
Helbestvana me a wek dibêjin “Xatûna kurmancî” Xaylaza Reşîd vê carê jî bi çend helbestên xwe yên kûrfikir va ber derîyê mala her xwendevanekî malpera me sekinîye, hîsên dilê xwe ji we ra diyarî anîye.
Xaylaza Reşîd
BILA !…
Bila beroşa şîr,
Li destê min de biya
Lolo gede,
Ez bêrîvana
Ber guhêra pêz bûma,
Lolo lawiko
Bila her tişt,
Lo qelem jî,
Li min heram biya,
Min bistira devê kaniya…
Tu jî şivanê jîrek
Û pispor biyayî,
Û evîndarê dilê min biyayî,
Min ê qesta avê,
Xwe bigîhanda
Newalê
Hêja te ra biketama
Şîrin şîrin
Axavtinê,
Vê sohbetê
Gale galê…
Me yê bi dilê xwe,
Tehm bikira
Tasa ava nemir
Ava avilheyatê,
Û bimana li buhuştê,
Heta hetê…
PÎRIK Û NEVÎ…
Dergê dilê xwe veneke
Ber her kesî
Berxika min.
Qalim bigire,
Min bawer be,
Min guhdar ke
Karka min…
Te ku vekir,
Tu zanibe,
Ewên nekes
Wê li
Tûyî dilê te ke…
Keçka min xas,
Tu xam û xas,
Nas û nenas
Xwe dûr bigre…
Tû temînê pîrka xwe
Bike libas,
Stûyê xwe de
Xarke,
Tu li min
Pîrka xwe
Bawerke…
Nebî nebî
Tûrê dilê xwe
Ber her kesî
Tu vedikî…
AY TU GULÎ
Ay tu gulî,
Ay tu gulî,
Tu gul kulîlka devê gêlî
Serê vê sibehê
Zû
Nizanim tu
Berbi ku dimilmilî.
Min go,
Gelo çima
Hêsira tehl li çevê te
Dixulxulî,
Ez heyrana dev û lêvê
Te şekirî…
Nizanim sebeb ka çi bû?
Te berê xwe,
Li min guhêrî,
Te yê pişta xwe
Li min de kirî…
Nizanim çi qewimî,
Çi dilê te de
Sêwirî
Nizanim,
Ew dilê te yî tenik,
Kê xapandî,
Ji xwe re birî…
Ay tu gulî,
Ay tu gulî,
Çi jî bibe
Û
Tu dîsa,
Delala
Ber vî dilî…
MIN KEN MEREQ KIR…
Min ken mereq kir
Eşq
Şabûn
Min bîra jîyanek
Xweş kir…
Û her dem
Di nava xeyalan de
Ez diçûme
Buhuştê,
Diçûme
Cîhekî dûr,
Gelîkî kûr,
Min li wir didîtin
Gulêd pir nûr,
Kulîlkên bê qisûr…
Heso rûniştî bilindcîkî,
Bi bilûra xwe
Lêdixist
Lûr de lûr,
Lûr de lûr…
Dîsa li wir bûn,
Gul û bilbil,
Karêd xezala,
Berbûyê bûka,
Birazava,
Kevaniyê mala…
Zelxo wê xwe xemilandî ye
Bûye kevoka aşitîyê,
Bi beşereke xweş
Şermoke serî li ber da,
Li govendê da,
Şewq dide,
Lê heyva sava,
Ber xwe veşartiye,
Ji wê şerm dike…
Çiyayê Cûdî
Dilerize,
Li ber dengê bilûra Heso…
Erê weleh,
Min ken mereq kir,
Nizanim
Ew çi deng bû,
Ji wan xeyalan
Dey li min kir,
Destê min
Û
Eşq,
Şabûnê,
Ji hev kir…
Riataza