wan ra disekinin.

Mêvan dibên:

-Eva çi hewal e, ev lawik çima li ser me ra sekinîne?

Xweyê malê dibê:

-Qet ecêbmayî nemînin, li vir mişk ewqas zef in, ku meferê nadin meriv nan bixun.

Rastî jî, wextê nan datînin bixwin, mişk ji qulên xwe derdikevin û hicûmî li ser sifirê dikin.

Bazirganbaşî ji xulamê xwe ra dibêje:

-Kuro, here amenetê wî belengazî bîne.

Xulam diçe pişîkê tîne. Wextê ewê berî nav malê dide, ji tirsa pişîkê îdî mişkek ji qula xwe dernayê. Xweyê malê hîvî ji wana dike, ku ewê pişîkê bide wana. Bazirganbaşî dibê: -Qurba, welle eva amenetê merîkî ye, ez nikarim bidim.

Xweyê malê dibê: -Qurba, ezê beramberî pişîkê zêr bidime we, bibin, dewsa amenetê wî bidinê. Bazirganbaşî pê ra razî dibe, zêran dike dewsa pişîkê, tîne dide xweyê amenet.

Wextek derbaz dibe, ew bazirgan dîsa tê wî şeherî, rastî wî merîyê belengaz tê.

Vê carê ew merîyê belengaz diçe qutîyek sêv ji bazarê dikire, hîvî ji bazirganbaşî dike, ku bide zarên wî.

Bazirganbaşî kel-melên xwe difiroşe, dide ser rê, diçe. De, bazirgan e, bi mehan rê diçin, wextekê li şeherekî diqesidin, diçine mala mîrê wî şeherî. Dinihêrin kurê mîr wisa nexweş e, ku halê wî tune. Bazirganbaî dibê:

-Kuro, herin ji wê qutîya merîyê belengaz sêvekê derxin, bînin, em bidine kurê mîr, belkî bi sêvê çavên xwe veke.

Wextê sêvê tînin didine kurê mîr, ew sêvê dixwe û heqzande çavên xwe vedike, sêveke dinê jî dixweze.

Bazirganbaşî dibê:

-Qurba, welle ez îdî nikarim bidim, ew amenetê merîkî ye.

Mîr lava-dîlekan ber dike û dibêje:

-Qurba, welle, ezê bi kaşa te sêva zêr bidime te, tenê tu bide, bira kurê min bixwe, belkî sax be.

Bazirganbaşî dişîne qutîya sêvan tîne dide mîr, dewsa wê tijî zêr dikê, didê. Bazirganbaşî dîsa qutîya zêran dide jina yê belengaz û qet tiştekî jê ra nabêje, ku hal û hewalê amenetê mêrê te û min bû ev.

Çend sal derbaz dibin, ew merîyê belengaz dîsa tê sûkê, çavên xwe li wan deran digerîne, ku wî bazirganî bibîne û bi wan ra vegere wetenê xwe. Xulese, ew merî rojekê rastî wî bazirganî tê, bi wan ra pev dikeve, ku filan rojê bi hev ra herin.

Ew di nava wan salan da sê zêr qazanc kiribû. Ew diçe bazarê, ku bi wan zêran ji zarên xwe ra heve kel-mel bikire.

Wextê ew diçe bazarê, dîna xwe didê, ku kalek ser rê rûniştîye û dike gazî:

-Ez şîretan difiroşim.

Ew merîyê belengaz nêzîkî kalê dibe û dibêje:

-Kalê, şîretê te bi çi ne?

-Her şîreteke min zêrekî hêja ye,- kalê cabê dide.

Merîyê belengaz di ber xwe da dibêje: -Welle, ez bi navê wî Xwedêyî kim, ezê şîreteke kalê bikirim, çika şîreta wî çi ye?

Ew zêrekî dide kalê û dibêje, de ka şîreta xwe bêje, çika şîreta te çi ye.

Kalê zêrê xwe hildide û dibêje:

-Mehbûb ew e, dil hebandîye.

Merîyê kesîb dibê:

-Bavê kal, min jî ev gotin zanibû.

Kalê dibê:

-Qurba, eger te zanibû, te nekirîya. Xwe min zor neda te?

Merîyê kesîb dibê: -Welle, ezê şîreteke wî ya din jî bikirim, çika dibe çi.

Ew dîsa zêrekî dide kalê û şîreta wî ya dinê jî dikire. Kalê dibê:

-Sebir heye, sikan e.

Merîyê belengaz dibê:

-Xwedê mala vî xirab bike li ser şîretên wî da. Hema ev bûn şîretên wî? Min keda xwe ya çend salan badîhewa da wî.

Xulese, bazirganbaşî hûr-mûrên xwe difiroşe, û ewana bi rê dikevin.

Ewana pir tên, hindik tên, rastî bîrekê tên. Gerekê yek ji wana bikeve bîrê, avê dagire, bide yê dinê, ku ji bîrê derxin, deve-delûlan avdin.

Derheqa wê bîrê da zanibûn, ku gelek merî ketinê û jê derneketine.

Ji kê ra dibên bikeve bîrê, ew înkar dikin. Bazirganbaşî dibê:

-Xortê belengaz, tu bikevê, ezê haqas zêr, hesp û zînekî bidime te. Ku tu ketî bîrê û jê dernekevî jî, bira qirar û qesam be, ezê zêrên te û hespa te li ser bîrê bihêlim û herim.

Merîyê belengaz dibê:

-Eva çend sal e ez ji mala xwe derketime, niha tu qurûşekê nabime mala xwe. Ezê herim çi caba jin û zarên xwe bidim? Diha rind dibe ez bikevime bîrê, ku bextê min lê xist, ez sax û silamet ji bîrê derketim, ezê bibime xweydewlet, bi dilekî şa ser zarên xwe da herim. Hergê nehatim jî, ne xem e.

Ewana benekî davêjine nava xortê belengaz û dadixine bîrê, ew avê dadigire, deve-delûlan av didin, avê bona riya xwe jî hildidin, ew e, îdî gerekê wî ji bîrê bikişînin, xortek tê milê wî digire û bi rêkê ra dibe, derdixe odeyekê. Ew dinihêre beqeke bedew wê di nava teşta avê da ne, ser textekî jî erebeke levdeqandî rûniştîye.

Xortê ku ew merîyê belengaz anîye, ji wî ra dibêje:

-Xorto, tu vê beqê û vê kulfetê dinihêrî?

-Dibînim, axa,- xortê belengaz cabê dide.

-Wek ku dibînî, de niha ji min ra bêje, ka ev beqa rind e, yanê ev kulfeta? Hergê te rast got, hemî tê xilaz bî, xêr ku te rast negot, ezê serê te lêxim.

Mêrikê belengaz dikeve orta du dîwaran; bêje beq bedew e, dibe lê xweş neyê. Bêje ev kulfeta bedew e, dibe lap xirab be. Ew, wek ku merîk bikeve orta du dîwaran, wisa tê serê wî. Ji nişkêva ew şîreta kalê dikeve bîrê, dibê: ne min xebata xwe ya çend salan da vê şîretê, welle ezê bêjim çi derdikeve bira derkeve. Ew ji mêrik ra dibê:

-Qurba, “Mehbûb ew e, dil hebandîye“.

Pey vê gotinê ra beq diwerime, nişkêva diteqe û qîzek na, husulcemalek jê derdikeve. Ew jinika ereb ya lêvdeqandî jî wêderê diwerime û diteqe. Mêrikê belengaz şaş û metel dimîne, dibê: -qurba, eva çi bû, min ji vê yekê tiştek fêm ne kir.

Xweyê malê dibêje:

-Qurba, qet lez nekeve, ezê niha gişkî ji te ra bêjim. Te ev jinika ereb ya lêvdeqandî dît, ku hêja teqîya. Eva carîya jina min bû. Ewê ji hevsûdbûna bi sêrê ew kire beq û ji min ra got, ku ez wê bistînim. Min ev yek ne kir û ne jî karibû destê xwe bida wê. Sêra me jî di nava gilîyan da bû. Kê ku ev gilî bigota, eva yeka wê biqewimîya. Min haqas merî anîne vira, hinekan digo beqe rind e, hinekan jî digot eva ereba lêvdeqandî bedew e. Bona wê yekê jî ez negihîştime mirazê xwe. De niha bixweze. Te çawa mirazê min kir, ezê jî mirazê te bikim.

Mêrikê belengaz dibê:

-Heyran, tiştekî te ne lazimî min e, tenê min derxe dinya ronik.

Mêrik pêşkêşekê didê û wî derdixe rû erdê. Dinhêre heqzande wê hespa wî zînkirî, zêrên ku ji wî ra bazirganbaşî soz dabûn, ser bîrê ne. Ew zêrên xwe hildide, li hespê xwe siyar dibe û ber bi mala xwe bi rê dikeve. Ew pir tê, hindik tê, şev digihîje mala xwe. Dinihêre dewsa koxikê wî, wê şaneşînên bedew hatine çêkirinê. Ji pencerê ra dinihêre, wê jina wî jî tev xortekî raza ye. Mêrik ji hêrsan radibe, tivingê ji pencerê ra dirêjî wan dike, dibê: ezê di nav cî da herduyan jî bikujim. Wextê ew dixweze îdî gullê berî wan da, gilîyê kalê dikeve bîra wî, ku gotibû. “Sebir heye, sikan e“. Ew dibê: ez hela hinekî jî sebir bikim, çika ev xorta kî ye? Xêleke şevê diçe, jina wî ji xort ra dibê: “Lalao, ca hinekî wê da here, te ez kuştim“. Mêrik paşî van gilîyan şikirbûna xwe ji Xwedê tîne, ku ewî çawa kurê xwe ne kuşt. Xulese, ew li derî dixe, jina wî tê derî vedike, ew û jin-zarê xwe diçine dest û rûyên hev. Mêrik hildide, ji jina xwe ra dibêje:

-Jinik, ev pere te ji ku anîye, ku haqas xan-man çêkirîye, hebûn bi dest anîye?

-Ne te du caran qutîyê zêran şandin,- jinik cabê dide.

-Heyran, min tu zêr neşandine, min carekê pişîkek, carekê jî qutîyek sêv şandine.

Ew sibê radibe, diçe cem bazirganbaşîyê nasê xwe. Bazirganbaşî gelekî şa dibe, ku ew sax-silamet ji bîrê derketîye.

-Ev hemûşk alîkî, tu wê yekê ji min ra bêje bazirganbaşîyê min, min tu caran zêr nedane te, te çawa du caran du qutî zêr dane jina min. Bazirganbaşî çawa pişîka wî û sêvên wî dane zêr, gişkî wî merîyê belengaz ra dibêje: 

 

Wey li min pişt

Carekê du xort li xortekî didin, wî nermehetî dikin. Xortê bi tenê dibêje:

-Wey li min pişt.

Herdu xort li xortê tenê dinihêrin, dibêjin:

-Kuro, tu dîn bûyî, em ser çavên te û zikê te dixin, tu dibêjî ”Wey li min pişt”.

Xort caba wan dide, dibêje:

-Qurba, ku îro pişta min hebûya, weyê ser çavên min û zikê min nexista.

Ew merîyê belengaz bona helalîya wî razîbûna xwe dide bazirganbaşî û diçe. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev