Pirsa we û bersîva me – 5

Pirsa we û bersîva me – 5

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşeke nû vekirîye bi navê ”Pirsa we û bersîva me”. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya me bersîva pirsên we bide. Vê carê bersîvên pirsan ha ne.

Redaksyonê vê carê 3 pirsên kurt sitendine. Rêvebira beşê Nura Şane 3 bersîvên kurt amade kirine.

Pirsên xwendevanan û bersîvên Nura Şane

Pirs 1:Bo çi piranîya kovarên sist û bêkêr di wextê xwe da çap dibin, lê piranîya kovarên bi naveroka xwe dewlemend di wextê xwe da çap nabin?
Bersîv 1: -Ji ber ku ji kovarên sist ra wext û pere têrê dikin û zanebûn têrê nake, lê ji kovarên bi naveroka xwe va dewlemend zanebûn têrê dike, lê wext û pere têrê nakin!

Pirs 2: -Gelo ji bo çi li gundên me şîr, rûn, mast, post, çerm kêm bûne?
Bersîv 2:Ji ber ku şivan, gavan û bêrîvanên gund dest ji karê xwe berdane, dest bi sîyasetê kirine.

 

Pirs 3: Gava tirk ji kurdan ra dibêjin “em birayê hev in”, qesda wan çiye?
Bersîv 3: -Qesda wan ew e, ku em herdu jî tirk in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike.
Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. Fewaz

    Gelo çima kurdan dev ji fêr bûna ziman ê xwe berda ye bi dûv siyasetê ketîye. Pirseke din gelo çi navend in zimanê kurdî (kurmancî) Pila bilind hene ku bibin lêvegerk ji bo çaresekirin ne kêşe û astengiyên rêziman

  2. selman

    pirsa min;
    hewkas mirov tenêne, çima dîsa hewkas mirov tenê mane?
    (Bunca insan yalnızken neden bunca insan yalnız? )

    fermo, bersiva pirsa min bidin mêjîyê min zelal bikin. w’ez jî heta hûn têr bibin şîva goşt dîyarî we bikim 🙂

Şirovekirin hatine girtin.