Bankera Kurd Narîn Nadîrova li Qazaxistanê bû ”Bankera salê”

Bankera Kurd Narîn Nadîrova li Qazaxistanê bû ”Bankera salê”

Salihê Kevirbirî

Bankera Kurd Narîn Nadîrova her ku diçe li Qazaxistanê di warê bankageriyê de mohra xwe li bin serkeftinên mezin dixe. Nadîrova cara dawî di merasîmeke fermî de bi madalyayeke serfiraziyê hate rewakirin.

Îsal 25-emîn salvegera avakirin û serxwebûna dewleta Qazaxistanê bû. Li ser vê rojê cara yekem xelateke li ser fînas û bankageriyê hate dayîn.

Di 25 saliya Serxwebûna Dewleta Qazaxistanê de Bankeya Navendî Ya Qazaxistanê jî 25 saliya xwe pîroz kir. Di vê salvegerê de cara yekem ”Bankerên Serkeftî Yên Qazaxistanê” bi madalya û serfiraznameyan hatin xelatkirin.

Bi piranî Qazax û Rûs, ji bo 25 saliya avakirina dewletê û Bankeya Navendî ye, 25 kesên herî serkeftî hatin xelatkirin. Di nav wan 25 kesan de bankera kurd a serkeftî Narîn Nadîrova jî hebû.

Narîn Nadîrova: Kariyereka serkeftî

Narîna Kinyazê Hemîd ango Narîn Nadirova 20 sal in ku li bajarê Alma Atayê karê fînans û bankegeriyê dike. Narîn Nadirova piştî xilaskirina ûnîversîteyê dest bi kar kiriye û heta niha bi awayeke gelekî serkeftî karê xwe berdewam dike. Narîn Nadirova, xwendina xwe li du ûnîversîteyan kiriye. Yek jê Unîversîteya Neteweyî ya Qazaxan (Kazakh National University) e. Di vê zanîngehê de şeş salan di Beşê Biyolojiyê de xwendiye. Xwendina xwe ya din jî çar salan li Beşê Fînans û Bankegeriyê ya Akademiya Aboriyê de kiriye. Nadirova li ”Home Credit Bank Czech Republicê” di dereceyeke bilind de kar dike ku ev banke li Dewleta Çekiyayê bankayeke navdar e. Bankaya navborî li gelek welatên dinyayê heye û şax vedaye. Ev bankeyeke gelekî navdar e û tenê li Qazaxistanê bêhtirî pênç hezar xebatkarên wê hene. Narîn Xanim li seranserê dewleta Qazaxistanê wekî Cîgira Serkarê Giştî û Endama Şêwra Rêveberiya Giştî ya vê bankê kar dike. Narîn Nadirova li seranserê dinyayê, li bajarên wekî Viyana, Stenbol, Prag, London û gelek deverên din, derbarê bankegeriyê de staj dîtiye û hema bibêje mehê çend caran li gelek deverên dinyayê beşdarî gelek çalakî, seminer û konferansan dibe. Narîn Nadîrova li ser xelata ku stand diyar dike ku di tarîxa Dewleta Qazaxistanê de cara yekem e ku xelateke wiha tê dayîn û ew serfiraz û serbilind e ku wekî ”kurdekê” ev xelat wergirtiye.

Xelata ”Bankerên Herî Baş Ên Salê” ji îsal û pêve wê her sal were pêşkêşkirin. Nadîrova eşkere dike ku wergirtina xelateke wiha ji bo wî serbilindî ye, lê serbilindiyeke mezintir ew e ku ew hewl dide ji bo welat, milet, çand û zimanê xwe karên civakî û kulturî dike.

Di merasîma xelatkirina bankeran de ji wezîrên dewletê bigire, 6 serokên Bankeya Navendî ku di 25 salên dawî de kar kirine jî amade bûn. Nadîrova jî xelata xwe ji destê yek ji wan serokan wergirt.

Şayanê gotinê ye ku Nadîrova ji bo karên civakî û kulturî dezgehek jî ava kiriye û ev dezgeh kar û barên xwe li çend welatan berdewam dike.

Bankeger û fînansgera kurd a serkeftî Narîn Nadirova çendek berê daxuyanî dabû çapemeniya kurd û ji Alma Ataya paytexta Qazaxistanê bang li rêveberiya Herêma Kurdistana Federal kiribû û gotibû ku ew amade ye di her warî de di warê hîmdarî û geşedana bankageriyê de ked û emega xwe serf bike. Nadîrova wiha gotibû:

“Bi salan e bi kêfxweşî û handaneke mezin li vî welatê 5 hezar kilometre ji welatê bav û kalên xwe dûr, li ser sînorê Çînê karê fînans û bankageriyê dikim. Niha welatê min ber bi dewletbûnê ve diçe, di her warî de sazîbûn pêk tê û bingeha dezgehên bankageriyê jî tê danîn. Di vî warî de çi bar bikeve ser milên min dixwazim pêk bînim û keda xwe tevli dewlemendî û dewletbûna welatê xwe bikim.” Bankera kurd narîn Nadîrova li gorî geşedan û kiryarên siyasî û civakî hewl dide ku li Kurdistanê hîmê bankeriya modern bike û di vî warî de têkilî û danûstandinên wî bi Rêveberiya Hikûmeta Kurdistana Federal re hene.


Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) – Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev