40 salîya KOMKAR-Swêdê hat pîrozkirin

40 salîya KOMKAR-Swêdê hat pîrozkirin

Komeleyeke xwedî kovar û weşanxaneyeke bi navê ROJA NÛ

Komeleya kurdan ya herî kevin li Swêdê KOMKAR-Swêdê îsal 40 salên xwe tijî kir. Îro 40 salîya komelê di komcivîna wê ya salane de hat bîr anîn û pîrozkirin. Di komcivînê de komîteyeke nû ya rêvebir hat hilbijartin, dû re vîdeoyeke kurt li ser kar û xebatên komelê yên 40 salên borî hat ravekirin.

Komela KOMKAR-Swêd, wek navendeke girîng ya çand, ziman, weşangerî û diplomasîya Kurdan li Swêd û Ewropayê komeleyeke eyan û naskirî ye. Di dîroka kurdên dîyasporayê de xwedîyê rêçeke welatparêz, di kar û xebatên xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê de navnîşaneke berbiçav e. Eger em vegerin û berê xwe bidine wan xebat û xizmetan em ê bibînin ku ev gotin ne pesnên vala ne…

Xebatkarên KOMKAR Swêdê, bi vîdeoyeke kurt hin dîmen û rewşên 40 salên derbasbûyî anîn ber çavan. Di civînê de beşdaran vîdeoya ku ji alî ciwaneki me bi navê Servan hatibû amadekirin, temaşe kirin. Ciwana herwiha gotin, ku ew pêwîst dibînin û dixebitin ku wan xebatên 40 salan di demên pêş da wek filmeke dokumenter arşîv bikin ji bo nivşên pêşerojê.

KOMKAR-Swêdê hertim li ser şopa tevgera welatparêz ya ‘’Rîya Azadî’’ ya Kemal Burkay û hevalên wî yên têkoşer meşîyaye. Û îro jî li ser vê xetê dimeşe.

KOMKAR-Swêd, wek komeleyeke demokratîk ji mihacirên kurd ra hertim bûye dergehekî alîkarîyê. Her wext lokala wê hebûye. Li wê derê însanên me civîyane, hatine ba hev li ser pirsên welat, li ser jîyana xerîbîyê guhdarîya hevdu kirine, ji bo pirsên xwe yên rojane alîkarî xwestine, tev li xebatên komelê bûne.

Komelê, di gel çar komeleyên din, di gulana 1981-an da cara pêşin FEDERASYONA KOMELEYÊN KURDISTANÊ LI SWÊDÊ avakirîye.

KOMKAR-Swêdê bihayekî mezin daye xebatên ser ziman û çanda kurdî. Ew ji zûda bûye navendeke çanda kurdî.

Komela KOMKARê ji sala 1978-an şûnda kovarek derdixist bi navê ROJA NÛ. Kovara ROJA NÛ di destpêkê da bi tirkî û kurdî derdiket, lê ji sala 1983-an şûnda tenê bi zimanê kurdî derket. Wê heya sala 2001 weşana xwe domand.

Komelê di sala 1980-an da weşanxaneyek ava kir û dest bi çapkirina pirtûkên kurdî kir. Heta niha nêzîkî 50 kitêbên kurdî, dîwan, roman, li ser tarîxa Kurdistanê, gramer, dersên zimanê kurdî, folklor, pîyes û hwd. hatine weşandin. Ji bo karê kirî zelal bê ber çavan, em tenê destnîşan bikin, ku piranîya berhemên Cegerxwîn û stiranên Şivan Perwer Komkarê amade kirine, çap kirine û belav kirine.

Xizmetên ku KOM-KAR`ê li dervayî welat pêşkêşî ziman û çanda kurdî kirîye, îro êdî bi xurtî xwe digihîne hundurê welat jî. 15-20 sal berê kesên ku bi kurdî dixwendin û dinivîsandin ne gelek bûn (li Kurdistana Bakur.) Lê îro li hundir û derva bi dehan rojname û kovarên ku xwerû bi kurdî derdikevin hene. Di vê pêşketinê da xebatên KOMKAR-Swêdê jî roleke baş û berbiçav leyîstîye. Dijminên gelê kurd dewletên kolonyalîst û xasma jî dewleta tirk ya hov û şoven propaganda dikirin ku zimanekî kurdî tune, kurd bê binyat in, bê dîrok û çande ne. Xebatên KOMKAR-ê di vî warî da bûye parçeyekî xebata pûçkirina derew û propagandayên kolonîyalîstan.

Me bi kurtî behsa komeleyeke kurdî û kar û barên wê yên 40 salan kir, ku xwedî kovarer û weşanxaneyeke bi navê ROJA NÛ bûye. Bêguman çavkanîya xebata wê ya ewqas salan ku bêwestan dom kirîye, bîr û bawerîya wê ya xurt ya ji bo azadîya Kurdistanê ye. Kurdistaneke azad û jîyaneke serfiraz li ser axa kal û bavan, herdem hêvî û armanca wê bûye. Hêvîya me îro ji her wextî xurttir e. Bivê, nevê , zû yan dereng gelê kurd dê azadîya xwe û welatê xwe bistîne. Ew roj ne dûr in.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. Fkks

    Birêzan,
    We tarîxa damezirandina FKKS xelet nivisandiye, rastîya wê 1981 e.
    Li gel silavan

  2. KOMKAR-Swêd

    Sala avakirina FKKS (Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê), bi şaşî 1991 hatîye nıvîsandın, rastîya wê 1981 e.

Şirovekirin hatine girtin.