Di hefteyekê de ji PKK-KCK-ê 924 kes hatine binçavkirin

Di hefteyekê de ji PKK-KCK-ê 924 kes hatine binçavkirin

Wezareta Navxweyî Ya Tirkiyê eşkere kir ku di nava hefteyekê de li 45 bajaran 924 kes hatine binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya malpera Wezareta navxweyî Ya Tirkiyê kesên hatine binçavkirin bi sedema ku endamên PKK-KCK-ê neyan jî alîkarî dane van rêxistinan hatine binçavkirin.

Wezaretê eşkere kiriye 924 kes di navbera 12-19-ê vê mehê de hatine binçavkirin û lêkolîna piraniya van kesan berdewam e.

Li hêla din Wezaretê diyar kiriye ku di heman demê de 7 kes hatine kuştin lê navê rêxistina van kesan eşkere nekir.

Wezareta navxweyî li hêla din got ku 88 endamên daişê jî hatine binçavkirin û 5 ji wan hatine girtin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev