Di opêrasyona Erzurumê da Kurdistan gerekê piştgirîya me bikira – 1

Di opêrasyona Erzurumê da Kurdistan gerekê piştgirîya me bikira – 1

Me di 69 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa pêşin a bi sernavê “Di opêrasyona Erzurumê da Kurdistan gerekê piştgirîya me bikira -1” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 70 

Tevgelîya kurdan di dema kampanîya duduyan da: ji teslîmbûna Qersê û destpêka şerê li rex Erzurumê heta dawîya şêr. Mecalên, ku me qebûl kirine bona hukumê xwe di nav kurdan da bidne belakirinê û bona ku di dema opêrasyona li Erzurumê Kurdistan piştgirîya me bike

Binketina Qersê li ser paşeroja temamîya Asîya Biçûk tesîreke mezin kir û di nav serokatîya hukumeta Konstantînopolê da deng bela dibû derheqa wê yekê da, ku dewsa Muxtar paşa yekî mayîn kivş bikin. Mişîr bi xwe jî ne li bendê bû, ku Qers wê ewqas zû ji dest here. Hukumeta tirka destpê kir bi awakî ciddî hêzên çekdar berevî ser hev bike û ji bo pêkanîna wê armancê Nafis paşa şandine Kurdistanê. Emirî li ser wî kiribûn, ku kurdên şervan berevî ser hev bikin, lê di cîya da bihêlin, heta fermaneke nû nestînin. Usa xuya bû, ku hukumeta tirka hewl dida mîlîsên kurda careke din berevî ser hev bikin û di karê organîzekirina wan da şaşîyên berê berdayî dubare nekin bona bikaribin wana bi awakî ciddî hazirî şêr bikin. Lê ew hêvîyên tirka li Kurdistanê bi ser ne ketin. Di wî karî da rewş berî destpêka şêr û di kampanîya pêşin da çêtir bû.

Şêx îdî çûbûne dîwanên xwe. Ubeydulle bi xwe ji rûsa zîyaneke mezin ne kişand û zirareke mezin ne ket jî, ji ber ku di wextê da xwe ji rasthatina eskerên gênêral Têrxûkasov vekişand, lê hate bawerkirinê, ku esker û topên rûsa gelek xurt in, lema jî îdî hew tevî karê berevkirina şervanên kurd bû, ku gerekê dijî rûsa şer bikirana. Îzmayîl Hekkî paşa, ku piştî serketina di şerê Zîvînê da navê “serketî” lê kiribûn, piştî ku di şerê Deve-boyînê da bin ket û revî Îdirê, di demeke kurt da leke li ser wî navî xist. Ew hurmet û sawa wî ya berê di nav kurda da, ku temamîya Kurdistanê di nav xofê da hîştibû, bi carekê va û bê veger unda bûn.

Kurd hatine bawerkirinê, ku ev şerê bi rûsa ra wê nehêle, ku ew li ser axa rûsa talana bikin. Lê welatê wan hela di dema kampanîya pêşin da hatibû wêrankirin û şêlandinê. Bi saya serê zordayîna Muxtar paşa hukumeta Tirkîyê îdî destpê kir bi awakî berk êrîş bire ser cerdên kurda. Bi emirkirina Muxtar paşa di wê demê da gelek kurd hatine kuştinê.

Bi vî awayî, talankirina bê ceza îdî ji dest kurda derketibû û ewana bi her awayî hewl didan, ku nekevine nava cêrgên parastvanên Tirkîyê da. 22ê çirîya paşin, ango mehekê piştî binketina Deve-boyînê, bin destê serleşkerîya tirka da 55 taxbûr, 6 bêlûk û tenê 2 hezar siyarîyên çerkez û kurd hebûn(1).

Dema şerê me derbazî ser axa Soxanlixê bû, gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov îdî qîmetekî mezin dida pêwendîyên me yên bi kurdên ji malbetên bi nav û deng ra. Binketina Erzurumê tenê bi demê va girêdayî bû, lê ji ber ku tu kesî nikaribû bigota, ku şer wê çawa xilaz bibe (lê Tirkîya îdî ji dawîya meha çileya pêşin sala 1877a derheqa lihevhatinê da difikirî), ji ber wê jî dema me bikaribûya kurda banîya alîyê xwe, bi wê yekê va emê di dema êrîşa xwe ya li ser axa Asîya Biçûk arxayîn bûna û meyê bi wê yekê ra tevayî jî bikaribûya pirsa xurekê desteya me ya li wî berê Soxanlixê safî bikira.

19ê çileya pêşin gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji serekê herêma Êrîvanê gênêral Şêlkovnîkov ra(2) nivîsî: “Piştî ku me Xinis Kela (Kela Xinisê)(3) zevt kir, îdî dem pêra gihîştîye, ku em destbi pêwendîyên bi kurdên Tirkîyê ra bikin. Ev kar ji bo me di her alîya da pir pêwîst e. Eger em bikaribin kurda bînine alîyê xwe, di şerên me yên paşdemê da ewê karekî mezin bidine me û wê lingê hukumeta tirka bikine soleke teng da. Di ordîya tirka da gelek kurd hene û eger hûn bikaribin bi destî serekeşîrên navdar soz bidine wana, ku eger ew ji ordîya tirka birevin, wê demê ew dikarin di malên xwe da aza bijîn, ew yek jî wê ji me ra pir dest bida. Lê em wê jî zanin, ku serekeşîr pera pir hiz dikin, ji ber wê jî bona wî karî qet ber pera nekevin, tenê lazim e, ku wan serekeşîra hilbijêrin bona bertîlkirinê, ku hurmet û qedirê wan nav milet da pir e. Ez wê jî bêjim, ku heta niha me guhdarîya lazim ne daye li ser vê pirsa giring û heta niha me ew kar danîbû tenê ser pişta serekê desteya Êrîvanê, ji ber wê jî em pir bi ser neketin. Niha rewş usan e, ku ew kar gerekê bi awakî êginî pêşda here, ji ber ku, ez gotina xwe dubare dikim, eger em kurda bînine pişta xwe, îdî wê ser serketina me şik tunebe”.

Di vî karî da gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ser wê bawerîyê bû, ku baştir dibe siyarîyên desteya Êrîvanê di nav kurdên Mûşê da bigerin, pêwendîyên xurt bi wan ra çêkin, da ku bikaribin bi destî wan pevgirêdana di navbera xwe û desteya me ya li Xinis Kelayê da çê bikin. Hatibû plankirinê, ku bi kurdên ji besta Elaşgirê bigre hetanî Xamûrê û Melazgirê, navendên kurda yên mezin Bayazîdê û Mûşê û dû ra jî kurdên deşta Mûşê bigre hetanî Xinis Kelayê ra bikevine nava danûsitendina. Niyêt hebû pişt ra jî bi desteyeke taybetî ya bi 8 bêlûka û 2 alayên siyarî va deşta Mûşê zevt bikin, bona bikaribin hukumê xwe li ser piranîya Kurdistanê testîq bikin. Karê mezin danîbûne li ser milê alaya siyarîyan, ya ku li Xinis Kelayê û Kullîyê da hatibû cîwarkirinê. Ewê gerekê di nav kurdên Erzurumê da karên casûsî bikira, lê bona bikaribin di navbera Bayazîdê û Erzurumê da pevgirêdanê çê bikin, gerekê li ser rêyên Derhem daxê û Delî babê qereqolên kazaka saz bikin(4).

Zevtkirina Xinis Kelayê. Hela di 7ê çileya pêşin desteya gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov (taxbûreke alaya Nîjêgorodskê, alaya kazaka ya 2a ya ji Voljskê û sê sed eskerên alaya Gorsko-Mozdokê bi rakêta va) şandin bona zevtkirina Xinis Kelayê. Deste, ku di nav berfa pûs da bi xwe ji xwe ra rê vedikir, hema wê rojê gihîşte Ertefê û şevekê li wir ma. 8ê çileya pêşin deste gerekê ser çiya ra bigihîşta gêdûkên bi berfê va nixamtî. Rê usa zehmet bû, ku deste nikaribû hemû astenga bide alîkî û mecbûr ma şev careke din vegere Ertefê û tenê 11ê çileya pêşin ew gihîşte Xinis Kelayê. Qaymeqaym, temamîya bajêr, binecîyên gundên dorê û zozana pêşîya desteyê da hatin. Gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji wan ra got, ku ew bajêr bi gundên dor û berê wî va dike nava axa ku bin destê rûsa da ne, lê niha ser demeke kurt em serokatîya berê naguhêre.

Ji ber ku bal desteyê hûr û mûrên lazim û xurek kêm bûn, ewê nikaribû ser demeke dirêj di bajêr da bima, ji ber wê jî ewê bingehên têlêgrafa dane dadanê, mohr li hemû embarên nan û ar xistin û gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov 13ê çileya pêşin bi alîkarîya endamên meclîsê û muxtarên gunda berbi Hesen Kelê va çû û 16ê çileya pêşin gihîşte wir.

Di gundê Kullîyê da serekê eşîra kurda ya Zerekenliya bi çend giregirên kurdan va pêşîya wan da hatin û heta Hesen Kelê rêberîya wan kirin. Piştî vegera desteyê qaymeqaym bi çar endamên meclîsa Xinis Kelayê va, herweha bi çend serekên kurda yên mayîn va hatine Hesen Kelê bona emir bistînin.

Desteya me berbi Xinis Kelayê va çiqas pêşda diçû, hukumê me li ser binecîya zêdetir dibû. Dema me Xinis Kela zevt kir, navçeyek tam kete bin bandûra me, ku hela ji dest şêr ne hatibû şêlandinê û bi wê yekê va me rê û firsend dîtin bona peydakirina xurek û hûr-mûrên lazim. Pişt ra me biryar sitend, ku alaya kazaka ya ji Gorsko-Mozdokê li zivistanê li Kullîyê bi cî û war bikin, lê alaya Nîjêgorodskê li Xinis Kelayê(5).

Împêratorê Mezin qîmetekî mezin da kar û barê gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov li Kurdistanê. Ji bo tam pêkanîna fikrên wî biryar kirin bi serokatîya serekê barêgeha eskerî ya desteya Êrîvanê serhing Fîlîppov(6) ji siyarîyên desteya Êrîvanê desteyeke ji 9 komikên banzdok saz bikin, ku di nav her komikekê da sed esker hebin û rakêta jî bidne wana. 25ê çileya pêşin sala 1877a ew deste ji Kerekilîsê berê xwe da Xamûrê.

Di dawîya meha çileya pêşin da malûmatî gihîştine me, ku desteyên tirka berevî der û dorê Mûşê, Erzîncanê û Tortumê dibin û niyêta wan heye ji her alîya êrîş bikin, bikevine axa bin destê me, zor li desteyên me bikin, dû ra jî bi tirsfirandinê û gefxwerinê me mecbûr bikin, ku em hesara (blokada) Erzurumê bidne hildanê.

Pêşî guhdarîke mezin ne dane wan salixa, lê zûtirekê me texmîn kir, ku di devera Xinisê da milet bere-bere serî hildide û musulmanên fanatîk, di nav wan da kurda jî, destpê kirin karê dijî me meşandin. Piştî wê yekê bi fermana qumandarê alaya Nîjêgorodskê serhing Kêlnêr ji Kullîyê du sed kazak anîne Xinis Kelayê û 26ê çileya pêşin berê xwe dane Çari-Borîyê(7). Binecîyên wira jî dijminaya me dajotin. Kazak ser çend gunda ra derbaz bûn û serhing Kêlnêr ji serekên bêlûkên xwe ra got, ku ji kurda wan baca (eşar) berev bikin, ku ewana gerekê bidine tirka, û wan pera bighînine Xinis Kelayê. Lê dema serhing Kêlnêr malûmatî sitend, ku neyar hêzên xurt berevî dora Mûşê kirine û wan dil heye êrîş bibine ser Xinis Kelayê, ew 28ê çileya pêşin paşda vegerîya Xinis Kelayê(8).

“Ez ne ser wê bawerîyê me, ku ewê bikaribûna berî deh roja êrîşî li ser Mûşê bikirana”, ewî 29ê çileya pêşin ji gênêral Heyman ra nivîsî: “Lê tiştekî gelekî nêzîkî aqilan e, ku binecîyên fanatîk, xwesma jî kurdên çekdar, wê hewl bidin hêza xwe himberî eskerên rûsa yên kêmjimar bicêribînin, ji ber wê jî tirsa min ji wê tirsê ye, ku dikare biqewime binecîyên Çari-Borîyê bavêjine ser me(9).

Ji bo wê yekê bawerîya me bi êrîşa musulmanên Xinisê dihat, ji ber ku kurdekî navdar 500 hesp anîbû wira û dabû kurda, bona ew bavêjine ser wan gundên ermenîyan, ku bi me ra amin bûn(10). Lê di wan dema da desteya serhing Fîlîppov ya banzdok îdî hatibû Xinisê, ji ber wê jî kêfa ermenîya hate cî û ewê desteyê cerda kurda mecbûr kir ji hev bela be û ji wan dera here.

Bona bikaribin pêşî li tevlihevîyên nû bigrin, 29ê çileya pêşin me bi serokatîya gênêral-çawîş Fon-Şekê(11) desteyeke taybetî – “Desteya Xinisê” saz kir, ku tê da 4 taxbûr, 4 bêlûk û 8 komên di her yekê da sed eskera va hebûn. Lê heta ew deste hate damezirandinê, bûyerên nû qewimîn.

Lêgerîn berbi Mûşê. Desteya banzdanok ya serhing Fîlîppov 28ê çileya pêşin gihîşte Melazgirê û li wir temamîya binecîya, meclîs û alîkarê qaymeqaym pêşîya wê da hatin.

Dema desteya me li wira bingeh girt û hukum kete destê me, desteya me ya banzdok 30ê çileya pêşin ser gundê Şerwan-Şêxê hate gundê Kere-Kerpîyê û ji wir bi serhing Kêlnêr ra (ewê ku Xinis Kela zevt kiribû) kete nava pêwendîyan. Êlpîs, serhing Fîlîppov û Kêlnêr biryar kirin lêgerîna berbi Mûşê bidne derbazkirinê, bona çekên di dest binecîyên Çari-Borîyê da berev bikin, ji ber ku ewana ser wê bawerîyê bûn, ku tenê bi wî awayî dikarin gundên ermenîya û warên eskerên me yên zivistanê ji êrîşên kurda biparêzin. Xênji wê, bi wê rêçgerîyê (lêgerînê) wana hewl dida, ku binecîyên wê navçeyê yên musulman bikine bin hukumê meclîsê, ku li Xinisê hatibû damezirandinê û wê herêmê bidne firekirinê bona bikaribin zêde xurek berev bikin, ji ber ku li der û dorê Xinisê îdî xurek gelek kêm bûbû.

Serhing Kêlnêr 2 komikên her yek bi sed eskeran va yên ji alaya Gorsko-Mozdokê ji Kullîyê bi rê xist, sed esker li Xinis-Kelayê hîşt û 1ê çileya paşin sala 1878a bi du cêrga va (êskadroneke ji eskerên Nîjêgorodskê û sed eskerên ji Gorsko-Mozdokê) û yek ji wana bi serokatîya Altadûkov bi riya, ku tenê zivistanê tê ra diçin, şande Mûşê, lê ya dinê (bi sê êskadronên Nîjêgorodskê va) bi serkêşîya xwe bi riya xilpe-xaro va berê wê da gundên Kere-Kerpîyê, Gêwandûkê, Kere-Çabanê, Şerwan-Şêxê û Kere-Axilê, berbi deşta Feratê(12).

Serhing Kêlnêr, ku bi firqîya çend kîlomêtra pey desteya banzdok ya serhing Fîlîppov diçû, 3ê çileya paşin rex Kere-Axilê gihîşte wî û ji wira ev nivîsa han ji gênêral-çawîş Fon-Şek ra şand, yê ku bi hesabê serhing Kêlnêr gerekê di wan deman da li Xinis Kelayê bûya: “Ber guhê me ketîye, ku li Mûşê 9 bêlûk têne amadekirinê. Gorî salixên ketine destê me, 6 cerdên qaçaxa ji Bergî-Kelayê hatine Ahlet-Kelayê(13), yên ku çek û cebirxane û xurek dibine Mûşê. Ezê sibê ji Kere-Axilê derkevim û li gundê Lîzê li benda emirê we bisekinim. Ezê bi desteya serhing Fîlîppov li wir bim û her tiştî bikim bona bizanibim rewş li Mûşê çawan e. Ser Feratê pira hatîye çêkirinê. Ezê êskadronekê li wira bihêlim bona parastina pirayê, seba em bikaribin dema lazim bibe bi wê rê ra paşda vekişin. Haya min ji serekê bêlûka me Altadûkov tune, ji ber ku di navbera me da çend çiyayên asê hene. Eger pêşnîyarên min bi dilê we bin, wê demê bi lez ji me ra eskerên peya bişînin, ji ber ku Altadûkov li benda min e, ku ezê bi riya Mûşê ra li Çari-Borîyê xwe bighînime wî(14).

Ji ber ku serhing Kêlnêr malûmatî sitendibû derheqa neyarên me da, meşa berbi Çari-Borîyê paş xist heta hatina eskerên peya (alaya Mîngrêlê), ku gênêral-çawîş Fon Şak serokatî li wan dikir. Me tenê du êskadronên Nîjêgorodskê, ku çawîş Vîttê serokatî li wan dikir, şande rex gundê Lîzê, lê êskadroneke mayîn jî me şande der û dorê gundê Texûtê bona pira ser çemê Feratê biparêze. Emirî li ser serekê bêlûkê Altadûkov kirin, ku ew rex Kere-Axilê xwe bighîne ewê êskadronê(15).

 

Çavkanî:

  1. Destnivîsara hejmara 12a, ya beşa eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.
  2. Binhêre serdazêdekirina hejmara 29a. Nameya gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji bo gênêral Şêlkovnîkov, ya 19ê çileya pêşin sala 1877a, hejmara 51ê. Qers (Belgeya hejmara 812a, Arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê).
  3. Desteya gênêral-çawîş Lorîs Mêlîkov 11ê çileya pêşin sala 1877a Xinis Kela zevt kir û derheqa wê da emê jêrê ji we ra bi hûrgilî şirove bikin.
  4. Binhêre serdazêdekirina hejmara 30î. Doklada gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji bo Împêratorê Mezin, ya 4ê çileya pêşin sala 1878a. Xênji wê: belgeya hejmara 14a, beşa 2a, ya Barêgeha Eskerî. Doklada gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji bo Serekqumandarê Mezin, ya 22ê çileya paşin sala 1877a, hejmara 10a. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê).

Gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ser wê bawerîyê bû, ku bona baş pêşdabirina kar û barên me yên êrîşkarîyê li Asîya Biçûk lazim e em pêşda li Kurdistanê cîyê lingê xwe bikin, li wir bingeh bigrin, û bi desteyên xwe yên here hêz va bajarên Kurdistanê yên sereke bikine bin destê xwe. Ev bawerî hema bêje di wan hemû doklada da hene, ku ewî ji Serekqumandarê Mezin ra şandîye û herweha di notên wî da jî hene, ku ewî bi destê xwe nivîsîne. Wek mînak: Li ser doklada serekê desteya Soxanlixê ya 22ê çirîya paşin sala 1877a, ku ewî ji Hesen Kelê şandibû, himberî cîyê ku tê da tê gotinê: “…ji alîyê deşta Mûşê, rex gundê Kullîyê di bin destê me da gerekê hema ewqas esker hebin (alaya peya bi siyarîyên beşeke eskerên siyarî va). Eger ewqas hêza me hebe, emê bikaribin di hêlekê da him acera bikine bin hukumê xwe, him jî di hêleke mayîn da jî kurdê teslîmî me bibin û emê bikaribin rêyên xwe jî bi ciddî biparêzin. Hilbet, wê baş bûya eger desteya Êrîvanê bihata bihêzkirinê û ji Melazgirê bavîta ser deşta Mûşê”, bi destê Lorîs Mêlîkov ev not (têbinî) hatîye zêdekirinê: “Bi alayîke eskerên peya va em nikarin temamîya Kurdistanê bin destê xwe da xwey bikin. Têr nake, ku tenê êrîşî li ser deşta Mûşê bikin, lazim e, ku wê zevt bikin û tenê wî çaxî emê bikaribin hukumê xwe li ser kurdên senceqa Mûşê û hinekî jî ser yên li Wanê testîq bikin”.

  1. Destnivîsara hejmara 12a, ya beşa eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê: “Şer li Tirkîya Asîyayê. Şerê li Soxanlixê ji nîveka meha çirîya paşin sala 1877a heta 8ê îlonê sala 1878a”.
  2. Dîsa li wir û bilî wê jî belgeya hejmara 816a ya arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê (Ji belgeyên ku derheqa şerên di salên 1877-1878a da nin).
  3. Çari-Borî – ew çend gund û zozanên kurdan e, ku dikevine ber kenarê rastê yê çemê Feratê, ku 30-40 kîlomêtra dûrî Mûşêne.
  4. Destnivîsara hejmara 12a, ya beşa eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.
  5. Belgeya hejmara 1345a ya arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê, rûpel 203. (Belgeyên di dema şerê dawî yê bi Tirlkîyê ra).
  6. Destnivîsara hejmara 12a, ya beşa eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.
  7. Eskerên alaya Nîjêgorodskê û 2 sed eskerên alaya Gorsko-Mozdokê ketine nava desteya Xinisê, ku îdî li Xinisê û Kullîyê hatibûne cîwarkirinê. Xênji wê alaya peya ya Mîngrêlê û alaya hejmara 2a ya kazakên Voljskê jî li wira bûn.
  8. Destnivîsara hejmara 12a, ya beşa eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.
  9. Ew gund dikeve bakûr-roava behra Wanê.
  10. Destnivîsara hejmara 12a, ya beşa eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.
  11. Dîsa li wir.

(Dûmayîka vê gotarê piştî heftêyekê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev