Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e

Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e

HEWLÊR, 3/12 2016 — Daiş yan jî îslama siyasî û nijadperest ya erebên sinî ko xwe di bin kirasê Daişê de veşartiye xetereka mezin e li ser hemî xiristiyanên cîhanê. Armanca Daişê ya dûr ew bû ko piştî fetihkirin û bindestkirina dewletên misilmanan li Rojhilata-nêvê berê xwe bide Ewropayê û paşê Emerîkayê jî.

Dema ko serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje pêşmergeyên Kurdistanê ne tenê ji bo kurdan lê belê ji bo hemî cîhanê jî şerê terorîstên Daişê dikin jidil dibêje û hemî cîhan jî minetdarên pêşmergeyan û miletê kurd in.

Emerîkayê, Ewropayê, Rûsyayê û Îsraîlê yanî cîhana xiristiyanên dinyayê ev xeter ji roja pêşiyê ve dît û lewra hêzên koalîsyona nêvneteweyî ya li dijî Daişê ya bi serkêşiya Emerîkayê xizmeta miletê kurd û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin.

Aliyekê dînî û exlaqî yê şerê li dijî Daişê heye û xiristiyanên cîhanê amade ne ko bibin eskerên Kurdistanê. Ji aliyê jeopolîtîk ve jî pêwistî bi Kurdistaneka mezin heye ko rê li ber firehbûna Îranê û firehbûna osmaniyên nû Tirkiyeyê bigire. Tenê Kurdistaneka mezin û serbixwe dikare rê li ber sê xeterên mezin bigire ko ew jî ev in: 1) Daiş û plana wê ya vegirtinê, 2) Îran û plana wê ya vegirtinê û 3) Tirkiye û plana wê ya vegirtinê. Bêjeya »vegirtinê« bi menaya »fetihkirinê« bi kar tînim.

Yanî hem ji aliyê dînî û exlaqî ve û hem ji aliyê jeopolîtîk ve li ser hemî xiristiyanên cîhanê îro ferz e ko bibin piştgir û xizmetkarê miletê kurd û serok Mesûd Barzanî da em van hersê xeteran berteref bikin. Heger Emerîka, Ewropa, Îsraîl û heta Rûsya piştgiriya Kurdistaneka mezin di bin serokatiya Mesûd Barzanî de nekin nexwe bila herin û di okyanûsê de xwe noqî binê avê bikin û careka dî jê dernekevin. Kurdistana mezin ava nebe ewlekariya Emerêkayê, Ewropayê, Rûsyayê û Îsraîlê di xeterê de ye.

Emerîkayê û hêzên hevpeymanan ev rewş fêm kirine û lewra gelek welatan pisporên xwe yên eskerî rêkirine Kurdistanê da pêşmergeyan perwerde bikin û ordiyeka çekdar û şerker ya kurdî ava bikin. Di sedsala 18-ê de dema ko ordiya osmaniyan li Cizîra Botan êrişî hêzên Bedir-Xan paşayî dikir efserên elmanî şêwirmendiya ordiya osmaniyan dikir. Îro Kurdistan bûye aktoreka xurt ya jinûvedîzaynkirina Rojhilata-nêvê û esker û efserên xiristiyanan şêwirmendî û xizmeta pêşmergeyên qehreman dikin.

Çerxa felekê li gor bextê kurdan, li gor bextê pêşmergeyên qehreman û li gor bextê serokê miletê kurd Mesûd Barzanî dizivire. Kurdistana mezin dê ava bibe û xiristiyanên cîhanê jî bi çavê »xelaskarekê« nû li serok Barzanî temaşa dikin û xizmeta wî dikin.

Ji bo ko misilmanên cîhanê jî xwe ji terorîstên Daişê û ji îslama siyasî – ko hindik maye dînê îslamê ji dînîtiyê derxe û bike îdeolojiyeka siyasî ya nijadperestên ereb, nijadperestên faris û nijadperestên tirk – xelas bikin divêt ew jî bi yekdengî piştgiriya miletê kurd, piştgiriya Kurdistana mezin û piştgiriya Mesûd Barzanî bikin.

Çawa ko xiristiyanên cîhanê bi çavê »xelaskarekê« nû yê mesîhiyan li Mesûd Barzanî û kurdan temaşa dikin divêt misilmanên cîhanê jî bi çavê »xelaskarekê« nû yê misilmanan li Mesûd Barzanî û kurdan temaşa bikin da Barzanî û kurd hem misilmanan û hem xiristiyanan ji vê tofana nû ya şerê dînan û şerê miletan biparêzin.

Tarîxa Tirkiyeyê ya van sed salên dawiyê nîşan da ko tirk îslamê wekî îdeolojiyekê ji bo pêkanîna »miletê tirk« û têkbirina »miletê kurd« bi kar tînin û dînê îslamê dikin qurbana berdewamkirina desthilata dewleta xwe ya zordest. Di dema kemalîstan de jî û di dema Ak Partiyê de jî ev siyaseta dewleta tirkan nehat guhortin. Lewra em dikarin bi rehetî bibêjin ko Tirkiyeyê hemî kartên xwe yên medeniyeta modern şewitandin û hêdî ji bo cîhanê belayek e û ne aktoreka çareseriyê û aştiya dînî û civakî ye.

Li halê Îraqê û Sûriyeyê temaşa bikin. Herdu jî tarûmar bûne. Li van welatan yan nijadperestiya di bin kirasê be‘sê de hikimdariyê dike yan jî mezhebperestiya di bin kirasê şîîtî û sinîtiyê de hikimdariyê dike. Ji nijadperestiya etnîkî transferî nijadperestiya mezhebî-etnîkî bûne. Encam jî şer û malwêranî ye.

Pirsa Îranê her nekin. Îran serê hemî fitne û fesada li Rojhilata-nêvê ye û dixwaze mîhwera împeretoriya xwe di ser Kurdistanê re bigihîne heta Sûriyeyê û Libnanê û Deryaya Spî.

Kurdistan ji gelek aliyan ve giring e. Kurdistan hem rê li ber firehbûna desthilata Daişê digire, hem rê li ber berfirehbûna hegemoniya Îranê digire û hem jî rê li ber berfirehbûna hegemoniya Tirkiyeyê digire.

Girêka hemî problemên dînî, mezhebî, siyasî û etnîkî ketiye destê miletê kurd û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de. Nîzama nû ya Rojhilata-nêvê û heta ya cîhana nû jî dê li gor wê yekê bêt ava kirin ka kurd çawa bi piştgiriya cîhana medenî serkêşiya wê nîzamê dikin.

Ev şerê ko li herêmê diqewime û guhortinên ko çêdibin ji qama miletê kurd û ji qama kurdan gelek bilindtir e û li derveyî taqeta kurdan e. Lewra jî dema ko cîhana modern piştgiriya Barzanî dike ne tenê ji bo avakirina dewleteka biçûk ji kurdên bêdewlet re ye. Serok Barzanî roleka ji Kurdistanê mezintir dilehîze û di encamê de bêguman Kurdistaneka serbixwe dê ava bibe.

Bi min gelek ecêb e ko hêjî hinek kurd li dûv hesabên biçûk û meaşê karmendên hikûmeta Kurdistanê dikevin û gumanê dixin ser projeya Barzanî ya serxwebûnê. Divêt em bi hîç rengekî qîmetekê nedin wan pêwerîngên ko Goran, PKK, hinek aliyên YNK-ê û hevkarên Îranê diavêjin pêşiya Mesûd Barzanî. Goran û PKK di setrenca mezin ya Mesûd Barzanî û hevpeymanên wî yên nêvneteweyî de wekî vin-vina dengê kelmêşan in û kîjan rojê lazim be ew dê bên berteref kirin.

Di vê setrenca mezin de heta niho Tirkiyeyê xwestiye bi hevkariya Îranê rê li ber Kurdistanê bigire û Tirkiyeyê ji destpêka şerê Daişê ve bi kêmî du caran teşebusa jinêvbirina Mesûd Barzanî û miletê kurd kir. Ev herdu teşebus jî di defterên reş de qeyidkirî ne.

Tirkiye li ser duriyanekê ye: Yan dê siyaseta xwe ya »parastina yekîtiya axa Iraqê û axa Sûriyeyê« ko di pratîkê de dijminahiya Kurdistanê ye berdewam bike û di encamê de parçe bibe. Yan jî Tirkiye dê wekî cîhana medenî ya xiristiyanan amade be ko piştgirî û xizmeta miletê kurd û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bike. Çawa ko hêzên hevpeymanan bi balafirên xwe û pisporên xwe yên eskerî xizmeta Kurdistanê dikin divêt wisa jî Tirkiye bi ordiya xwe ve amade be ko xizmeta Mesûd Barzanî bike û her gava ko pêwistî pê hebe amade be.

Hêdî dem ne dema çîrokan û »Misak-i Milli« ye. Heger mesele »Misak-i Milli« be jixwe nîvê Tirkiyeya siyasî ya îro Kurdistan e û beşek ji Kurdistanê û miletê kurd e.

Divêt Tirkiye bi yekcarî û bêveger dest ji PKK-ê û rêberê wê Abdullah Ocalan berde û careka dî teşebus neke ko PKK-ê li hîç beşeka Kurdistanê li hemberî miletê kurd bi kar bîne. Ji bo miletê kurd û ji bo miletê tirk jî hêdî xêrek di hebûna PKK-ê de nameye û divêt PKK li Qendîlê jî, li Şingalê jî, li Kurdistana Sûriyeyê jî û li bakurê Kurdistanê jî bêt tesfiye kirin û ebediyen têkbiçe.

Muxatebê çareserkirina doza miletê kurd li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne PKK ye û ne Abdullah Ocalan e û qetiyen ne eşîr û terîqet in. Muxatebê desthilatdarên Tirkiyeyê şexsê Mesûd Barzanî ye û divêt serokkomar û serokwezîrê Tirkiyeyê vê meseleyê bi Mesûd Barzanî re baxivin û çareser bikin.

Gotina dawiyê bo hemî xêrnexwazên Mesûd Barzanî: Çi ji we hat we kir. Zêdetir xwe newestînin. Kurdistana serbixwe dê ava bibe û Kurdistana Sûriyeyê jî dê di bin sîwana başûr û Barzanî de be. Werin û xwe ji şerên mezintir yên dînî, etnîkî û mezhebî biparêzin û qebûl bikin ko Barzanî »xelaskarê« we hemiyan e.

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=8721

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev